Jinên Xezayê di mercên bê ewle de dijîn

Çalakvan Huayda El- Dirêmlî destnîşan kir ku ji bo jin di warê mafên xwe de xurt bibin û di rewşeke bi ewle bijîn divê atolyeyên hişyariyê werin lidarxistin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Jinên Filistînê ji ber êrîşên berdewam ên bi taybetî piştî sala 2014’an ku binsazî hat rûxandin û malbat bi giştî belav bûn li gel kêmbûna jêderên jiyanî ji ber dorpêça berdewam  a li ser Şerîda Xezayê, di rewşên dijwar de dijîn.

Çalakvana femînîst Huayda El-Dirêmlî diyar kir ku jinên Filistînî ji ber pêkanînên sîstematîk ên Îsraîlê rastî gelek zextên siyasî, civakî, aborî û derdorê tên ku ji kuştin, girtin, hedefgirtin, dorpêçkirina malan bigre heta gelek şêweyan bûye sedema tundiya civakê û hilweşandina hawirdoreke bê ewlekarî û aramî.

‘Ji ber şer rewşa heyî ya jinan xirabtir dibe’

Siyaseta şer mafên jinan binpê dike loma bêcih, war, ewlekar, xwendin, çûnhatin û dermankirinê dimînin. Huayde El-Dirêmlî destnîşan dike ku êşên jinan zêde bûne li gel zextên derûnî ji ber hawirdora wan a bê aram û nebaş.

Tundiya civakî barekî duqat e li ser milên jinên ku rastî tundiya civakî li ser bingeha cudakariyê tên, piraniya jinan nikarin milkên xwe bi navê xwe tomar bikin ji ber urf û adetan piraniya mafên ku di zagonên Filistînî misogerkirîne bi dest naxin. Weke mafên mulkiyetê ku ji mafên mêran tenê dibînin. Her wiha di şerê sala 2014’an de li welat û piştre jî jin gelek astengî û pirsgirêkan dijîn.

Tevî zagonan jî jin nayên parastin ji ber ku zagon nayên pêkanîn

Huayda El-Dirêmlî axaftina xwe wiha didomîne: “Bi zagonên heyî divê jin werin parastin lê pirsgirêka rastî di pêkanîna wan de ye û piştî êrîşan jin nikarin mafên xwe yên darayî îsbat bikin. Jinên li navendên stargehê bê şert û mercên jiyanî tendirust û ewle dijîn rastî tacawizê tên. Piraniya jinan ji tirsa civaka mêrsalarî nikarin tiştên ku jiyane vebêjin.”

Li gorî nêrîna Huayda El-Dirêmlî jinên Filistînî berpirsyarî û barên malbatê di warê aborî de digrin ser milên xwe, li derfeteke kar digerin ji bo xwedîkirina malbatê da ku bikaribin bi kar û barên malê rabin û cihekî bi ewle ji wan re peyda bibe. Jin di rastiyek dijwar de dijîn, êrîşên berdewam zextên derûnî, bedenî û civakî zêde kirine.

‘Jin di warê aborî de gelek zehmetiyan dikşînin’

Jin bûne qurbaniyên rewşên aborî yên xirab, jinên hevberdayî dema nefeqeya xwe û zarokan ji hevjînê xwe yê berdayî dixwazin bi riya dadgehan ger mêr kar neke mafê wê jinê winda dibe. Bi taybetî piştî êrîşan ev rûş zêde dibin. Di wê der barê de Huayde El-Dirêmlî wiha dibêje: “Mixabin pirsgirêka bingehîn di siyaseta bicihkirinê de ye ku çend hefteyên zêde piştî gilîkirinê derbas dike. Dema mêr nefeqeya jina ku hev berdane nede biryara girtina wî derdikeve lê berî çend rojan wî agahdar dikin ku ew ê wî bigrin wisa jî derfetê didinê ku bireve.”