Jinên Tûnisî: Havîna bê av û cereyan her tişt zortir dike

Jinên Tûnisî diyar kirin ku qutbûna av û cereyanê, germa havînê duqat girantir kiriye, xwestin xizmet baştir bibin û planên proaktîf ji bo parastina malbatan, bi taybetî jinan, kal û pîran û nexweşan werin amadekirin.

ÎXLAS EL-HAMRONÎ

Tûnis – Pêlên germahiyê yên dijwar ên vê havînê li Tûnisê belav bûn ne tenê pirsgirêkeke ku malbat pê re rûbirû mane ye. Germahiya zêde bi qutbûna gelek caran av û cereyanê li gelek deveran di heman demê de çêdibe vê yekê jî rojên havînê veguherandiye ceribandinek rojane ya dijwar.

Li Parêzgeha Sîdî Bozaîd, bi taybetî li gundên gundewarê El-Reqaba û Celama, qutbûnên cereyanê yên ku bi saetan an jî bi rojan li hinek deveran didomin ji bo gelek malbatan peydakirina karûbarên bingehîn ên wekî parastina xwarinê û sarkirinê dijwar kir. Ev yek ji bo nexweşan, kal û pîran û kesên ku bi alavên bijîşkî yên bi cereyanê ve girêdayî ne jî xetereyek mezin e. Wekî din, qutbûna avê ku çend rojan, heta sê rojan didome, gelek bandorên neyînî li ser jiyana wan dike.

Havînek zehmet û qutbûna cereyanê

Helîma Falhî dibêje ku ev havîn yek ji havînên herî dijwar bûye wê heya ewqaz zorî nedîtiye, pileyên germahiya bilind bi qutbûna demdirêj a av û cereyanê re hevdem bûye û wiha tîne ziman: “Em di demeke pir zehmet re derbas bûn, di pileyên bilind ên germahiyê de em bê av û cereyan man.”

Helîma diyar dike ku temenê wê ji 60 salan mezintir e lê wê heta niha rewşek wiha zor û germahiyek ewqas zêde nedîtiye.

Nexweş kal û pîr di xeterê de ne

Helîma Falhî bawer dike ku ji ber qutbûna cereyanê ne tenê alavên malê dişewitin di heman demê de bandorê li rewşa tenduristiyê jî dikin ku cereyan ji bo jiyanê girîng e. Helîma wiha dibêje: “Qutkirina cereyan û avê ne çareserî ye. Nexweş hene ku bi makîneyan ve girêdayî ne, gelek nexweş bi tûpên oksîjenê ve girêdayî ne.”

Helîma rave dike ku gihîştina avê bûye pêşbaziyek li dijî demê, malbat hewl didin tank û konteynirên avê tijî bikin, cilan bişûn, serê xwe biçûn û avê bidin lawirên xwe bidin

Sê rojên bê av û cereyan

Fatîma Xasxûsî diyar kir ku niştecihên herêma wê qet havînek wiha nedîtine û rave kir ku germahî bi qutbûnên demdirêj ên av û cereyanê re hevdem bûne, carna sê rojan li pey hev domiyaye.

Der barê qutbûna avê de jî Fatîme wiha got: “Carna sê rojan didomiya, malbat neçar dibûn  avê bikşînin. Lê belê ji bo pêdiviyên rojane, nemaze vexwarin, çêkirina xwarin û şûştinê, pêdivî bi ava zêde he. Kal û pîr di nava kesên herî zêde bi bandor dibin de ne. Ji ber ku ew di bin van şert û mercan de bi berdewamî hewcedarên bêhnvedan, sarbûn û avê ne lê ji ber mercên heyî bi germê û astengkirina karûbarên bingehîn re rûbirû ne.”

Nebûna planan krîzê xirabtir dike

Civaknas Sanaa El-Ammarî, di mijarên pêşketin, jîngeh û kedê de ku asta krîzê analîz kir, dibêje ku qutbûnên cereyanê yên dubare bûne beşek ji jiyana rojane di demeke ku cereyan ji bo gelek bazarên girîng bûye xizmetek bingehîn de.

Senaa wiha rave dike: “Krîz ji ber wê yekê girantir dibe, qutbûn bi germahiyên pir bilind re hevdem in û bandorê li ser mirovan dike. Qutbûn ne tenê bandorê li malbatan dike, di heman demê de bandorê li karker, saziyan û karûbarên curbecur jî dike. Ji ber ku qutbûna cereyanê xebatan asteng dike, dibe sedema windakirina demjimêrên kar û dahatê û hinek tesîs û karûbarên bingehîn asteng bike.”

Pêdivî bi çareseriyên demdirêj heye

Sanaa El-Ammarî daxwaza planeke berfireh ji hikûmetê kir, xwest krîzên germkirin, av û cereyanê çareser bike, nemaze ji ber nebûna xizmetên bingehîn li deverên gundewarî û hundir.

Sanaa tekez kir ku pêdivî bi veberhênana binesaziyê, zêdekirina kapasîteya hilberîna cereyanê, ewlekirina çavkaniyên avê, baştirkirina torên belavkirinê û parastina tesîsên girîng, nemaze nexweşxane û navendên tenduristiyê heye.

Sanaa hişyar kir ku qelsiyên domdar di amadekarî û binesaziyê de dikarin bibin sedema dubarebûna krîzan û berfirehbûna bandorên civakî, aborî û tenduristiyê û wiha got: “Çareserî birêvebirina krîzan e. Avakirina pergalek proaktîf a li ser bingeha plansazî, veberhênan û amadekariyê hewce dike.”

Di demeke ku malbat li hemberî astengiyan têdikoşin, jin di bin van şert û mercên awarte de beşek girîng ji barê rêvebirina jiyana rojane digrin ser xwe. Ev şahidî hewcedariya çareseriyên domdar nîşan dide. Divê ku saziyên têkildarî berdewamiya av û cereyanê misoger bikin.