Jinên temenê wan mezin beşdarî bernameya xwendin û nivîsandinê dibin

Li Xezayê bernameya xwendin û nivîsandinê ya di bin sîwana Komeleye Lênêrîna Kesên Temenê wan Mezin de hatiye aktîfkirin, ji aliyê jinên temenê wan mezin ve rastî eleqeyek pir mezin tê.

 

REFÎF ÎSLÎM
Xeza - Gava ku mirov dikeve nava civata lênêrîna kal û pîran a li Xezayê, ji wan dengên ku tîpên Erebî bi lêv dikin matmayî dimîne. Di wir de tê dîtin ku komek ji jinên piraniya wan temenê wan heftê salî derbas kirine li dora maseyê rûniştine û fêrî xwendin û nivîsandinê dibin û mamsote jî ji wan re çewtiyan sererast dike.
Têkildarî bernameya xwendinê yek ji beşdarên bernameyê Somaya Barakat jî diyar kir ku ew ji bo dema xwe ya vala bi awayekî bikêrhatî derbas bike, bûye endama Komeleya Lênêrîna Kal û Pîran. Bernameya xwendin û nivîsandinê fersend da wê, di dawiya jiyana xwe de, fêrî xwendin û nivîsandinê bibe û hêviyek mezin da wê ku hê tiştek heye bike û ji bo wê bijî.
Dema ku ji wê dihat xwestin li kaxezên fermî binêre rastî gelek pirsgirêkan dihat, ji ber vê yekê ew neçar ma berê xwe bide malbatek pêbawer ku naverokê jê re bixwîne beriya ku ew şopa tiliyê lê bide.
Somaya Barakat ku her dem gelek gotar di destên wê de hebûn û xwest naveroka wan bizanibe, behs kir ku êdî ew dikare sernivîsa bi sernavê wek mînak belgeya jidayikbûnê, yan nasnameya kargehek an dikanek bixwîne û fêrî hejmar û çawaniya nivîsandina wê bûye û da zanîn ku destpêk dijwar bû lê wê bi îrade û hêviyek tenê bêyî ku alîkarî ji endamên malbata xwe bixwaze derbas kir.
Li aliyê din Înşîra Şahîn destnîşan kir ku ew dikare tiştên li ser pankartên daliqandî ji bilî hevokên ku li kamyonên bixwîne û navê xwe bi Erebî li ser tevahî kaxizên nasnameyan binivîsîne. Ev ji bo wê serkeftinek e, diyar e ku ew di ciwaniya xwe de neçûye dibistanê. Dema ku li kolanan digere û hewl dide her nivîsa ku pê re tê bixwîne pir kêfxweş dibe û bi rastî jî bi ser dikeve.
"Temen tenê hejmarek e, yên ku bixwazin dikarin bi ser bikevin"
Yusra Matar a ku 7 sal in di bernameya nexwendwariyê de berpirsyariya dibistanê girtiye, bal kişand ku xebatên wê yên dildar ji bo feydeya jinan ji aliyê wê ve weke tevgerekê hatiye û wiha domand: "Fêrbûna wan a xwendin û nivîsandinê pir girîng e, nemaze dema ku hin belge ji wan tên xwestin an jî neviyên wan hewl didin şahidiya xwe nîşanî wan bidin, ew nizanin ka çi hatiye nivîsandin. Heman pirsgirêk dubare dibe dema ku ew dixwazin derman bikirin û dîrokên wê bizanibin, an di kolanekê de winda bibin û nikaribin hin îşaretan bixwînin da ku navnîşan destnîşan bikin.” 
Yusra Matar destnîşan kir ku ev rewşên hemû dibin sedem ku kesên temenê wan mezin dema ku fêrî xwendinê dibin wan paşguh bikin û wiha bilêv kir: "Temen tenê hejmarek e û yên ku bixwazin dikarin bi ser bikevin, dema ku mebestek xurt hebe. Her wiha mirov nikare kesên temenê wan mezin mecbûrî demek diyar bike, tiştê ku ji destên wan tê ew e ku di hefteyê de tenê du rojan ferz bikin. Ji bo saetê jî her pîrek di saetek din de ji ya din cudatir diçe dersê, ev jî dihêle ku ew heman mijarê ji ya din zêdetir dubare bike.” 
"Niha komele nêzî 700 endaman dişopîne"
Koordînatora projeya yaneya Rojê li Komeleya Lênêrîna kesên temenê wan mezin, Nadiya El-Haşîm diyar kir ku fikra aktîfkirina bernameya xwendin-nivîsandinê ji bo jinan piştî ku di xwendinê de winda dibûn, ji bilî kêmbûna zanîna wan a ji mîqdarên ku di av an kerebe û kaxezên din ên fermî de tên derket holê. Ji ber vê yekê hewcedariya lezgîn bi perwerdekirina wan hebû da ku nekevin nava kemînên sextekariyê yan jî hewcedariya domdar bi kesên ku dîrokên dermanan ji wan re dixwînin.
"Ji ber rewşa aborî komele her roj di bin xetera girtinê de ye"
Nadiya El-Haşîm di bernameya xwendinê ya kesên temenê wan mezin de ji bo derbaskirina dewreya xwendinê demek diyar nekiriye. Ji ber ku her yek ji wan wextê li gorî jiyana xwe digre û armanca yekem sûdwergirtina ji perwerde û karîna xwendin û nivîsandinê ye. Nadiya El-Haşim anî ser ziman ku daxwazeke mezin ji aliyê jinên temenê wan mezin ve heye ku beşdarî bernameya xwendinê bibin û got: “Berê 250 endaman jê sûd digirtin lê niha komele nêzî 700 endaman dişopîne û roj bi roj ev hejmar dikare zêde bibe.”
Der barê astengiyan de Nadiya El-Haşîm, bal dikşîne ku nebûna dirav metirsiyê li karên komeleyê dike ku ji 1980'î ve di bin sîwana saziyek navdewletî de hatibû damezrandin. Lê dema ku wê saziyê xizmetên xwe li Xezayê bi dawî kir, komele her roj di bin xetera girtinê de ma. Nadiya El-Haşim anî ziman ku fikra vegerandin û jinûveavakirina komeleyê yek ji armancên bingehîn e ku ew hewl dide pêk bîne