Jinên Sûdanê di rewşa şer de projeyan diafirînin
Koçberên jin li Sûdanê ên ji şer bandor bûne ji bo jiyana xwe bidomînin û debara xwe bikin hinek projeyên biçûk pêş dixin û li hember hemû zehmetiyan li ber xwe didin.
SELMA REŞÎD
Sûdan – Ji 15ê Nîsana 2023’an ve par ve şerekî dijwar di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de rû dide. Di encam de gelek kes hatin qetilkirin û birîndar bûn her wiha derdora 10,7 milyon kes koçber bûn.
Wênexêz Mihêra Ebd El Fedîl li herêma El Helfaya li bajarê Behrî dima lê belê piştî şerê di navbera herdû aliyên şer de ji herêma xwe koçber bû.
Ji ber pêvçûnan neçar dibe mala xwe biterikîne
Mihêra Ebd El Fedîl wiha behsa koçberiyê kir: “Dengê şer ji aliyê rojavayê herêma Kibrî El Helfaya bilind dibû. Li wê derê kampek leşkeran hebû û dengê hawanan bi rengekî metirsîdar bilind dibû. Di encam de mala me hejiya û gule bi ser mala me de bariyan. Me nikarîbû ji bilî rojekê di mala xwe de biqedînin paşê em derketin."
Mihêra Ebd El Fedîl wiha domand: "Me hefteyekê li vî cihî qedand paşê azarên me zêde bûn. Av û kehrebe di rewşa şerê giran de qut bûn ji ber wê em neçar man ji vî cihî derkevin. Me riya cihekî ewle jî nas nedikir heta me grubek bi riya înternetê nas kir. Riyên ewle ji bo derketinê nîşan dida. Di dema em ber bi bajarê El Hesahîsa ve koçber dibûn herêm tijî koçber bûn. Dema otobûs hereket kir ewqas zehmetî tune bûn heta em gihîştin herêma Sûba me tevgereke leşkerî ber bi Xertûm ve dît me nizanîbû girêdayî Artêşa Sûdanê yan jî Piştgiriya Lezgîn in ji ber wê em gelekî tirsiyan."
Di nav bê derfetiyê de proje ava dike
Mihêra Ebd El Fedîl got: "piştî ez gihîştim El Hesahîsa ez li malek xizmên xwe heta 3 mehan mam. Girîng bû ez li karekî bigerim. Min di hundirê parkekê de kar dikir, min wêne li ser rûyê zarokan çêdikirin. Her wiha min werşeyên kar ji bo fêrkirina zarokan ji wênexêziyê re vedikir. Min werşeyek li navenda stargehê li hundirê Fakulteya Perwerdeyê li bajarê Hesahîsa vekir. Şerê berdewam bandor li rewşa madî ya malbata min dikir ji ber wê karê min dikir bi pereyên vê ji xwe re projeyek biçûk a çêkirina sabûnên destan li malê vekir. Ji ber nebûna madeyên xam min gelek zehmetî kişandin lê derbas bûn."
Mihêra Ebd El Fedîl der barê girîngiya karê xwe de wiha got: "Piştgiriya madî ji rêxistina "Edîla" ya çand û hunerê ji min re hat. Ev rêxistin taybet bi piştgiriya wênexêzên jin li Bortsûdanê tê birebirin. Min dest bi çêkirina peykerên ji Konkrêt kir. Min hin teşeyên folklora Sûdanê çêkirin."
‘Ez veguherîm jineke bi berhem’
Nemat Hesen li taxa El Fitêhab li bajarê Um Dereman jiyan dike her wiha zarokên keça xwe yên sêwî û dayîka xwe ya astengdar xwedî dike. Nemat Hesen got: "Piştî şerê li Sûdanê min biryar da ez ji taxa ez têde dijîm derkevin. Dema ez gihîştim kombûneke peywendiyan grubekê êrişî me kir û telefon, çente, cil û bîdonên ava me dizîn."
Nemat Hesen wiha domand: "em be bi bajarê Kostî çûn. Dema em gihîştin cihê xwe malbateke ne xizmên me em heta 6 mehan pêşwazî kirin. Keça min di saziya hikûmetê de kar dike lê mûçeya wê têra malbatê nake ji ber wê ez hizirîm projeyeke biçûk destpê bikim. Min xwarineke gelêrî çêkir û li pêşiya deriyê dibistanê rûniştim û min dest bi firotina wê kir. Min projeya xwe paşê fireh kir û min şîv jî amade kir ji bo ez bifroşm. Ez veguherîm jineke bi berhem û ez pêdiviyên dayîka xwe yên dermanan her meh peyda dikim."
‘Malên me hemû rûxiyan e’
Nada Ebdellah ji Fakulteya Çandinî û jêderên xwezayî derçûye li kargehên herêmên Bakurê Behrî kar dike. 8 salan di vî warî de xebitî ye lê dema şer destpê kiriye her tişt sekiniye û dibêje: "Min biryar da ez ji herêma Salihe li Xertûmê di roja 7’an derkevim. Çîroka koçberiya me ji bajarê Ebyed destpê dike. Ez ber bi Hemadî ve koçber bûm û ez 7 mehan lê mam. Paşê min biryar da kar bikim ji bo zarokên xwe xwedî bikim. Min dest bi çêkirina xwarina felafil û kinafê kir û li bazarê firot. Min biryar da careke din vegerim Xertûmê ji bo kaxezên xwe bînim. Dema gihîştim malê min dît ku hemû rûxiyaye. Ez çûm cem xwişka xwe ya li heman herêmê dijî. Min dest bi çêkirina gato û kinafê kir û li bazara nêzî mala xwişka xwe difrot.”
Di rê de tên hedef girtin
Nada Ebdellah behsa nebûna peywendiyên telefonan kir û wiha bi dawî kir: "Bi vê sedemê min nikarîbû pere ji malbata xwe re bişanda. Carekê ji caran li cihê ez lê gato û şêraniyê difroşim balafireke bêmirov hat xwarê. Ez di nav kesên ji mirinê filitî ne de bûm. Paşê min biryar da ez biçim bajarê Kostî. Di wê demê de hevjînê min gihîşt Bortsûdanê û diviyabû ez li pey wî biçim. Riyeke gelekî zehmet bû. Dema em gihîştin herêma Tendeltî li bakurê Kerdevan otobûsa li pey me hat hedefgirtin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan."