Jinên Qamişlo amedekariyên cejnê dikin

Jinên bajarê Qamişlo yên ku amedekariyên Cejna Qurbanê dikin û bi çêkirina kulîçe, nokê sêlakê û cureyên cuda yên şêraniyê ve mijûl dibin kêfxweşiya hatine cejnê ji me re parve kirin û gotin: “Xweşbûna cejnê bi çêkirina şêraniyên li ser destan, kombûna malbatan û gera zarokan xweş dibe.”

Jinên bajarê Qamişlo yên ku amedekariyên Cejna Qurbanê dikin û bi çêkirina kulîçe, nokê sêlakê û cureyên cuda yên şêraniyê ve mijûl dibin  kêfxweşiya hatine cejnê ji me re parve kirin û gotin: “Xweşbûna cejnê bi çêkirina şêraniyên li ser destan, kombûna malbatan û gera zarokan xweş dibe.”
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Her sal bi hatina Cejna Qurbanê re tevahî jin ber xwe didin bazaran û amedekariyên cejnê dikin. Li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berî cejnê bi çend rojan liv û tevgera jinan zindiye. Ji bo amedekariyê cejnê jin demên xwe derbas dikin û ji malbatên, mêvan û zarokan re şêraniyê çêdikin. Hindek jin jî ji bo cejnê nokê sêlakê çêdikin, ev yek ji aliyekî de girêdana jin bi çanda gelêrî re nîşan dide û li aliyê din jî kombûn û hezkirinê bi xwe re tîne. Têkildarî mijarê jinên ku amedekariyên cejna Qurbanê dikin kêfxweşiya xwe anîn ziman û wiha xebatên xwe bi mere parve kirin.
 Çêkirina nokê sêlakê di cejnê de
Dayika Şêrîn Omer bi temen 64 salî ye her sal bi hatina cejnê re ji malbata xwe re nokê sêlakê ser destê xwe çêdike. Der barê çêkirina nokan de wiha dibêjê: “Van rojên berî cejnê xebatê me pir e, ji ber em karûbarên amedekariyên cejnê dikin. Her sal ez nokê sêlakê çêdikim, ev yek çandeke me ya gelêrî ye û heya niha em diparêzin. Tiştên ser destê jinan bên çêkirin û keda mirov têde hebe deha xweştir e ji ên hazir. Xweşbûna cejnê bi çêkirina xwarin û şêraniyên kurdewarî pir watedar dibe. Jin li derdora  min kom dibin û em bi hevdu re hazirtiya cejnê dikin him bi çêkirina kulîçan, nokan û cureyên şêraniyê yên kevnar. Her sibeha roja cejnê despêkê bere xwe didin goristana şehîdan û em cejnê li wan pîroz dikin, ji ber ku bêyî wan me ne dikaribû van rojên wiha xweş bibînin.  Bi berxwedaniya şervanan gelê me aram dijî. Ez bi hêvîme em cejneke xweş derbas bikin û her gelê me şad û bextewar be.” 
Liv û tevgera cejnê û kombûna malbatan reng dide cejnê
Xanim Ehmed ji bajarê Qamişlo ku daketiye bazara mezin ji bo kirîna pêdîviyên cejnê wiha ji me re axivî: “Ez hatime bazarê şekirê cejnê û cil û bergan ji zarokên xwe re bikirim. Rast e bûhabûn di bazarê de heye, lê ev nayê wateya ku em ji cejnê bê par bimînin. Em beriya cejnê şêraniyê ji bo mêvanperwerên xwe dikirin, da ku di roja cejnê de amade bin. Ji xwe kêfxweşiya mezin divê cejnê de zarokin, em ji bo wan jî şêraniyê dikirin û hin tiştan li malê jî çêdikin. Di roja cejnê de mirov hemû diçin cejna hevdu, zarok li cejnê digerin û kêfxweşiyeke mezin heye. Cejinên me kurdan pir xweşin, ez bi vê boneyê Cejna Qurbanê li hemû malbata xwe pîroz dikim û bi hêvîme her kes demên xweş derbas bike.”
Çêkirina şêraniya cejnê
Jina bi navê Sûmeya Ebd El-Qadir haziriya cejnê bi çêkirina şêraniyê dike û wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: “Her sal bi hatina cejnê re em berê xwe didin bazarê pêdîviyên xwe dikirin û li malê şêraniyên cejnê li ser destên xwe çêdikin, da ku zarok kefxweş bibin. Li gor rewşên şer û êrîşên ser herêma me jî em kevneşopiyên xwe diparêzin û cejnên xwe pîroz dikin. Em naxwazin dûrî van hezkirin û kevneşopiyên xwe bikevin. Em bi hêvîne cejnên me her wisa xweş bin.”