Jinên Qahirê: Divê rûxmê zextan jî em xeyalên xwe pêk bînin

Parêzer Heîdî Adel a ku balkişand li ser bandorên kevneşopiyên paşverû yên civakî ya li ser jinan û Zeyneb Jamîl a xeyalên wê destên ji wê hatin girtin got ku divê tevî van hemû zextên civakî jî, jin bigihêjin xeyalên xwe.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Kevneşop û kevneşopî ji nifş bi nifş têne veguhestin. Jinan ji ber zextên aborî û civakî, kevneşopî û adetan, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Jin ne biryargirtinê an jî pozîsyonên hilbijartinê, hin zêdetir di nîva civakê de dibin qurbaniyên tundiyên cûrbecûr. Têkoşîna jinan ya bi salan tenê ji bo dibêjin jin xwedî mafê jiyan û tayînkirina çarenûsa xwe ne, ji ber kevneşopî û edetan hêj jî berdewam dike. Adet, kevneşopî û çandên serdest, li pêşiya wek tê xwestin bidestxistina mafan û pêşî girtina binpêkirin û tundiya li ser jinan, yek ji astengên herî girîng e.

Bandora kevneşopiyan ya li ser jinan

Heîdî Adel a ku di qada hiqûqê de lîsansa bilind kir, diyar kir ku adet û kevneşopî bi taybetî di çarçoveya ku divê jin ji hev cuda neyên qut kirin de, bandor li ser rihê mirovan dike. Heîdî Adel ku diyar kir mînak jinek bixwaze jî nikare bikeve nava hilbijartinê, da zanîn ku jin çiqas heq bikin jî, mêran ji bo kursiyêk ji dengê xwe nadin. Heîdî Adel diyar kir ku ji sînorên walîtiyê di cihên kar de derfet û terfiyan nayê dayîn, destnîşan kir ku hewldana jinan a ji bo gihandina cihên biryargirtinê jî, di nakokiya kevneşopî û adetên ku ji aliyê çandê ve hatine afirandin de, bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Heîdî Adel da zanîn ku yek ji têgehên girîng ku adet û kevneşopiyan diafirîne, bi fikra zewacê ve girêdayî ye û behsa zewicandina zarokên keç ên bi bêpar hiştina gelek tiştan kir.

'Divê jin ji bo xeyalên xwe bixebitin'

Heidî Adel balkişand ku derketina derveyî welat sûc e, her wiha xwesteka wê ya pêşketina lînas bilind û doktorayê û mijarên din tên red kirin û da zanîn ku adet û kevneşopî ji zarokên keç re destûr nayê dayîn. Heîdî Adel behsa zarokek keç nikarê mêrê ku bizewice jî hilbijêre kir. Heîdî Adel ya derbarê namzetiya Senatoyê jî axivî, diyar kir ku bi taybetî li ser fikra namzetiyê rastî êrîşeke tund hat. Heîdî Adel diyar kir ku encam çi dibe bila bibe ew ê dev ji jiyankirina vê tecrûbeyê bernede. Heîdî Adel a difikire divê jin ji bo xwe bi pêkbînin û bigihêjin xeyalên xwe bixebitin, diyar kir ku divê beyî adet û kevneşopî bê nêrtin, ev yek bê kirin.

Bi zorê hat zewicandin

Zeyneb Jamîl ji ajansa me re axivî û wiha got: “Min baweriya xwe ya li hemberê winda kir ku ev heta niha hesta herî xirab e. Ez bi dibistanê re eleqedar dibûm û fikirîm ku ez dikarim li yek ji zanîngehan bibim mamoste û biçim cîhana karsaziyê. Lê belê, malbata min sertifikaya ku ez bi salan ji bo vê yekê têkoşiyam, ji min wergirt. Malbata min biryara ku min bi pismamê xwe re bizewicim da. Pismamê min tevlî bazirganiyê bû û ji ber ku rewşa wî baş bû malbata min israr kir û wek jinek mafê min a red kirine tune bû. Ez neçar mam bizewîcim.”

Zeyneb Jamîl behsa zehmetiyên ku piştî zewacî jiya jî kir. Zeyneb Jamîl diyar kir ku hevalên wê yên ji bo herin derveyî welat bûrs û derfetên wan hene û ji ber ku destur nayê dayîn ku jin mijarên wiha bifikirin, bêdeng êş dijîn û zanîna dê rêwitiya wan rewşa wan biguhere, dev ji xwestekên xwe berdidin.”