Jinên Misrî: Divê cezayên li dijî sinetkirinê bên zêdekirin

Bi boneya Roja Cîhanî ya Sifir Toleransê Li Dijî Sinetkirina Jinan jinên Misirê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku hîna jî li welat sinetkirina jinan berdewam dike û daxwaz kirin ku qanûn li qadê bên bicihanîn.

ASMAA FATHI

Qahîre – Roja Navneteweyî ya Sifir Toleransê ya li Dijî Sinetbûnê, roja hişyariyê ye ku di 6’ê Sibatê de di çarçoveya xebatên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ji bo ji holê rakirina cinsiyetparêzan tê lidarxistin. Ji sala 2003’an û vir ve di çarçoveya 6’ê Sibatê de çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Saziyên sivîl 30 sal in ji bo pêşîlêgirtina sinetkirina jinan têdikoşin, di encama vê têkoşînê de hin guhertinên qanûnî hatin kirin. Bi zagonên ku sinetkirina jinan krîmînalîze dike, sûcdar û teşwîqker cezayên giran tên dayîn. Digel ku wekî geşedanek erênî hate destnîşankirin ku piştî sê salan jinan dest bi vegotina hestên xwe yên li hember vî sûcî kirin û gelek kesan îfadeyên xwe anîn ziman, bal hat kişandin ser bandorên wê yên laşî û derûnî jî.

‘Divê xala 99’an bê guhertin’

Parêzer û Seroka Desteya Saziya Qahîre ya Pêşveçûn û Mafnasiyê, Intîsar El-Seid nêrîna xwe wiha parve dike: “Saziya me şahidiya komek keçên ku rastî sinetê hatine rû bi rû hatin ku gelek qeyranên mezin pêk hatin. Saziya me karibû lêkolînek taybet li ser vê sûcê derbixîne, ji ber ev yek îşkenceya li dijî mirovahiyê ye û bi demê re derbas nabe, lêkolîn kir. Di lêkolînê de em li ser gelek xalan sekinîn. Di madeya Damezrandina Komseriya Taybet bi têkoşîna li dijî hemû cureyên cudakariyê li gor madeya 53’yan ji makzagona 2014’an de ya qedexekirina cudakariyê di navbera hemwelatiyên jin û mêr de, pêwiste li ser madeya 99’an ya zagona ziraran me kar kir, ji bo sinetkirin bibe sûcek ku nayê derbas kirin.  Her wiha saziya me parastina şahidan û kesên agahiya bûyeran daye kirine, ji ber çend dozên sinetkirinê yên hatine eşkerekirin zirar ji xwediyê xwe dîtine.”

‘Zagona me di sala 2021’an de ked meriyetê’

Intîsar El Seid cezayên ku ji bo sinetkirina jinan hatiye dayîn wiha anî ziman: “Me gelek hewildan da ku ev zagon bê guhertin û êdî kesên ku sûc dikin hesab ji wan bê xwestin. Dibû ku ev zagon têkeve meriyetê de û guhertinek zagonî pêk werê ku di sala 2021’an de pêk hat. Biryarên ku ji bo vê sûcê dikin derket wiha bû: kesên ku sinetê dikin cezayê wan 7 salin. Dema ev sûc bi mirinê encam bibe dibe 10 sal. Di heman demê de kesên ku vê karî teşwîq jî dikin tên cezakirin. Hêvî ji encamên lêkolînê zêdetirin, divê ku hewildanên civaka sivîl û saziyên dewletê li dijî sinetkirina keçan yek bin. Îro zagon li ser erdê pêk hat û ev zagon keçan diparêze û ev gav ji bo me pir girîng bû û em dixwazin vê diyardeyê li ser hemû jinan tune bikin. Malbatên ku vê sûcê dikin divê rawestin û keçên xwe di aliyê tenduristiyê de biparêzin.”

‘Li gor zagonê pêşiya sinetê tê girtin’

Berpirsa Kampanya Piştevaniyê di saziya têghiştinê ya pêşveçûn û wekheviyê, Mey Jemqal jî nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Rêjeya sinetkirina keçan di serjimêriya demografiyê ya tenduristiyê de kêm bûye û ev jî nîşaneyek baş e. Sinetkirina keçan herî zêde di eşîran de rû dide. Li gor rêjeyê çavderiyan vê yekê hişt ku taybet balkişandin li ser bajarên mezin were kirin û ev bûyer were kêm kirin. Li gor çavdêriya lêkolînerî ya girêdayî saziya Îdrak di sala 2020’an de sê bûyer hatin jiyîn ku yek ji wan di encama sinetkirinê de jiyana xwe ji dest daye û sê jî gilî hatiye kirin. Di sala 2021’an de du bûyer qewîmin yek ji wan pitika 40 rojî ku pîrika wê dema sinet dike jiyana xwe ji dest dide û keçek din 12 salî li parêzgeha El-Qelyabiyê jiyana xwe ji dest da. Di sala 2022’an de jî bijîjkek li Asyotê hate binçavkirin.”

‘Bi têkoşîna salan, encamên baş derketin holê’

Mey Jemqal da zanîn ku bi gilîkirina civakê pêşî li ber sineta keçan tê girtin û wiha got: “Civak jî giliya xwe divê mijarê de dikin ku pişgiriyê didin keç û têkoşîna li dijî sinetkirina jinê. Her wiha sûcdarên veşartî jî rû didin ku piranî mîna meleyên mizgeftan, bijîşk û xwediyên keçan in, ev yek jî dihêle ku ev diyarde berdewam bike. Di heman demê de dema malbat gilî dike, ev yek ji bo kevneşopiya malbatan bi aliyê exlaq ve girêdadin û sûcê ku dikin weke parastin raber dikin. Lê ew ne di wê ferqê de ne ku şerefa jinê ne di bedena jinê de ye. Piştî têkoşîna bi salan elbet encam heye. Divê hikûmet rêbazên giliyê hesan bike û pişgiriya jinan bike.”