Jinên Misirê li dijî tundiyê bi hev re têkoşînê dimeşînin

Rêxistinên jinan balê dikşînin ser têkoşîna yekbûyî ya li dijî tundiya li ser jinan ku li Misirê di demên dawî de zêde bûye û ji bo jinan daxwazên qanûnî dikin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre - Li Misirê ku di salên dawî de bûyerên tundî, tacîz, destavêtin û qetilkirinê pir zêde bûne de, jin hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Jinên ku dixwazin mafên wan bên misogerkirin, li benda gavên lezgîn ên li dijî tundiyê ne. Rêxistinên jinan bi taybetî li ser tundiyê çalakiyên hişyariyê li dar dixin. Bi taybetî di warê hewldana rewakirina tundiyê û tewanbarkirina mexdûran de, nîqaş di aliyê redkirina tundiyê ji aliyê civakê ve tên meşandin.

Rêxistinên jinan ên ku li riyên hevpar digerin û ji ber vê yekê bi hev re têdikoşin, di demên dawî de ji bo qanûnek nû ya li dijî tundiyê derxin xebatek hevpar îmze kirin. Yek ji gavên van xebatan jî perwerdekirina jinên ciwan e. Endama Desteya Rêveber a Weqfa Jinan a Nû Maî Saleh diyar kir ku saziyên jinan bi salan e li ser du armancên sereke ‘mewzuat û çand’ dixebitin. Mai Saleh got: “Em ji bo li dijî tundûtûjiyê pêşnûmeya qanûnî derbixin yan jî ji bo pêşnûmeyên nû pêşkêş bikin dixebitin. Em armanc dikin ku perspektîfa civakê biguherînin ji bo ku diyardeya tundiyê bê guhertin û pêşî li belavbûna wê bê girtin. Di vê wateyê de em hewl didin di navbera rêxistin û saziyên jinan de têkiliyek çêbikin. Em difikirin ku em tenê dikarin bi van xebatan bi pêş ve biçin.”

Komên xebatan hatin avakirin

Mai Saleh, qala zehmetiyên karkirina li ser mijareke dijwar wek tundûtûjiya nava malê yan jî ya giştî kir û bi taybetî ji bo nebûna mekanîzmaya parastina jinan ji tundiyê, qala girîngiya xebatên hevbeş yên di navbera saziyan de kir. Maî Salih, destnîşan kir ku di destê jinan de ji bilî hevgirtinê tu hêzeke din nîne û tomarkir ku wan di nava jinan de komên xebatê ava kirine. Mai Saleh diyar kir ku ew niha li ser têgehên ku di qanûnan de nîne dixebitin û yek ji wan jî destavêtina di nav zewacê de ye.

‘Divê kiryar bên rehabîlîtêkirin'

Maî Salih destnîşan kir ku ew dixwazin bi serarastkirina ku bê kirin re, kiryar bên bên rehabîlîtekirin û da zanîn ku ger neyê pêkanîn dê kiryar bi zêdekirina aste re tundiyê bidomînin. Maî Salih diyar kir ew dixwazin rehabîlîtasyon bi awayekî ku azadiya jinê qebûl bike bê kirin. Maî Salih anî ziman ku divê di mijara di danişînên lihevkirin, bêcezakirin, dosyayên têborîn, dadgehî û mûtat de guherîna îfadeyan û prosederûn zagonî ku hemû awayên li ser jinan zext pêk tîne jî di nav de hewl dan bê dayîn.”

'Çanda civakî astengiya herî mezin e'

Maî Salih destnîşan kir ku yek ji astengiyên herî girîng ên li pêşiya xebatên saziyên jinan ên li ser tundiya zayendiya bingeha civakî, zexta civakî ye û xwest îradeya siyasî jî piştgiriya wan bike û got: "Em difikirin ku tundiya tê kirin, bi taybetî ji bo astengkirina hebûna jinan di qada giştî de ye.”