Jinên Minbic li dijî bihabûna xazê çareseriyên alternatîf diafirînin
Di encama êrîşên dewleta tirk de yekane santrala xazê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriye ji xizmetê derket û ji ber bihabûna nirxê xaza xwcihî ku ji herêma Kurdistanê tên, jinan serî li çareseriyên alternatîf dane.
SÎLVA ÎBRAHÎM
Minbic - Jinên li gundewarên bajarê Minbic ê Bakur û Rojhilatê Sûriye, li dijî hemû qeyranên ku rastî tên, bi hêza ku ji xwezayê digrin çareseriyên alternatîf diafirînin û jiyana xwe didomînin. Ji ber êrîşên dewleta tirk di 15’ê Çileyê de yekane santrala xazê li herêmê ji xizmetê derket û di nirxê xaza xwecihî de bihabûn hate jiyan kirin. Ji ber bihabûna xaza xwecihî ku li herêma Kurdistanê tê çêkirin, jinan ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane ji xwezayê peyda bikin serî li rêbazên alternatif dane.
Rima Al-Suleyman a 90 salî ji gundê Qara’at Al-Saghir ji ber qeyrana xazê ya di demên dawî de derketî li ser agirê ku bi xwe geş dike de nan û xwarin û çayê çêdike. Rima Al-Suleyman da zanîn ku qeyrana xazê bandorek nerênî li jiyana wan dike û got: “Em beran wek daîreyan çêdikin û di nav de agirê xwe geş dikin. Piranî em li ser vî agirî xwarinên xwe çêdikin û çaya xwe dem dikin. Em jin li dora agir kom dibin, çaya xwe vedixwun û diaxivin.”
Vegeriyan berê
Şaha Al-Kasmo ya 80 salî behsa salên ciwantiya xwe kir û got: “Her werza peyîzî ji bo sobeya daran em diçûn me dar kom dikir. Xwarin û vexwarin jî di nav de em neçar bûn karê xwe yê rojana asan bikin. Di demên dawî de piştî qeyrana gazê ya tê jiyan kirin em neman vale û me serî li rêbazên ku me berê bi kardianî dan. Jin piştî kezaxtina zeytonan darên ku bi şewîtinin bi dest dixin. Piştî çinîna zeytûnan darên ku şikestine em kom dikin, ji derveyî zeytonan ji garis û gulberojan em darê şewatê bi dest dixin. Ev rêbaz parçeyek ya mîrasa me ya berê ye û li dijî şert mercên zehmet çareseriyên alternatif in ku me ji xwezayê bi dest xistine.”