Jinên Mexrîbî rastî şîdeta hiqûqî û civakî tên

Seroka Navenda Mexrîb ya lêkolînên di pirsgirêkên Zayendî û Pêşketinê Souad Bannour diyar kir Jinên Mexrîbê ne tenê di aliyê civakê de, di aliyê hiqûqê de jî rastî şîdetê tên.

HANAN HARITE

Mexrîb – Li Mexrîbê tundîtûjiya li beramberî jinan hem bi awayek fizîkî û hem jî di torên civakî de di roja meya îro de berdewam dike. Seroka Navenda Mexrîb ya lêkolînên di pirsgirêkên Zayendî û Pêşketinê Souad Bannour bal lê kişand ku li Mexrîbê jin rastî şîdeta hiqûqî û civakî tên, bang li rayedarên qanûnî kir ku li dijî hemû cûrên şîdetê yên ku di civaka Mexrîb de zêde dibin, wekhevî û edaletê pêk bînin.

 Tundiya dîjîtal

Souad Bannour bi bîr xist ku di salên berê de me behsa tundûtûjiya fîzîkî, zayendî û aborî dikir, lê îro em behsa tundûtûjiya dîjîtal dikin ku tundiyek nû ye û roja de bi belavbûyî tê jiyîn. Souad Bannour wiha domadn: “Di torên civakî de dema kesek wêneyek yê xwe belav dike û rastî şantaj û îftirayê tê, ev tundûtûjî bandorek xirab li ser mexdûran dike. Ji ber wêneyê ku li ser malperên tora civakî zû belav dibe û zehmet e rê li ber vê tûndîtûjiyê were girtin.”

‘Li pêşiya tundiya dîjîtal divê tedbîr bên girtin’

Souad Bannour destnîşan kir ku divê tedbîrên dîjîtalî bi baldarî were girtin, ji ber ku ew niha torên civakî li şûna ku bi erênî werin bikar anîn, bi neyînî tên bikar anîn û got: “Civak qurbaniyên tundîtûjiya di torê civakê de sûcdar dike û wê wekî sedemek rasterast ya vê tundîtûjiyê dibîne. Ji derveyî wê civak komeke Dadmendiyê ji bo mêran derdixe, da ku jinan berpirsyar bibîne. Her tim mexdûrên tundûtûjiya zayendî berpirsiyar tên dîtin. Mînak ji ber ku ew jin cilên vekirî li xwe kiriye ew jine ku wisan kirî rastî destdirêjiyê hatiye û ew jin week berpirsê tundîtûjiyê tê ditîn. Dema em behsa tundîtûjiya zewacê jî dikin, civak jinê bi tûjbûna zimanê wê berpirsyar dibîne û ew wisan dike ku heta mêr tundîtûjiyê li beramberî jinê bikarbîne.”

‘Divê malbat bên hişyarkirin’

Souad Bannour derbarê rêyên tedbîrên tunditujîya beramberî jinê wiha got: “Divê jin li beramberî tundîtûjiya fizîkî, aborî, qanûnî û elektronîk hîn zêdetir û bi hêztir li ber xwe bidin û parastina jinê parastina zarok û civakê ye. Divê hemû rêbazên çareseriyê ji bo hişyarkirina di nava malbata Mexrîb de dest pê bikin, da ku ciwanên nû dest ji tunditûjiyê berdin û li ser esasê ne normalîzekirina wê werin perwerdekirin, da ku tundîtûjî ji bo nifşên pêşerojê ji holê rabe.”