‘Jinên li welatên derve piştgiriyê didin şoreşa Jin Jiyan Azadî’

Ji bo dest xistina azadî û demokrasiyê gelê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dest bi serhildanê kirin Çalakvan Zeyeb Beyazîd dibêje; ‘Gelê Kurd tu caran ne li gel komara îslamê bû, ji ber zagonên wê li dijî demokrasiyê ye.’

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Şoreşa jinan ya bi dirûşemeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilatê Kurdisatn û Îranê destpêkir,  belavî tevahî cihanê bûye, jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku ji  feleseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor bûne,  ji bo azadiyê dest bi şoreşê kirin û ev şoreş 6 meh zêdetire li dijê vê çewisandina ku ev çend sale li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma komara Îsalam a Îranê ve li ser gel û jinan tê kirin, bi çalakiyên cûr be cûr berdewam dike.  

Çalakvan Zeyneb Beyazîd ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û li welatê Almanya jiyan dike der barê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê de destnîşan kir ku ew rewşa ku li Îranê heye ne rewşek nûye. Jinan ji bo bidestxistina armanc û azadiya xwe li dijî komara Îslamê Îranê şoreş dan destpêkirin, hewildan û têkoşînê didin û  got: “Ji destpêka desthilatdariya komara Îslamê ya Îranê ve gelê Kurd, bi taybet jin rastî îşkence, êş û tundîtûjî tên û dikevin girtîgehan. Ji ber wê gelê Kurd bi giştî û bi taybet jinên Kurd tu caran ne li gel hikumeta Komra Îslamê bû, ji ber zagonên wan li dijî demokrasiyê ye.”

‘Şoreşa Rojhilat cûda ye ji ber bi pêşengtiya jinan tê kirin’

Zeyneb Beyazîd dibêje: “Jin di bin desthilata komara Îslam, aqlê mêrsalarî û ayinî de tên hedefgirtin û tên çewisandin. Lê belê herçedî îşkence û çewisandin li beramberî jinan hebû, jinan hîn zêdetir xebat û têkoşîn dikir û her wiha şoreşa Jina Emînî bi dirûşemya ‘Jin Jiyan Azadî’ beşek ji destpêkirina vê şoreşê bû. Lê belê cûdahiya vê şoreşê ewe ku ev şoreşe bi pêşengtiya jinan destpê kir û pirsa jinê ketiye beriya pirsa netewî. Şoreşa Jîna Emînî li Kurdistanê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî hilda. Her wiha bi xebatê ev zêdeyî 40 sale jinên Kurd vê şoreşê bi rengên cûda berdewam dike.”

‘Jin li tevahî cîhanê xwedî yek pirsgirêkêye, ji ber wê dikarin şoreşê bikin’

Zeyneb Beyazîd der barê ew hemwelatiyên ku neçar mane xaka xwe bi cih bihêlin û li welatên din jiyan dikin de wiha got: “Tevahî gelê Kurd, gelê di bin destê komara Îslamê de hatî çewisandin, li welatên ji derve ji bo azadî û demokrasiyê xebat û têkoşînê dikin, dirûşmeyên azadîxwaz û demokrasi diqêrînin. Li tevahî cîhanê xwedî yek pirsgirêkêne, ji ber wê tevahî jinan rewşa jinên Kurd fam dikin, ev jî wisan kiriye ku jina Kurd bibe denge azadî û demokrasiyê.”

Zeyneb Beyazidî der barê bandora şoreşa jinan de wiha got: “Bê gûman ev şoreş cihê xwe digre û pêngav berbi azadîbûna jinê ve diçe, ji ber jin tenê di bin gefên dewletên dagirker de nîne, di civakê de dibin gefên malbatê dene û tên çewisandin. Pirsgirêka jinan yek pirsgirêke, ji ber jin li tevahî cîhanê dikare hevdû bigre û bibe xwedî şoreş û têkoşîna xwe.”