Jinên li Idlibê bi şewitandina sergînan xwarinê çêdikin
Ji ber koçberiyê, bilindbûna biha û bêkariya zêde, jinên Idlibê her dem neçar in ji bo debara jiyanê têdikoşin. Ji bo ku vê zivistanê xwe germ bikin, sergînan çêdikin û bi şewata wan xwe û zarokan ji sermaya zivistanê diparêzin.
LÎNA EL-XETÎB
Idlib - Bi hatina zivistanê re jinên koçber ên Idlibê ji bo germkirinê li alternatîfan digerin ji ber ku nikarin mazotê bi dest bixin, hin ji wan serî li çêkirina sergînan didin. Ji rêxa heywanan, pez û dewaran piştî ziwakirina wê sergîn çêdibin û wê ji bo germkirin an ji bo sobeyan bi kar tînin.
Ji bo xwe germ bikin sergînan çêdikin
Seher El-Sitûf a 36 salî ku ji bajarokê Sincar koçî kampa li gundê Kefer Yehmûl a li Idlibê bûye êşên xwe yên bi hatina zivistanê re anî ziman û wiha got: “Her tiştê ku dibe ji bo sobeyan bê bikaranîn, em dişewitînin ji bo em xwe ji sermaya zivistanê biparêzin. Em nikarin mazotê bikirin, ji ber vê yekê madeyên ji bo germkirinê yên alternatîf bi erzanî çêbikin. Di zivistana par de nekaribûm ne sobeyek ne jî mazotê ji xwe re bikirim, ji ber xizaniyê em nikarin xwe germ bikin. Hevjînê min temenê wî mezin e ji ber vê yekê min biryar da di havînê de sergînan ji rêxê çêbikim da ku di zivistanê de ji bo germkirinê bi kar bînim.”
Nûra El-Ebas a 39 ku ji gundewarê Seraqib koçî kampa Mieret Misrîn li Idlibê bûye da zanîn ku ew sergînên ji rêxê ji bo tifikan jî bi kar tînin û bi agirê tifikan xwarinê çêdikin, avê germ dikin û wiha pê de çû: “Hevjînê min di êrîşeke balafiran de di dawiya sala 2018’an de jiyana xwe ji dest da. Ez êdî nikarim qenîneyek xaz bikirim, ji ber vê yekê ez bi şewitandina sergînên ji rêxê xwarina xwe çêdkim. Bêhna sergînên rêxê xweş nîn e, di dema şewitandinê de dûman û bêhna pir xerab derdixe ku ev yek dibe sedema serêş û kuxikê û zarokên min bi nexweşiyên sîng û nefesê dikevin lê em neçar in wê bi kar bînin.”
Zarok ji cihê zibaleyan ji bo şewatê karton, cilên kevn û pêlavên qetiyayî berhev dikin
Elya El-Celo ya 35 salî ku ji ji Cebel El-Zawiyê koçberî kampeke li derdora Idlibê bûye diyar kir ku ew ji ber buhabûna madeyên germkirinê pir êşê dikşînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Komek piçûk a niştecihên dewlemend dikarin mazotê û xazê bikirin lê em kesên feqîr in nikarin ne mazotê û ne jî xazê bikirin. Ez zarokên xwe tevahiya havînê dişînim cihê ku zibale lê tên avêtin da ku kîsên naylon, karton, cil û bergên kevin û pêlavên qetiyayî berhev bikin ji em di zivistanê de wan bişewitînin û xwe ji sermayê biparêzin, bi agirê wan ji xwe re xwarinê çêbikin.”
‘Şewitandina sergînan bi tiştên plastîk û naylonan dibin sedema derketina gazên zirardar’
Li ser metirsiyên bikaranîna sergînên rêxê ji bo germkirinê Dr. Selam Elûş a ji bajarê Xan Şêxûnê ye û pispora nexweşiyên zarokan e wiha got: “Materyalên germkirinê yên alternatîf her zivistan dibin sedema gelek nexweşiyan, nemaze ya ku niha ji hêla gelek malbatên koçber ve tê bikaranîn, wek şewitandina sergînên rêxê û plastîk û kîsên naylon. Şewitandina van madeyan dibe sedema derketina gazên zirardar ên wekî karbondîoksît û monoksît, ku nefesa rêjeyên mezin ji wan dibe sedema nexweşiyên nefesê.”