'Jinên rastî tundiyê tên tên bêdengkirin'

Endama Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê Rojan Hama Kerîm diyar kir ku li Germiyan tundiya li ser jinê zêde bûye û diyar kir ku divê civak û rêxistinên jinan li dijî tundiyê hişyar bibin û bi rêxistin bibin.

ŞÎRÎN SALIH

Germiyan – Germiyan yek ji herêmên herî xwedî nifûsa zêdê ya Başurê Kurdistanê ye ku dikeve ser sînorê Îran û Iraqê jî. Bi nifûsa xwe ya 550 hezarî, herêmeke ku di warê siyasî, siyasî û leşkerî de gelek caran di rojevê de ye û her tim mijara gotinê ye. Li vê herêma Başûrê Kurdistanê ya ku nifûsa wê zêde ye, şîdeta li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên ku ajansa me bi dest xistine, ji mehên destpêkê yên sala 2022’an heta 25’ê Mijdarê li Kelar û Kifrî ku wargehên girîng ên herêma Germiyan in, 8 jin hatine qetilkirin. 

Endama Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê Rojan Hama Kerîm diyar kir ku hewldanên heta niha ji bo pêşîgirtina li zêdebûna tundî û qetlîamên li ser jinan ên li Başûrê Kurdistanê têrê nake, divê jin li dijî tundî û polîtîkayên qetlîamê zêdetir xwe bi rêxistin bikin. 

Zext bi rêxistinkirinê tê şikandin

Rojan Hama Kerîm da xuyakirin ku zîhniyeta serdest a mêr û zexta li ser jinê ya ji aliyê civaka kevneşopî ve hatiye afirandin, divê bi hişmendî û rêxistinbûnê were şikandin û got, "Ev pêkhateya kevneşopî û zilma serdest a mêr, jinên rastî tundiyê tên jî bêdeng dike.”

'Li Germiyan li gorî herêmên din tundî zêdetir e'

Rojan Hama Kerîm, anî ziman ku li herêma Germiyan li gorî herêmên din ên Başûrê Kurdistanê jin zêdetir rastî tundiya mêran tên û diyar kir ku di rêxistinbûn û birêxistinkirina rêxistinên jinan de kêmasî hene.

'Divê rêxistinên jinan bi awayekî serbixwe tevbigerin'

Rojan Hema Kerîm tevgerên jinan rexne kir û got, “Rêxistinên jinan ên Germiyanê hîna xwe bi temamî ji feraset û nêzîkatiyên serdestiya mêr rizgar nekiriye.” Rojan Hema Kerîm da zanîn ku rêxistinên jinan ji bo pêşî li zêdebûna tundiyê bigirin, hin semîner û çalakî li dar xistin, lê ev ne bes bûn. 

'Jinên rastî tundiyê tên, tên tirsandin'

Rojan Hema Kerîm her wiha diyar kir ku piraniya jinên ku rastî tundiyê tên, ji aliyê mêrên ku pê re zewicî ne, di nava civakê de û di nava malbatê de, bi şêwaz û zextên cuda yên tundiyê tên tirsandin û bêdengkirin. Rojan Hema Kerîm wiha got; “Ji bo kêmkirina şîdetê divê hemû zarok, bi taybetî jî zarokên keç, di dibistanan de li hemberî şîdetê bên hişyarkirin.”