Jinên koçer ji bo ajalên xwe zozan bi zozan digerin
Mehtab Îbrahîm Hesên a ji herêma Helebceyê, di demsalên havîn û zivistanê de bi malbata xwe re zozan bi zozan digere.
MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helebce - Li gundê Tawêr li Hewara girêdayî herêma Helebceyê, gelek malbat bi xwedîkirina pez re mijûl dibin. Ew koçer in, piştî ku zozan bi zozan digerin ji bo pezê xwe biçêrînin û berhemek baş jê bigrin.
Koçerên ku şêniyên herêma Alan û Heslîn ên li herêma Şarezûr in; di werza havînê de digihîjin gundê xwe yê li zozanan û di werza zivistanê de jî diçin gundê Tawêr. Li gorî wan li zozanan zêdetir dikarin girîngî bidin ajalan.
Di nava koçeran de çend jinên kedkar hene ku kar û barê ajalan dikin û erkek zêde li ser milên wan e. Ew ji bo jiyana guncaw ji bo xwe û malbata xwe dabîn bikin her dem dixebitin.
‘Li zozanan lawirên xwe diçêrînin’
Mehtab Îbrahîm Hisên yek ji wan jinên koçer e ku li gundê Qelebze yê Şarezûrê ji dayik bûye, piştre dema ku dizewice li gundê Alan jiyana xwe berdewam dike. Mehtab Îbrahîm diyar kir ku ew koçer in lawirên xwe li warên germiyan û zozanan xwedî dikin û got: “Çend malên gund lawirên wan hene û cihên ku lawirên xwe lê bi çêrînin tune ne, ji ber wê wan dibin gundên zozan û bi pere xerca lawiran dikin, wan xwedî dikin.”
Mehtab Îbrahîm Hisên da zanîn ku bi giştî karê xwe li gel keça xwe dike û alîkariya wê dike her wiha şivanî jî kiriye, ev bang ji bo jinan kir: “Daxwaza min ji jinan ew e ku ji xebatê netirsin û bi berdewamî hewl bidin da ku karê wan encam bigre.”