Jinên koçber bi kûrsên xwendin û nivîsandinê xewnên xwe vedijînin

Tevî şert û mercên şer, hê jî hêviya jinên koçber a hînbûna xwendin û nivîsandinê heye, ku kevneşopiyên civakê yên kevnar ew ji gelek xewnên wan bêpar hiştibûn.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - Komîteya Karûbarên Civakî û Kar li bajarê Minbicê û gundewarê wê, bi hemahengiya Komîteya Perwerdeyê û Yekîtiya Mamostayan, li ser daxwaza koçberên li kampê, kûrsên xwendin û nivîsandinê ji bo jinên li kamên Şerqî û Şerqî El-Cedîd ku 15 km dûrî bajarê Minbicê ne, vekirin.

Di sala 2017'an de di dema ku bajarê Minbicê koçberên gundewarên rojhilatê Helebê ên ku ji ber şerên di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ'ê revyabûn pêşwazî kirin, kampên Şerqî û Şerqî El-Cedîd hatin vekirin.

Kûrsên xwendin û nivîsandinê di tîrmeha borî de dest pê kiribûn. 125 jin ji kampa Şerqî û 125 ji kampa Şerqî El-Cedîd tevlî kûrsan bûn. Temenên jinên ku tevlî kûrsan bûn di navbera 13-57 salî de ye. Li gorî berpirsên van kûrsan, qonaxa yekem a xwendinê dê 3 mehan berdewam bike û îhtimal heye ku piştî qonxa yekemîn, qonaxa duyemîn û sêyemîn jî were destpêkirin û rêjeya beşdarbûna jinan û pabendbûna jinan di navbera ji sedî 80-90 de ye.

"Piştî 35 salan dîsa vegeriyam xwendinê"

Yek ji jinên ku beşdarî perwerdê bûne Emel Mihemed a 42 salî ye ku çîroka wê ji ya gelek jinên Sûriyê ku ji ber adet û kevneşopiyan an jî ji ber şert û mercên malbatê ji xwendinê hatine bêpar kirin ne cuda ye. Emel Mihemed wiha got: "Ez keça herî mezin bûm. Ez neçar bûm ku pola duyemîn a dibistana seretayî biterikînim da ku ez li xwişk û birayên xwe û li malê xwedî derkevim. Piştî ku em koçî gund bûn, me dest bi karê çandiniyê kir. Dema min li keçên di temenê xwe de temaşe dikir ku dixwînin û çenteyên xwe hildigirin, min axîn dikişand û dixwest wan kêliyên ku ji wan bêpar bûme, bijîm. Min xwe feda kir da ku xwişt û birayên min bixwînin.”

“Ez ji şervanên jin bandor bûm”

Emel Mihemed dibêje ku yên hêz û wêrekiya perwerdê car din pê re şîn kirine şervanên jin e û wiha qal dike: “Dema em hatin bajarê Minbicê min şervanên jin dîtin, hêza wan ji min re bû mîna birûskê, ez bi wan pir bandor bûm û dîtina wan min teşwîq kir ku ez ber bi xeyalên xwe ve biçim û bigihêjim wan û sînorê tirsê bişkînim. Piştî ku xwendin di dilê min de hesret mabû, ez piştî 35 salan vedigerim kursiyên dibistanê, da ku tiştên ku min di salên ku ji destê min winda bûne de vegerînim. Heya jin bi xwe bawer be û li ser rêya rast dimeşe, divê ji tiştekî netirse. Ramanên civakê her tim jinan dişkînin. Ez dixwazim hînî xwendin û nivîsandinê bibim da ku ji kurê xwe re bibim mamoste. Hemû jin dixwazin hînî xwendin û nivîsandinê bibin û di jiyana xwe de tiştekî bi dest bixin, lê civak her tim bûye asteng, îro em dibînin ku jin di her temenî de ber bi perwerdeyê ve diçin û ev jî asta daxwaza wan a hînbûnê nîşan dide."

Perwerdeya xwendin û nivîsandinê xewna wê ji nû ve vedigerînin

Oş El-Ereb a 47 salî ku ew jî yek ji jinên ku beşdarî korsên xwendin û nivîsandinê bûne anî ziman ku ew piştî 34 salan vedigere dibistanê da ku xewna zarokatiya xwe ya hînbûna xwendin û nivîsandinê vejîne û wiha got: "Ez ji ber malbata xwe ji mafê xwe yê xwendinê bêpar mam. Bavê min bi darê zorê hişt ez li malê bimînim da ku alîkariya diya xwe di karên malê de bikim. Ez di temenê 16 salî de zewicîm. Min her tim dixwest xwendina xwe bidomînim, ez dixwazim bixwînim û binivîsim ji ber ku ji bo hemû jinan pêwîst e û ji ber ku ez ji mafê xwe yê xwendinê bêpar mam, ez dixwazim niha xeyala xwe pêk bînim. Zewicandina keçan di temenê biçûk de yek ji xeletiyên herî mezin e ku dê û bav li hember keçên xwe dikin. Keçên min jî ji ber şer û koçberiya ku me jiyan kir, xwendina xwe neqedandin."