'Karkirina ji derve ji bo jinan dû qat girantir e'

Jina kedkar Nahîde Muhsîn der barê 1’ê Gulanê de got: “Sermayedar karkerên biyanî bi kêmek pere digrin, mafê me tê binpêkirin û jinên karker ji binpêkirina mafan ziyanê dibinin.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Sîstema sermayedar civak dabeş  dû çînan kiriye, ev jî çîna karker û çîna sermeyedar e. Çîna hejar piranî karkerin, ji bo dabîkirina jiyana xwe karên herî giran dike. Di nava çîna karkeran de ji ber aqlê mêrsalarî û cihêkariya sermeyader rêve dibe, jin dû caran dibe qurbanî û ji derveyî wê jî keda wan nayê berçav girtin û mafê wan tê binpêkirin.

Karkerên jin di roja 1’ê Gulanê roja cîhanî ya Karkeran de nerazîbûnên xwe ya li beramberî binpêkirina mafan diyar dikin.

‘Weke jin ji bo kar min xwest biçim ji derve’

Jina kedkar Nahîde Muhsîn diyarkir ku destpêkê ji derve dest bi kar kir û got: “Dema ku min ji derve dest bi kar kir, min xwest jin derbikevin ji derve û jin bi xwe hewil bidin, kar bikin, hêza xwe derbixin û têkevin nava civakê. Destpêkê min ji karê şîrînî û cil û berg destpêkir û piştre min dest bi karê dirûnê kir. Di sala 2019’an de min navê xwe li rêxistina ku derfetê kar ava dike qeyd kir. Karkergehek nû hate vekirin me jî baxçeyê wê paqaj kir. Min dixwest weke jinekê kedkar di nava civakê de diyar bim û derdora min jî çav li min bike ew jî kar bikin. Min xizmetek mezin ji bo baxçeyên Silêmanî kiriye û ez gelek pê keyfxweşim ku derdor paqij bikim û xelk bikarin têde aram bibin.”

‘Sermayedar kesên ku pareyek kêm qebûl dikin digrin’

Nahîde bal kişand li ser binpêkirina mafan ji aliyê şirket û xwedî karan û wiha dom kir: “Beşek ji karkerên navxweyî karê şirketan nakin, ji ber li beramberî pereyek kêm karek zêde dikin. Ji ber wê şirket karkerên biyanî ku bi pereyek kêm kar dikin digrin.”

‘Mafê karkeran  tê xwarin’

Nahîde Muhsîn wiha domand:” Roja 1’ê Gulanê roja cîhanî ya karkeran e, li gora min rojek tenê ji bo pirozbahiya karkeran têrê nake. Divê rojê de karker kar dikin, tenê me divê rojê de daxwaza piştgiriyê kirin e. Karkirina ji derve ji bo jinan dû qat girantir e ji ber erkê malê jî li ser milê jinê ye gelek caran xwedî piroje û hikumet nirxê karê me nizane û heqdestê me nadin. Divê li her cihekê jinên kedkar hebin, daxwazê ji jinan dikim derbikevin derve kar bikin, lê bila rê nedin kes mafê wan binpêbikin û. Divê hikumet rêzê li westandina karkeran bigrin, yan jî serdana mala karkeran bikin, daku bizanin çima vî karê giran dikin û çi bûye sedem ku erkê giran bixin ser milê xwe.”