Jinên kampa Şati ya li Xezayê di şert û mercên zehmet de dijîn

Li kampa Şati ya li Xezayê xizmetên herî bingehîn ji bo alîkariya niştecihên wê tune ne, di nav de kêmasiya avê jî heye, ji her çar rojan carekê nagihîje malên niştecihên kampê.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Jinên kampa Şati ya li Xezayê rastî şert û mercên jiyanê yên dijwar tên, di nav de qutbûna avê û elektrîkê jî heye. Xaniyên kampê her zivistan di bin avê de dimînin û her wiha ji ber ku xanî pir nêzî hev in aramî û ewlehî tune ye.

"Xaniyên ku em tê de dijîn ji çar dîwarên bê serban pêk tê "

Ibtîhac Dewle ya 70 salî diyar kir ku ew di sala 1948'an de ji bajarê xwe Yafa derketiye û wiha got: "Wê demê jin û zarok di kamyonek mezin de kom kirin û birin ber qeyika ku ber bi Misrê ve diçû. Biraziyê min ji serma û birçîna jiyana xwe ji dest da. Beriya ku em koçber bibin li Yafayê di xaniyek pir bedew de diman. Ji ber vê yekê dema ku ez hatim kampa Şati şok bûm. Ev xaniyên ku niha em tê de dijîn ne wekî xaniyan in ji ber ku ji çar dîwarên bê ban pêk tê û ne av, ne elektrîk, ne roj û ne jî hewa nakevê. Di destpêkê de, li kampê tenê hemamek hebû, ji bo hemû kesên ku hejmara wan zêdetirî hezar kesan e. Av ji xaniyan 2 km. dûr bû ji ber vê yekê jî ewqas mesafe dimeşiyan ji bo ku avê ji malên xwe re bînin û gelek caran jî ji avê mehrûm diman."

"Di zivistanê de mal di bin avê de dimînin û jin û zarok nexweş dikevin"

Ibtîhac Dewle da zanîn ku rewşa îro ne pir cuda ye û ya ku baştir bûye ketina elektrîk û avê ji bo her malekê cuda û çêkirina hemaman e û wiha pê de çû: "Çar rojan carekê av tê mala me. Gelek caran jin neçar dimînin avê ji çavkaniyên din bikirin û ev yek barê niştecihên kampê girantir dike, ji ber ku gelek kes bi zehmetî debara xwe dikin. Elektrîk di nava 24 saetan de tenê 4-6 saet heye. Di zivistanê de mal di bin avê de dimînin û jin û zarok nexweş dikevin."

"Jinên kampê bi tena serê xwe kar û barên zarokên xwe û mala xwe bi rê ve dibin"

Aya El-Mesrî ya 20 salî piştrast kir ku li kampê xizmetguzariyên herî bingehîn ên ku alîkariya niştecihên wê dike ji bo jiyanê tune ne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li kampê ne mimkun e ku meriv qala nepeniya jinan bike, ji ber ku xanî tenê bi dîwarek ji xaniyê din tê veqetandin, cîran dikarin dengê herî nizm jî di mala cîranê xwe de bibihîzin. Ji ber nêzîkbûna xaniyan, jinên li kampê her çiqas di nava mala xwe de bin jî nikarin tiştên dixwazin li xwe bikin. Jinên kampê bi tena serê xwe kar û barên zarokên xwe û mala xwe bi rê ve dibin, dizanin bi taybetî di şert û mercên zehmet de debara xwe bikin."

Em vegerin dîroka kampê, kampa Şati di sala 1949'an de li bakurê rojavayê bajarê Xezayê li perava Deryaya Navîn hat avakirin. Di nava kampê de penaberên ji gund û bajarên deryayî yên li başûr û navîna Filistînê ne.

Li gorî texmînên Saziya Navendî ya Amaran, nifûsa kama Şati di nîvê sala 2022'an de nêzî 46 hezar û 758 penaber bû, kampa Şati di nav 8 kampên li Zîvala Xezayê de xwedî rêjeya herî bilind a nifûsê ye.