Jinên ji ber zoriyên koçberiyê xwe li hev girtine

Ezîze El-Himêdî û Emîne Reşo her du dayikên koçberên Efrînê di malêkê de bi ruhekî hevpar li dijî zehmetiyên koçberiyê têdikoşin.

   
FERÎDE ZADE
Şehba- 18’ê Adara 20218’an dema Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliya dewleta tirk ve hat dagirtikirin, şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê bûn û piraniya wan xwe li Kantona Şehbayê girtin. Li Şehbayê gelek malbatên Ereb malên xwe ji şêniyên Efrînê re vekirin û êşa koçberiyê bi hev re jiyan. Di gelek malbatan de Kurd û Ereb bi hev re dijîn û wekheviya jiyanê diparêzin. Ezîze El-Himêdî ji pêkhateya Ereb û Emîne Reşo ji pêkhateya Kurd e di malekê de dijîn, ji me re qala jiyana xwe ya bi hev re kirin.  
“Em bi hev re pirsgirêkên malbetên xwe çareser dikin”
Ezîze El-Himêdî ya 45 salî ji navçeya Fafîn a Şehbayê ye, der barê rewşa jiyana xwe de axivî û ev tişt got: “Dema şêniyên Efrînê derbasî Şehbayê bûn, me bi hezkirineke mezin wan hembêz kir, ji ber me jî derdê koçberiyê kişandiye û em dizanin mirov di çi rewşê de dijîn. Dema êrîş li şehbayê çêbûn û şer derket em koçberî Efrînê bûn, gelê Efrînê malên xwe ji me re vekirin û qedrê me dizanibûn, niha jî erka me ye em qedrê wan bizanin û barê koçberiyê li ser wan sivik bikin. Ev nêzî du sal in em û malbata Emîne bi hev re dijîn, jiyana me bi rengekî pir rehet derbas dibe. Helbet car caran pirsgirêk derdikevin lê ya girîng ew e em ji hev fêm dikin, pirsgirêkên xwe çareser dikin û nahêlin dilê me ji hev bimîne.”    
Hevpariya rihê jiyanê
Ezîze bal kişand ser rihê jiyana hevpar bi malbata dayika Emîne re û wiha domand: “Em pir ji hev hez dikin, hezkirin jî ji taybetmendiyên jinan e. Rojek me gotinên nebaş ji hev re negotine, derketin û hatina me her bi hev re ye wekî ku du xwîşk bi hev re bijîn. Gelek caran em pirsgirêkên malên hev jî çareser dikin û baweriya me bi hev tê. Ger ez ne li mal bim û Emîne li malê be dilê min rehet e ez dizanim mala min bi xwedî ye û heman tişt ji bo wê jî derbasdar e. Em li hev miqate ne û wekheviya jiyana Kurd û Ereban diparêzin.”  
“Êşên me yek in” 
Emîne Reşo ya 66 salî ji gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şeraya Efrînê behsa hevaltiya cîrana xwe Ezîze kir û wiha pêde çû: “Dema em ji Efrînê koçber bûn, Ezîzeyê mala xwe ji me re vekir û hîşt em di mala wê de bijîn. Li gel Ezîzeyê jiyana me bi ewle ye û gelek pêwîtiyan ji me re peyda kir li vê derê. Em her dem li civata hev rûdinin û êşên koçberiyê bi hev re parve dikin. Nakokiyên me nîn in, em li dijî koçberiyê bi hev re têdikoşin.”