Jinên Idlibê serî li dermanên xwezayî didin
Bi zêdebûna bihayên dermanan, windakirina hin ji wan, xerabûna sektora tenduristiyê li Idlib û bakurê Sûriyê. Dermanê gihayî bûye armanca gelekan, ji ber ku zû tê peyda kirin û erzantir e.
SİHEÊR EL-İDLİBÎ
İdlib – Coriya El-Qasim her roj gelek kes qesda wê dikin, da ku ji ezmûna wê ya dermanên gihayî sûdê werbigirin û dermanên guncaw ji bo nexweşên xwe çêbikin. Coriya ji têkel, melhem û rûnên xwezayî dermana çêdike.
Coriya El-Qasim ji Sarmada ye, pîşe ji bavê xwe girtiye û ji bilî behreyên pratîkî yên ku ji bavê xwe stendî. Bi xwendina pirtûkên gihayî û feydeyên wan zanîna xwe berfireh kiriye. Coriya di derbarê pîşeya xwe de dibêje: "Dermankirina gihayî rêbazeke ku ji demên kevnare tê bikar anîn û di pir rewşan de bikêrhatî ye. Her giyayek taybetmendî û sûdên wê hene. Min gelek nexweşiyên kronîk derman kiriye, di nav wan de jî hin nexweşiyên asayî. Nexweşên bi kolon, tansiyona bilind, kolesterol, reumatizm, nexweşiyên singê bi gihayên min hatine dermankirin. Giyayê herî girîng tê bikaranîn çaya kesk, zencefî, yanisûn û yên din."
Xelkê Idlibê hin ji wan şiyana dermanê giyayî ku nexweşiyan derman dike bawer nakin û hin jî bawer dikin. Mawiya El-Zekî (28) ji bajarê Idlibê ye. Ev şeş sale zewiciye û ducanî nebû ye, tevî hemû hewildanên wê û gelek dermanên ku wê ducanî bibe girt. Lê encam negirt heya ku wê serî li dermanên gihayî da û wiha dibêje: "Ez pêşî çûm ba bijîşka jinan, wê ji min re piştrast kir ku ez ji tu astengiyên tenduristiyê yên ku pêş ducanî bigire nakşînim. Tevî wilo jî çênebû, heya ku hevala min şîret li min kir ku herim cem bijîşka giyayî ku ji min re pelê zeytûnê nivîsand. Ew raçêteyek kêrhatî û hêsan bû. Min serê sibê û êvarê berî razanê dest bi xwarina pelek zeytûnê ya kelandî kir. Du meh derbas nebû ez ducanî bûm."
Mawiya El-Zekî îro ducanî ye û di meha xwe ya şeşan de ye. Bi kelecan li benda nûjîna xwe ye, û şîretê li her kesî dike ku biçin dermanên giyayî.
Selam Taha (35) ji bajarokê El-Dana ye. Baweriya xwe bi şiyana dermanê gihayî ku nexweşiyan baş dike naîn e: "Dermana giyayî ku min ji bo kutleya lingê xwe bikaranî biçekî jî baş nebû, heya ku bijîşk emeliyat jê re çêkir. Ji ber vê yekê, ez dibînim ku dermanê giyayî ne bi qasî dermanê kîmyewî bi bandor e, lê belkî wekî dermanê pêşîlêgir an tonîkek ji bo laş bê bikaranîn."
Dermanfiroş Rehef El-Meqdesî (58) dibêje: "Giyayên bijîjkî dermanên bi koka nebatan in û tê de madeyên çalak hene, divê ew pir bi baldarî bêne girtin û tiryakên wan bi baldarî werin lêkolîn kirin û hesibandin. Ji ber ku hin giya kêmasî û ziyanên wan hene her çend xwezayî bin jî. Dermanên giyayî yek ji wan celebên dermanê alternatîf e û ew li gorî karanîn û taybetmendiyên xwe tê guhertin. Ji bo mercên tenduristiya zarok, mêr, jin û pîr giyayên taybet hene. Hemî dermanên gihayî hîn jî di bin ezmûnên laboratuarî û cûrbecûr lêkolînên zanistî de ne."
Rehef El-Meqdesî destnîşan kir ku ne hewce ye tiştên xwezayî her dem ewleh be, nemaze ku gelek raporên ji deverên cîhanê bi yekdengî li hev kirine ku dibe giha carinan bandorek zirar bike, wek jehrîn. Dermanê gihayî ne bi rêbaza birêkûpêkkirî ye û ji bo gelek rewşan ne guncan e.
Di civaka Idlib de, ji demên kevnare ve karanîna dermanên giyayî heye û karanîna wê di dema niha de ji ber xirabbûna sektora dermanan û bihayên bilind ên dermanan ku hevdem bûn digel belengaziya sivîlan û nekarîna wan ewlehiya wan bike.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanî texmîn dike ku ji sedî 80 ji nifûsa cîhanê niha giyayan wekî dermankirina bijîşkî ya sereke bikar tîne, digel standarda nizm a jiyanê li Sûriyê, ku ji sedî 90 nifûsê di bin xeta hejariyê de dijî, beşek mezin ji wan serî li dermanê alternatîf dan.