Jinên Filistînî destnîşan dikin ku projeya “Jina Filistînî” hêviyên wan ji nû ve geş kiriye

Projeya “Jina Filistînî” ya Navenda Karûbarên Jinan, ji bo piştgirî û parastina mafên jinan têdikoşe. Jinên ku beşdarî projeyê dibin destnîşan dikin ku ev proje jiyana wan bi temamî guhartiye û hêviyên wan ji nû ve geş kiriye.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Navenda Karûbarên Jin ên Xezayê di sala 2014’an de biryar girt ku ji bo piştgiriya jin û keçên Filistînî yên dagirkeriya Îsraîlê nbandorek mezin li ser jiyana wan dike, projeyek bi navê “Jina Filistînî” ava bike. Di nav vê projeya ku di warê derûnî û jiyanî de piştgiriyê dide bi sedan jin û zarokên keç ên Filistînî bi bernameyek bi navê “Ji kesekê wenda ber bi jinê ve” alîkariya taybet dide jinên ku hevjînê wan jiyana xwe jidest dane û vê yekê pêş dixe ku jin bi xwe bikaribin alîkarî û piştgiriya hev bikin.

Derbarê projeya “Ji kesekê wenda ber bi jinê ve” ya di sala 2015’an de lansmana wê hatiye çêkirin koordînatora projeyê Etimad Washeh nirxand û got: “Fikrê bernameya bihêzkirin û başkirinê ya ji bo jinên wenda ji aliyê Navenda Karûbarên Jin ve li ser bingehê mafan hatiye destpêkirin. Bername ji bo piştgiriya derûnî ya jinên wenda ji hîn mekanîzma, xebat û bernameyan pêk tê.”

Etîmad Washed li ser nav û naveroka bernameyê wiha got: “Proje ji bo piştgirî dayîna jinên ku di encama dorpêça li ser Xezayê û şerên tê meşandin de wendahiyên cûda, travmayan dijîn, nêzîkatiya “ji wendahiyê wenda” pêk tîne.”

Proje ji çar astan pêk tê

Etîmad Washed destnîşan kir ku proje ji çar astan pêk tê û wiha pêl da axaftinên xwe: “ Asta yekemîn bi avakirina firsendên derûnî û alîkariya civakî hewl dide amûr û qabîliyeta xwe pêşxistinê pêş bixe da ku di warê kesayetî de başkirin û bihêzkirinê pêş bixe. Asta dûyemîn de hewl tê dayîn ku bi avakirina kom û torên alîkariyê jin bikaribin piştgiriyê bidin hev û bi hev re bibin alîkar. Di asta sêyemîn de jî ji bo jinên wenda hawirdorekê civakî tê avakirin û bi konferans, nîqaşên bi koordîne yên rêxistinên civakî yên heremî de hay jêbûnê wendahiyên ku jin dijîn bê çareserkirin.” Her wiha derbarê asta çaremîn de jî Etîmad Washed wiha got: “Asta çaremîn armanc dike ku hewldanên ji bo parastina berhemên çandiniyê yên ji hêla jinan ve tên xwedîkirin were zêdekirin, li ser vê bingehê başkirina hawirdor û avhewayê were sazkirin û her wiha alîkarbûna bi zarokên keç a ji bo çûyîna wan a dibistanê dike armanc.”

Proje ji bo bi sedan zarokên keç kar dike

Etiman Washed da zanîn ku ev proje ji bo bi sedan zarokên keç kar dike û wiha pêl da axaftinên xwe: “Proje ji bo bi sedan jin û zarokên keç seansên piştgiriya derûnî dide, madî û manewî piştgiriyê dide wan û komxebatên hay jêbûnê lidar dixe. Di navbera salên 2019 heyanî 2021’an ji bo jinên wenda yên beşdarî rûniştinên projeyê bûne gelek caran rojên moralê û 5 car jî hewldanên ji bo jîngehê hatiye lidarxistin.” 

“Bi vê projeyê ji nû ve hêviyên min geş bûn”

Samar Abu Ajwa ya ji projeyê sûdê digre tiştên ku jiyan kiriye wiha bilêv dike: “Li Xezayê di dema êrişan de mala min hat bombebarankirin û bi giştî hilweşiya. Ji ber ku kesûkarê me nîn bû rewşa pir xirabtir bû. Li gel vê pirsgirêkên min ê nav malbatî bi hevjînê min re jî zêde bû. Heya ku Navenda Karûbarên Jinan perwerdeyek ji bo jinan ragihand rewş wisa bû. Destpêkê di warê beşdarbûnê de min dûdilî jiyan kir, ez vê înkar nakim. Lê niha rewşa min ji ya destpêkê gelek baştir e.”

Nepaş Eleiwa jî hestên xwe wiha bilêv kir: “Di êrişa herî dawî ya li ser Xezayê de endamekê me ya malbatê jiyana xwe jidest da. Li ser vê yekê dayîka min nexweş ket û rewşa wê xirab bû, her wiha ji ber rewşên hat jiyîn derûniya min pir xirab bû. Ez hilweşiyam... lê piştî ku beşdarî vê projeya perwerdê bûm jiyana min di carekê de hat guhartin, ji nû ve hêviyek min çêbû û ev veguherî xalê ronakiyê.”