Jinên Efganistanê ji bo xwe qad ava dikin

Selam Rehiyaft ya li Efganistanê ji bo jinên ku ji aliyê Talîbanê ve ji karê xwe bûne bi armanca piştevaniyê li gel 10 jinên din kafe-restoran vekiriye, dibêje: “Me jinan soz daye ku Talîban çi bibêje bila bibêje em ê xebatên xwe berdewam bikin.”

BAHARAN LEHIB

Kabul - Talîbana ku cara duyemîn e Efganistanê dagir dike heta niha, weke dema yekem, careke din jinan xist girtîgeha malê. Lê belê jinên Efganistanê ku dest ji doza xwe bernadin, ji bo zarokên keç ên ku mafê wan ê xwendinê ji dest wan hatiye girtin ‘polên veşartî’ ava kirin. Niha jî jinên ku ji karê xwe hatine dûrxistin dest bi avakirin cihê xebatê kirine.

10 jinan ji bo kar kafeyek vekir

Selma Rehiyaft bi hevalên xwe re cihekî kar ê biçûk vekiriye. Li aliyekî bajarê Kabîl kafe- restoranek vekiriye û 10 jin jî tê de dixebitin, kafe- restoran bi dîzayna xwe ya taybet, aram û atmosferek xwe ya xweş dibe cihê bêhnvedanê. Li aliyekî wê pirtûkxane heye. Di nava refên pirtûkan de romana bi navê ‘Dayik’ ya Maxim Gorky balê dikşîne.

‘Min xwest alîkariya jinên ku ji karê xwe bûne bikim’

Selma Rehiyaft diyar kir ku sermayeya wê gelek kêm e û got: “Di dema Talîbanê de min xwest alîkariya jinên ku ji karê xwe ji dest dane bikim. Bi vî awayî ji derveyî ku jin alîkariya malbata xwe bikin, ji girtîgeha ku Talîban ji wan re ava kiriye rizgar dibin.”

‘Me soz daye ku Talîban çi bike bila bike em ê karê xwe bidomînin’

Selma Rehiyaft da zanîn ku kafe-restoran di dema hatina Talîbanê de li Kabîlê vekirine û wiha domand: “Talîban destûr dide jinan ku bi navê ‘Jinên Efgan’ restoran ji aliyê jinan ve were vekirin. Sedema vê jî baca zêde ya ku her meh ji me jinan digre ye. Tevî baja em didin jî Talîban bi çavekî baş li me nanihêre. Mêrên ku tên restorana me hewl didin me û jinên din ên di restoranê de biçûk bixin û heqaretê li me bikin. Lê belê em jin bi biryar in, Talîban çi bibêje bila bibêje, me soz daye ku em ê karê xwe berdewam bikin.”

‘Ji bo jinan cihekî çandî ye’

Selma Rehiyaft destnîşan kir ku kafe-restoran ji bo jinan cihekî çandî ye û got: “Me atmosferek wisa ava kiriye ku ev kafe ne tenê cihê ku jin werin xwarinê li bixwin e. Jin di kafeya me de bi azadane li gel havalên xwe tên ba hev, pirtûkan dixwînin yan ji qada ku bi vî armancî hatiye avakirin ji bo pirtûkxwendinê tên.”