Jinên di kampan de bi zarokên xwe re rojên bi êş û zehmet dijîn

Koçberên ku di kampên Dêrazorê de niştecih bûne bi şert û mercên jiyanê yên zehmet re rûbirû dimînin û rola rêxistinên mirovî di piştgirîkirina wan de pir kêm e, bi wan re nabin alîkar. Her wiha Rêveberiya Xweser li wir nikare hemû pêwîstî û xizmetê pêşkêş bike. Di heman demê de herî zêde jin ji rewşa koçberiyê zirarê dibînin û rastî tundiya du qat tên.

 
AMALÎ SELÛM
Dêrazor- Li dever û welatên ku di rewşên awarte de ne, jin rastî tundiyê tên û ev tundî  di şer û koçberiyê de zêde dibe. Di kampên ku li deverên çolistanî ji bo koçberan hatine avakirin û pir berfireh bûne de, jin ne xwedî maf in, ne kar û ne jî derfeta guhertina rewşa ku tê de ne.
Rêvebera kombûna jinên Zenobiya a kampa Ebû Xeşeb, Zehra El-Taya diyar kir ku jinên li kampê dijîn rastî şîdeta malbatî, devkî û civakî tên û bi giranî tên paşguhkirin û wiha got: "Tevî ku sîstema komînan hêzê dide jinan ji bo ku kampan bi hevkarî bi mêran re bi rê ve bibin jî hebûna jinan di komînên li kampên Dêrazorê de weke şeklî û fermî dimîne. Di sîstema komînan de jin û mêr bi hev re kar bidin meşandin lê li kampên dêrazorê zilam kampan kontrol dikin." 
Der barê xizaniya li kampê û pêwîstiya peydakirina derfetên kar ji jinan re, Zehra El-Taya wiha got: "Jin pêşengiya civakê dikin lê di warê perwerdeyî, pratîkî û aborî de hinekî lawaz in û hatine paşguhkirin. Ji ber vê yekê pêwîst e jin ji bo xurtkirina kesayeta xwe bixebitin da ku karibin rola xwe pêk bînin û di helwestên xwe de bi israr bin."
Her wiha Zehra El-Tayaa diyar kir ku di kampê de gelek jinên ku berpirsyarên zarokên xwe ne hene, tu kes bi wan re nabe alîkar û piştgiriya wan nake û wiha got: "Li kampa Ebû Xeşeb zêdetirî 30’yê jinan bê hebûna hevjîn, zarokên xwe bi tenê mezin dikin her wiha ew ji ber şert û mercên jiyanê êşên mezin dikşînin."
Li ser rola wan di pêşxistina jinan de tevî van hemû zehmetiyan, Zehra El-Taya wiha anî ziman: “Me di warê hişmendiya rewşenbîrî û civakî de gelek xebat pêk anîne û em civînan bi awayekî domdar ji bo şêniyên kampê bi armanca danasîna mafên jinan û ji bo ku jin xwe bispêrin hêza xwe pêk tînin. Me di van demên dawî de guhertinên erênî û pêşketinên mezin di fikrên jinan de dît."
Keçên di temenê biçûk de li kampên koçberiyê tên zewicandin
kampa Ebû Xeşeb ku di sala 2017'an de ji bo xelkên ji operasyonên leşkerû û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê reviyan hatiye avakirin. Jina bi navê Fatma El-Alî nişteciha vê kampê ye, wê der barê rewşa jinan di kampê de wiha got: "Keç di kampê de ji mafên xwe yên xwendinê bêpar in û dema ku temenê keçan dibe 15 salî malbat wan didin zewicandin, ji ber ku malbat di rewşa xwe ya zehmet de keçên xwe wekî bar dibînin."
Fatma El-Alî diyar kir ku koçberên kampa Ebû Xeşeb derfetên kar nabînin ku debara malbatên xwe pê bikin û wiha dirêjî da  gotinên xwe: "Ji dema ku em ji gundên xwe koçber bûne ve, me gelek êş û zehmetî dîtin. Rewşa me di kampa Ebû Xeşeb de ji rewşên kampên din cudatir e, pêwîstiya me bi perwerde û kursên pîşeyî heye da ku em karibin debara jiyana xwe û zarokên xwe bikin."
Her wiha di dawiya gotinên xwe de wê daxwaz kir ku piştgirî û hişyarkirina jinan bê kirin û banga peydakirina derfetên kar ji bo jinên li kampê kir ku ev yek bi riya vekirina kursên dirûtin û hemşîretiyê ye.
"Kampa Ebû Xeşeb ji desteka rêxistinên mirovî bêpar e"
Jina bi navê Meryem Mihemed jinebî ye û di zeviyên çandiniyê de kar dike ji bo ku hinek pere qezenc bike û debara zarokên xwe bike diyar dike ku kampa Ebû Xeşeb ji xizmetê bêpar e û wiha dibêje: "Hemû kamp ji aliyê rêxistinên mirovî ve tên piştgirîkirin û alîkarî çiqas kêm be jî ji bo niştecihên kampan tê pêşkêşkirin lê kampa Ebû Xeşeb ji pêdiviyên pêwîst ên weke dermanxane û dibistanên ji bo ku zarok tê de perwerdeyê bibînin û derfetên kar ji bo jin û mêran jî bêpar e."
Meryem Mihemed teqez dike ku demsala zivistanê êşên koçberan bêtir dike ji ber vê yekê ew daxwaza peydakirina alavên germkirinê dike û wiha dibêje: "Demsala zivistanê tê, tu kes tune ye ku alîkariya me bike, em van mehên zivistanê yên sar derbas bikin. Pêdiviya me bi alavên germahiyê û madeyên xwarinê û dermanan heye."
Ji ber rewşên şer koçber bûn û tu destek nedîtin
Jina bi navê Jurya El-Alî ji beriya 5 salan ji cih û warên xwe koçber bûye û li kampa El-Hewayîc a ku di sala 2018'an de hatiye avakirin niştecih bûye wiha dibêje: "Ji ber rewşa şer em ji malên xwe derketin û zarokên me sêwî man û jinên me jî jinebî man. Em di vê kampê de ji nebûna pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê êşê dikşînin, nan û av nayê peydakirin her wiha gelek pêdiviyên jiyanê di vê kampê de peyda nabin."
Her wiha Jurya El-Alî banga piştgiriya jin û zarokan ji hemû aliyan ve kir bi riya pêşkêşkirina xizmetguzariyên xwendinê û teqez kir ku pêwîst e destwerdana rêxistinên mirovî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan, bi taybetî bi hatina zivistanê re hebe.