Jinên ciwan ên Misirî ji travmaya sinetê xilas nabin

Li Misirê diyardeya "suneta jinan" ku kevneşopiyeke kevnar e û piştre ket çarçoveya sûc, hê jî berdewam dike. Gelek jinên ku di zarokatiya xwe de di bandora vê diyardeyê de mane, bi tedawiyê hewl didin vê travmayê derbas bikin.

ESMAA FATHÎ

Qahîre – Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), 'sineta jinan' a ku li Misirê li dijî zarokên keç tê pêkanîn wekî cureyek tundiyê tê hesibandin. Di heman demê de qanûnên Misrê, vê kevneşopiya ku bi hinceta “namûsê” organên zayendî yên keçên ciwan deforme dike û weke amûreke çewisandinê tê dîtin, di çarçoveya sûc de dibîne. Tevî van hemûyan jî diyardeya 'sineta jinan' hê jî li Misirê bi awayekî belavbûyî tê dîtin. Ev diyardeya ku weke parçeyek kevneşopî û edetan tê binavkirin, di gelek jinan de trawmayê ava dike û kalîteya jiyana wan kêm dike. Pêwîst e di mijara ji holê rakirina vê fêrbûnen sûcdar hay jê hebûn bê avakirin û bi qanûnên qedexekirina van pêkanînan re li ber xwe bidin. Jinên hatine sinetkirin pirsgirêkên jiyan e ji ajansa me re vegotin.

"Min her dem kabûsan didît"

Hind Elî diyar kir ku ew bi kêfxweşî hatiye sinetkirin û bawer kiriye ku dê tiştên çêbibin baş bin û wiha got: “Daweteke ku stranan tê de digotin, bi qutkirina perçeyek min bi dawî bû û temaşevan bi qîrîna min ecêbmayî man, ez du saetan giriyam. Min şokek jiya û heta ku ez mezin bûm min ew ji bîr nekir, piştre min serî li psîkiyatriyê da. Ji ber ku ez her dem kabûsan dibînim.”

"Hêviya min a başbûnê heye"

Hind Elî da zanîn ku ev nêzî 2 sal in tê dermankirin û hê jî bi temamî baş nebûye, bijîjkê wê piştrast kir ku kiryara sinetbûnê ya di ciwaniyê de sedema sereke ya van kabûsên e û wiha got; "Ez heta îro heman êşê dikşînim û ji bo vegerim jiyana asayî hêviya min a başbûnê heye.”

"Min ji bijîjkan nefret kir"

Samar Emad diyar kir ku ji bijîjkan nefret dike û sedema vê jî sinetbûna ku di biçûkatiya xwe de dîtiye ye û wiha axivî: “Min digot qey min tiştên ku di biçûkatiya xwe de jiya ye ji bîr kiriye lê dema min di reklamek de keçeke gundî dît ku pir dişibiya zarokatiya min, ew bûyer hat bîra min.”

"Ez bi êşên xwe re rû bi rû bûm"

Shaîma Samîr, diyar kir li dijî dayik û bavê xwe bi salan hesta nefretê hîs kiriye, da zanîn ku piştgiriya psîkolojîk digre. Shaîma Samîr wiha axivî: “Ez bi êşên xwe re rû bi rû bûm û piştî wê rûbirûbûnê bi awayeke xwezayî baş bûm. Ez piştî wê fikirîm ku dikarim bi van re têbikoşim, min mala xwe terikand. Dayika min û meta min bi jineke xwedî dîmenek tirsnak re hatin. Jineke ku tenê neştera we tê bîra min. Ez nikarim bibêjim ku ez ji wan nefret dikim lê ez ji hemû mêran nefret dikim û wan efû nakim. Ez hêvî dikim dema ku wan efû bikim dermankirina min bi dawî bibe."

"Ez li dijî hevjînê xwe biyanî bûm”

Hoda El-Ragheb ku diyar kir 10 sal berê zewiciye û gelek caran bi hevjînê xwe re pirsgirêk jiyaye, da zanîn ku ji bo çareseriya vê serî li şêwirmendê zewacê daye û wiha got: “Ez li dijî hevjînê xwe pir biyanî bûm. Piştre min serî li psîkiyatriyê da. Ji min re got ku tiştên ez dijîm, ji ber encama sinetê ye. Ez gelek çîrokan dizanim jin ji ber encamên sinetbûnê gelek êşan dikşînin. Ez di yek ji saziyên ku bi van dozan re têkildar in de dixebitim û min hevjînên ku piştî zewacê zarokên keç neçarî sinetê dikin dît.”