Jinên Bazyan li hemberî şidetê neçarî bêdengiyê hatine kirin
Jinên bajarokê Bazyan didin diyarkirin ku ji ber nebûna rêxistinên jinan li Bazyan dibe sedema tunditujî li beramberî jinan zêde bibe û jin ji tirsan jî nekarin biçin cihek din gilî bikin.
TERZE TAHA
Silêmanî - Li bajarokê Bazyan ji ber nebûna rêxstinên jinan, jinên rastî tunditujiyê tên bendeng dimînin. Gelek jin hene ji tirsa kur, bav û hevjinê xwe nikarîn di derbarê tunditujiyê de bi axivin. Yek ji wan jinên rastî tundiyê hatiye got: “Destjê berdin hevjinê min nav çavên min şin kir, şona derbên li min xistî sax jî bûne bila aliyê din jî şin neke.”
“Heta tu neyê mala min halê mi nizanî”
Fatma Mehmud a 45 salî axaftina xwe bi gotinên pêşiyan destpê dike û dibêje: “Heta tu neyê mala min tu nizanî halê min. Tunditujî gelek heye, ez hinek mêran nas dikim ku nahêlin hevjîna wan ji bo kirîna cil û berg û pêdawistiyên malê biçin ji derveyî malê. Hewceye ew aqlê ku difikire divê tenê jin di mala xwe de bin were guhertin.”
“Gelek mêr hene rêzê nadin jinê”
Şêxan Mehemed Salih a 37 salî di derbarê tunditujiya li beramberî jinê de wiha got: “Heta cihekê azadî heye, lê belê tunditujî jî heye, gelek mêr hene rêzê nadin jinê. Ji ber vê divê jin şiyar bin, divê zarok li ser bingehê wekheviyê ji aliyê dayik, bav û mamostayan ve werin perwerdekirin.”
“Li cihên rêxistinên jinan nebe şidet zêde ye”
Emine Ehmed ya 57 salî jî bal kişand ser giringiya rêxistinên jinan û wiha domand: “Hebûna rêxistinên jinan sedemê belavbûna hişyariyê ye. Di vî bajarokî de tu rêxistinên jinan nîne, lê li bajarokên dinê rêxistinên jinan hene ji ber wê jî li wan deran tundîtujiya beramberî jinê kêmtire.”
“Ji sê jinan dû jin rastî tunditujiyê tên”
Jina çalakvan Neşmîl Îbrahîm jî bilêv kir ku ji her sê jinan du rastî şidetê tên û wiha berdewam kir: “Ji sê beşan li ser du beşe civakê qalê mêrsalarî serdete, ji ber wê jî ji her sê jinan du jin rastî tunditujiyê tên. Mêr tunditujiya cûr bi cûr li beramberî jinê bi kartînin, ne tenê lêdan rê nedana jinê ya çûyîna ji derve jî bandor dike. Bi her nêzîkatiyên xwe hewil didin deshilata xwe ya li ser jinê bidin hîskirin, ji ber wê jî divê em şidetê tenê fizîkî nebûnin, aliyê wê yê derunî û jiyanî hîn girantire.”
Neşmîl a sala 1983’an di nava rêxistina jinên Yekitî de cihê xwe girtiye û heta niha di nava xebatên cuda de ked daye wiha qala tundiyê dike: “Piştî qeyranê tu rêxistin li vêderê nemaye, yekitiya jinan nemaye, eve jî valetiya hîşyariyê dide avakirin. Ez gihame wê baweriyê ku demê berê mafê jinan zêdetir bû, wê demê gelek baştir bû jin û mêr bi hev re kar dikirin. Wê demê kesê tiştek ne dixwest, lê belê niha berevajû bûye.”
“perwerde dikare guherînê bide çêkirin”
Çalakvana navçeyê Sîver Sitar jî da zanîn ku tunditujî di nava malbatan de tê guhertin û wiha got: “Gotinên xelkê li vê navçeyê desthilate, hertim tirsek ji gotinên xelkê heye. Weke mînak dema ez demekê ji gel havalek xwe hatim di demjimêr 8’ê êvarê de hatim mal, gotinên heta seet 2’ê şevê li gele yekê bû li peyî min gotin. Ez ji van nêzîkatiyan şoq bûm. Xwendevanên keç bi zorê ji xwendina dikin û bi kesek ne nas re didin zewicandin. Dema ku keçik nerazî be û bi ya wan neke malbat biryar dide ku keçikê bikuje. Ji xwe jin bejdarî tu kombûnan nabin. Ji ber wê hebûna perwerdeyek baş wê jinên vê navçeyê şiyar bike.”
Bajarokê Bazyan girêdayî bajarê Silêmaniyê ye, dikeve Başûrê Rojavayê Silêmanî dûrê wê hemû çiyaye li gora daneyên fermî yên 2020’an hêjmara runiştvanên vî bajarokî zêdeyî 50 hezarane wek mezintirin navçeya pişesazî ya îraqê tê zanîn ku ji sedan 30 kargehên Îraqê li Bazyan hene.