Jinên başûrê Lubnanê dixwazin vegerin ser axa xwe

Di nav şert û mercên dijwar ên koçberiyê de, jinên Frounê hewl didin bi kar û xwendinê jiyana xwe ji nû ve ava bikin, lê vegera rastîn girêdayî ji nû ve avakirina malan û peydakirina şertên jiyanê ye.

RANA CÛNÎ

Lubnan ـ Şerê Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê, bû sedema koçberbûna şêniyan, hilweşandina malên wan û bêparmayîna wan a ji gundên xwe. Tevî wêrankrinê gelek kes vegeriyan malên xwe, gelek kesan dît ku êdî malên wan tune ne ku tê de bijîn. Ji ber vê yekê wan biryar da ku ji bo ji axa xwe dûr nekevin, li navendên nû yên koçberiyê yên nêzîkî gundên xwe bimînin.

Li bajaroka Frounê ku li başûrê çemê Lîtanî û li kêleka Wadi al- Hucêrê ye û ji sedî 95’ê wê hatiye wêrankirin, rewş xirab e. Şêniyan tevî berdewamiya êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser vegera xwe israr kirin û navendeke koçberiyê ya nêzîkî malên xwe, kirin cihê rûniştina xwe. Di vê navendê de 19 malbat di yekîneyên niştecihbûna demkî de dijîn ku ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar in. Lê tevî şert û mercên dijwar, wan biryara mayîna li ser axa xwe daye.

Yek ji wan jî Elyaa  bizî ye ku bi amadekirina xwarinê û firotina wê re mijûl dibe ku debara alîkarîker ji bo malbata xwe peyda bike û barê aborî yê li ser wan, sivik bike. Elyaa  bizî ne tenê ye, jinên din ên li navendê jî di şert û mercên ku bêkarî zêde bûye, çalakiyên aborî kêm bûne û bihayên tiştan bilind bûne de, xebatê û avakirina çavkaniyên debara jiyanê çêtir dîtine. Ev yek di demek ku şer hê berdewam e de diqewime.

‘Divê jiyan li ber şer û kêmbûna çavkaniyên jiyanê raneweste’

Sicûd Remedan, xwendekara Fakulteya Tenduristiyê ya Zanîngeha Îslamî ye û di warê zanistê de xwendina xwe didomîne. Di heman demê de, ew dersên taybet jî dide. Ew li hember şert û mercên heyî teslîm nebûye, biryar daye ku xwendina xwe bidomîne û derfetek kar ji bo xwe biafirîne. Ew tekez dike ku divê jiyan li ber şer û kêmbûna derfetên jiyanê raneweste.

‘Şer nikare rêwîtiya xwendinê rawestîne’

Ew dibêje ku ders dide nêzîkî 12 xwendekaran û di heman demê de li ser projeya xwe ya mezûniyê dixebite. Di vê projeyê de mijara berxwedana bakteriyan li hember çend cureyên antîbiyotîkan di beşên lênêrîna zêde ya nexweşxaneyan de lêkolîn dike. Sicûd wiha got: “Afirandina derfetan a di nav dijwariyan de yek ji şêwazên hêz û berxwedanê ye.”

Wê destnîşan kir ku berdewamiya wê ya di xwendin û kar de, tevî ku ew li navenda koçberiyê dijî, nîşan dide ku şer nikare bibe sedem ku mirov ji armancên xwe dest berde an jî rêwîtiya xwendinê rawestîne.

‘Bi dikanên biçûk têkoşîna şert û mercên dijwar yên koçberiyê dikin’

Her wiha, keçên din jî koçberiyê veguherandine derfeteke ji bo kar . Betûl Remedan jî alîkariya malbata xwe di rêvebirina firoşgehek biçûk de dike. Xwişka wê ev dikan vekiriye da ku ji aliyekî ve pêdiviyên malbatên li navendê peyda bike û ji aliyê din ve jî çavkaniyeke debarê ji bo malbata xwe biafirîne.

Betûl got: “Armanca vekirina dikanê ew bû ku ji vê projeyê sûd bigirin û pêdiviyên mirovan ên li navendê peyda bikin. Malbata min beriya şer di warê firotina xwarinan de dixebitî, lê xwişka mi jî hin caran bêhnxweşî û hin pêdiviyên din difirotin.” Wê got ku vê dikanê alîkariya xwişka wê kiriye ku ew wekî xwendekareke zanîngehê hin lêçûnên xwe peyda bike û xwendina xwe bidomîne. Betûl jî hewl dide alîkariya malbata xwe bike, di heman demê de xwendina xwe ya pola nehemîn didomîne û eleqeya wê bi karên destan û dirûtinê heye.

Betûl Remedan tevî dijwariyên jiyana li navenda koçberiyê, tekez dike ku vegera li ser xakê hesta jiyanê careke din daye wê. Piştî ku malbata wê demekê dûrî bajarokê xwe koçber bûbû, vegera wan hesta jiyanê ji nû ve zindî kiriye. Lê bi vegerê dawî li êş û zehmetiyan nayê. Malên wêrankirî hîn jî li benda ji nû ve avakirinê ne û yekîneyên niştecihbûna demkî jî şert û mercên guncaw ên jiyanê peyda nakin, bi taybetî bi nêzîkbûna demsala zivistanê re.

Vegera ser axê nayê wateya bidawîbûna zehmetiyan

Elyaa  bizî jî yek ji jinên ku bi malbata xwe re li navenda koçberiyê dijîn e. Ew bi malbata xwe ya ji şeş kesan pêk tê, di yekîneyeke niştecihbûna teng de dijî .Ew destnîşan dike ku ji ber tengbûna cihê rûniştinê, malbat neçar mane ku ji cihê hevpar ê derve ji bo amadekirina xwarinê û danîna hin tiştan sûd bigirin, ji ber ku di yekîneya wan de metbexeke guncaw tune ye.

Wê got ku amadekirina xwarinê di demsala zivistanê de zehmettir dibe, bi taybetî ji ber hebûna zarokekî biçûk. Ji ber vê yekê, ew neçar e saet pêncê sibehê ji xewê rabe da ku pêdiviyên dibistanê yên zarokê xwe amade bike û got: “Jiyana li navendê dijwar e, lê vegera Frounê ruhê jiyanê careke din daye me. Koçberiya li derveyî bajarokê de wekî windakirina beşeke mezin a ji jiyanê ye.”

‘Malbat li hêviya ji nû ve avakirina malên xwe ne’

Her wiha Mehasin destnîşan kir ku malbat hewceyê temamkirina xizmetên bingehîn in, yên wek av û elektrîk, her wiha peydakirina çareseriyên niştecihbûnê yên guncawtir. Wê tekez kir ku daxwaza şêniyan tenê vegera malên xwe û jiyana li ser axa xwe ye. Wê diyar kir ku mala wan a ji du qatan pêk dihat, bi tevahî hatiye wêrankirin û ji wê malê tenê kavil mane. Malbat hîn jî li benda ji nû ve avakirina mala xwe ye, ne ku tenê bi yekîneyên niştecihbûna demkî razî be. Yekîneyên ku ne ji sermaya zivistanê û ne jî ji germa havînê diparêzin.