Jinên Afganî yên bi cesaret serî li hember gefan natewînin

Koordînastora Weşana Ajansa Nûçeyan a Jinan a Afganî Homeira Saqib destnîşan kir ku piştî biryara DYE ya vekişîna ji Afganistanê çalakvanên mafên mirovan û jin hedef hatin girtinê û got: "Li ku dibin bila bibin, jin warên xwe terk nakin û seknêk bi cesûr nîşan didin.”

Navenda Nûçeyan - Koordînastora Weşana Ajansa Nûçeyan a Jinan a Afganî û çalakvana mafên mirovan Homeira Saqib bi zengilên alarmê yên li welatê xwe nişan dide. Homeira Saqib bilêv kir gefên ku li wan tên xwarin zêde dibe û dibêje ku ev 20 roj in wan nekariye li ser malperên xweyên înternetê nûçeyan biweşînin û ew hatine hackêr kirin. Homeira Saqib anî ziman ku di mehên borî de, gelek xebatên wê, çalakiyên rojnamevanî, bi tehdît û şantajê hatin asteng kirin û tirsandin û got: "Me nikaribû 20 rojan bigihîjin malpera Ajansa Nûçeyan a Jinên Afganî û ew hat astengkirin (hack) kirin. Me di derbarê gefan de, bi têlefonê, gelek peyam û tehdîd girtin. Mase û laptopên me hatin asteng kirin. Her çend me nivîsgeha xwe veguhezt cihekî kêm xuya dike jî, lê dîsa jî tehdît kêm nebûn. Bê guman, gefên hatine neyînî bandor li me kir, di dawiyê de gihîşt asta êrîşê.”
"Tiştê ku dixwazin dikin" 
Homeira Saqib diyar kir ku gefên li dijî çalakvanên civaka sivîl û jinan zêde bûne, destnîşan kir ku hikûmetê berpirsiyariya xwe ya di vî warî de bicîh neaniye. Homeira Saqib bûyera qetilkirina çalakvanê civaka sivîl Yusuf Raşid bey bibîr xist û got: "Tiştê ku ew dixwazin dikin destûrdayîna çekan e." Homeira Saqib diyar kir ku hukumeta Afganistanê xwe mecbûr nabîne ku van mijaran bişopîne û her wiha atîf bi aktorên ku di warê aşitiya herêmê de kar dikin kir. Homeira Saqib bawer dike ku ev aktor, çi xwecih, çi herêmî û çi navneteweyî tenê hewl didin ku planên hukûmetên xwe pêşve bibin.
"Pêwîste gavên bilez werin avêtin" 
Homeira Saqib banga li hember tiştê qewimî tedbîrên bilez bêne girtin kir û wiha domand: "Wan welatan piştî 11’ê Îlonê ji bo nirxên mafên mirovan ji nû ve bi rih bikin ne hatin Afganistanê ? Mixabin, heke ew gelên Afganîstanê neparêzin û li rex wan nesekinin, ew ji aştîxwazî bêtir parvekirina hêzê ye. Ez wekî jinek Afganî, bawer nakim ku aştî ya ku mafê min ê xwendin, xebat û azadiya xwe îfade kirinê nebe, bawer nakim  ku ew aşitiye, ji ber ku ew ne aşitiye."
"Gelek rojnamegerên jin jiyana xwe ji dest dan" 
Homeira Saqib destnîşan kir ku rewşa welêt digel ku hikûmeta Afganî bi Talîban re dest bi danûstandinên aştîyê kir di mehên dawî de krîtîk bûye û gotinên xwe wiha domand: “Çalakvanên sivîl ên Afgan dijî danûstandinên bi koma terorîst re derdikevin, nîşan dide ku jin herî zêde di bin metirsiyê de ne, ji ber ku piraniya êrişên li Afganistanê li dijî jinan e. Gelek rojnamevan rastî êrîşê hatin û gelek ji wan ji ber gefan neçar man ku ji Afganistanê birevin û gelek jinên nûçegihanên navdar di êrîşên dawîyê de jiyana xwe dest dan."
"Ligel zextan jin seknek bi cesûr nîşan didin" 
Homeira Saqib bal kişand ser vê yekê ku jinên Afganî bi xeterbûna jiyana xwe dixebitin û gotinên xwe wiha bi dawî kir, "Ew di kîjan warî de bin, ango ked, çand, huner, siyaset, ekolojî, ew dev ji warên xwe bernadin û seknek bi cesûr nîşan didim.”
Werger: JINHA