Jinên Afganî: Em ji çavkaniya xwe YPJ’ê hêzeke mezin digrin

Jinên Afganî diyar kirin ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li Rojava hatine avakirin ji bo hemû jinên cîhanê çavkaniya îlhamê ye û bi gotina; "Gelek tiştên ku em ji wan fêr bibin heye”, gotin ku hêzeke mezin ji YPJ'ê digrin.

BAHARÎN LEHIB

Kabîl –Yekîneyên Parastina Jin-YPJ ku her çend di Rojhilata Navîn de ne yekemîn be jî yek ji yekemîn mînakên ezmûna parastinê ya jinên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ye, îlhamê dide jinên Afgan jî. Jinên Afganî yên li ser Yekîneyên Parastina Jin ku di 4’ê Nîsana 2013’an de avakirina xwe ragihand, pêwîstiya xwe ya bi rêxistinbûn û xweparastinê anîn ziman, nêrînên xwe parve kirin.

“Aliyek balkêş ê YPJ'ê heye"

Mezûna Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Kabîlê Mersal Mayar, wiha dibêje: "Bi hatina Talîbanê re, em neçar man li malên xwe bimînin lewra min bi rastî dest bi fêrbûna agahiya Yekîneyên Parastina Jinê kir û fêr bûm hêzek wiha heye." Mersal Mayar diyar kir ku YPJ ku li axên Sûriye û Rojava xwe birêxistin dike û di nava wê de jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û Ermenî cih digrin, xwedî aliyekî balkêş e û bi gotina, "Jin li dijî zehmetiyên li welatê xwe jî şer dikin" destnîşan kir ku mînakên pir girîng in.

"Ez ji wan gelek tişt fêr dibim"

Mersal Mayar diyar kir ku jin bi awayekî bi zanebûn ji bo welatê xwe têdikoşin û wiha got: “Em weke jinên têkoşer û azadîxwaz rêzê ji wan re digrin. Her dem ji bo mafên hemû jinên welatê xwe, ji bo pêşxistina edaletê li dijî dagirkeran têkoşiyan û bi şev û roj xwe bi rêxistin kirin. Bi têkoşîna xwe hatine vê pozîsyonê. Em dibînin ku ew li hemberî zextan serî natewînin. Ew jinên wêrek in û ez gelek tişt ji wan fêr dibim.”

“Jin ji wan cesaretê digrin”

Mersal Mayar, anî ziman ku Yekîneyên Parastina Jin girîng û mînak in û axaftina xwe wiha didomîne: “Em li tiştên ku wan afirandine dinêrin, ji ber ku wan berjewendiyên gelê xwe dan pêşiya xwe. Yekîneyên Parastina Jin bi nêrîn û ramanên xwe dikarin piştgiriya jinên Afganî bikin. Ji bo jinên welatê xwe û cîhanê bûn jinên wêrek û leheng. Gelek tiştên ku jinên Afganî ji wan fêr bibin hene. Jin ne tenê li Afganistanê di rewşek xirab de ne, li welatên herî azadîxwaz ên cîhanê jî pirsgirêk hene û divê rêxistinên jinan bi hêz bin. Yanî jinên Sûriyeyê tu carî bêdeng nebûn, şer kirin. Weke ku em dibînin, DAIŞ weke koma herî xeternek a terorîst a cîhanê tê naskirin. Tevî hemû êrîşan jî bê tirs li ber xwe dan û li dijî DAIŞ'ê şer kirin. Îro em dibînin ku jin ne qels in. Jinan li dijî terorîstên herî mezin şer kirin, gelê xwe û welatê xwe ji vê bindestî û wêraniyê rizgar kirin û bi pêş xistin. Em bi jinên Rojava serbilind in. Ne tenê em, hemû mêr, jin, rewşenbîr û azadîxwazên cîhanê yên zana bi wan serbilind in.”

“YPJ ji bo welatên weke Iraq, Îran û Afganistanê model e”

Xwendekara Zanîngeha Kabîlê aktîvîst Manila Ahmadî destpêkê girîngiya rola YPJ’ê ji bo welatên din bi van hevokan anî ziman: “Yekîneyên Parastina Jin weke rêxistin dikare bibe model ji bo welatên din. Ji bo jinên Iraq, Îran û Afganistanê xwedî roleke girîng e. Hê jinên Kobanê yên dest avêtin çekê û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê parastina welatê xwe kirin di bîra me de ne.” Manila Ahmadî da zanîn ku di parastina Kobanê û xeleka “No Pasaran” (hûn nikarin derbas bibin) de hêza herî mezin e.

“Bi ceribandinên xwe dikarin ji me re rê nîşandar bidin”

Manila Ahmadî destnîşan kir ku bi awayek şênber nebe jî ew piştevaniya manewî ji Yekîneyên Parastina Jinê digirin û wiha domand: “Dibe ku bi awayek şînber nikarin bibin alîkar lê dikarin dengê me bi jinên dinê bidin bihîstin. Dikarin bi ceribandinên xwe ji me re rê nîşan bidin.” Manila Ahmadî bi bîr xist ku di çalakiyên li Kabîlê û gelek bajarên din ên Afganistanê de çalakvanan jinên Kurd ji xwe re mînak nîşan dane û ji wan piştevaniya manewî girtine.

“Divê jinên Afgan hînî parastina welatê xwe bibin”

Manila Ahmadî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê jinên Afgan ji wan hîn bibin ku çawa welatê xwe diparêzin û ceribandinên xwe dixin meriyetê. Divê em ji bo jinên Îranê yên di şertên giran de mafên xwe diparên têbikoşin. Her çendî rewşa me zor jî be rastî girtin û îşkenceyê bên jî divê em ji parastina mafên xwe û têkoşînê bawer bin.” Manila Ahmadî bal kişand ku ew hêzê ji serkeftinên jinan digrin û da zanîn ku  ku weke kes ji Yekîneyên Parastina Jin hêzê digire û wiha dom bi dawî kir: “Bila têkoşîna parastina mafên jinan bidomînin.”

Rêxistinên jinan ên weke Partiya Piştevaniya Afganistanê û RAWA ji bo Rojava dem bi dem çalakiyên piştevaniyê kirin, di Roja Kobanê ya Cîhanî de jî li gelek deverên welatê xwe çalakî li dar xistin.