Jinên Êzidî: Hevpêymana 9’ê Cotmehê beşek ji komploya navnetewî ye

Jinên Şengalê destnîşan kirin ku komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd hat meşandin li ser tevahî civak û jinên azadîxwaz e û gotin hevpêymana 9’ê Cotmehê li dijî civaka Êzidî hat îmzekirin ji vê komployê ne qut e.

EVÎN ZENDA

Şengal – Komploya navneteweyî ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpê kir û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama vê komployê de ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an dîl hat girtin 24 salan temam dike. Her çiqas armanca vê komployê hedefgirtina fikrê jiyana azad a xwe dispêre xeta azadiya jinê bû, bi têkoşîna jinan û gelan a li ser bingehê fikrê azad ev komplo vala hat derxistin. Jinên Êzidî yên li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê rêxistinbûna xwe ava dikin dibêjin hevpêymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk a dagirker, PDK û hikumeta Iraqê de hat îmzekirin beşek ji vê komployê ye ku tê xwestin komployê bi encam bikin.

 “Di şexsê Rêberê me de tevahî mirovahî armanc girtin”

Ciwana bi navê Sêvê Murat der barê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û da diyarkirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevahî civak, gel û jinên azadîxwaz hatin armanc girtin.

Sêvê Murat di berdewamiya gotinên xwe de tekoşîna li beramberî plan û komploya 9’ê Cotmehê de wiha axivî: “Rêber Apo bi tekoşîna xwe Kompilo vala derxist, me jî weke jinên Êzidî bi tekoşîna xwe peymana 9’ê Cotmehê ya li ser civaka xwe vala derxist.”

“Pêymana 9’ê Cotmehê beşek ji komploya navnetewî ye”

Sêvê Murat di berdewamiya gotinên xwe de da zanîn ku pêymana 9’ê Cotmehê ya ji bo tunekirina destkeftiyên civaka Êzidî di navbera dewleta Tirk a dagirker, PDK’ê û hikumeta Iraqê ve hat îmzakirin ji komploya navnetewî ne qut e. Sêvê Murat wiha pêl da axaftina xwe: “Weke civaka Êzidî em ji fermanekê rizgar bûn, lê ji fermanê heya niha dewleta Tirk a dagirker, PDK û Hukumeta Kazimî li ser civaka me bênavber şer û politikayên qirêj xwestin bidin meşandin. Bi balafirên xwe, bi şerê xwe yê taybet, bi koçberkirin û tehdîdan xwestin li pêşiya me bibin asteng. Bi taybet PDK ya ku di fermanê de guleyek jî li hember DAIŞ’ê ne teqand di şerê navbera Xanesor û navçeya Sînunê ku di 3’ê Adara 2017’an de li hember zarokên vê axê teqandin. 11 zarokên Êzidxanê û Nujiyan Erhan jî di nav de hate hedef girtin heman êrişî jî isal li Dugurê jî bi heman şêweyî artêşa hikumeta Kazimî bi armanca tunekirina hêzên Parastina Êzdixanêpêk anî. Ji xwe Dewleta Tirk bê navber êrişên xwe li ser Şengalê dide meşadin, lê rûxmê tevahî hewldanên wan yê bê vîn hiştina civaka me jî, weke civaka Êzidî em her tim li ser lingan rawestiyan û pêşengiya vê yekê jî me jinan kir. Ev 2 sal e nekarîn pilanên xwe yên li ser civaka me pêk bînin ger 10 salên din jî hewil bidin wê her tim li beramberî xwe me bibînin û em ê desturê nedin wan.”

“Me bi saya Rêber Apo riya azadiya jin û gelan nas kir”

Sêvê Murat di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha got: “Me bi saya Rêber Apo riya azadiya jin û gelan naskir ji bo wê weke jinên Êzidî em heya dawiyê bi Rêber Apo re ne, li ku derê jin bi fikrê Rêber Apo tekoşîna azadiyê bidin em li gel wan in û em ê ji bo tekoşîna wan çi bê xwestin bikin. Rêber Apo heya roja îro barê azadiya jin, civak û cihanê daye ser milê xwe, lê weke jin êdî divê em ji her demê bêtir vî barî hildin ser milê xwe û em bikaribin ji bo jiyana azad tekoşîn bikin.”

Sêvê Murat di dawiya gotinên xwe de bal kişand li ser kar û xebatên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin: “Di tevahî cîhanê de gel û mirovên azadîxwaz ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo li ser lingan e. Lê kêm e di vê em kar û xebatên xwe yên ji bo Azadiya fizikî ya Rêber Apo hê zêdetir bikin û heya ku em negihin armancên xwe divê em runiştin û rawestanê ji xwe re nepejirînin.”

“Bersiva Xwedî Derketan Rêbertiye’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Tewrê Murat jî da diyar kirin ku ji bo vala derxistina komploya navnetewî û hevpêymana 9’ê Cotmehê çi dikeve ser milê wan ew ê bikin û got ji bo vala derxistina vê hevpêymanê û komploya navnetewî divê Êzidî yên li derveyî Şengalê ne vegerin Şengalê û ji bo azadiya xwe têbikoşin.