Jin bi lorîkan êşên xwe vedibêjin
Her dayikek penaber di bin konan de li Idlibê xwedî stranek taybet e, hestên hezkirin û xemgîniyê dema zarokên xwe yên biçûk didin hembêza xwe derdikevin holê û zarok bi wan lorîk û stranan bi aram dibin.
HEDÎL EL-OMER
Idlib – Di bêdengiya şevên tarî de dayikên Idlibê dema ku zarokên xwe di xew de dikin stranan ji wan re dibêjin, zarok bi wan bi aram dibin û di nava hemû şert û mercên dijwar de li kampan di xew ve diçin.
Stranên ku ji bo zarokên di dergûşan de tên gotin gelek navên wan hene. Li gorî civakan û zimanê wan tên binavkirin. Wekî mihawa, hedhede, stranên dergûşê, terwîda, tehwîda. Navaroka van hemûyan jî aramkirina zarok e, dayik hestên xwe bi riya gotinên zelal û dengekî zîz tevî hejandina zarokan dibêjin.
‘Lorîkên dayikan êş û azarên welat vedibêjin’
Xewla Filfil, penabera ji gundî El-Dêr e di kampên Kefir Losîn de bi cih bûye. Tehwîda ji bo zarokê xwe yê 10 mehî her car distirê dibêje: “Zarokên me ji dema berê ve fêrî lorîkan bûne, li ber wan di xew de diçin. Lorîka dayikan ne tenê zarokan bi aram dike, dihêle ku em dilê xwe yê tijî bi êş û azar li ser welatê me yê ku bi zorê em jê hatine koçkirin bêyî hêviya vegerê hinekî vala bikin.”
Ji keça xwe re behsa dûrbûna kesûkarên xwe dike
Rîm EL-Abd El-Rezaq, ji zaroka xwe re strana hunermend Feyrûz (Rîma) distirê lê belê li şûna navê Rîma ew navê keça xwe ya salek û du mehan Tesnîm dibêje. Ew gotinên stranên dergûşê tevli hestên bêrîkirinê dike û ji keça xwe re behsa dûrbûna kesûkarên xwe dike, dema dengê bayê jî tê dibêje ew vegeriyane.
‘Ji dîrokê heya niha dayikan bi çîrok û stranan zarokan xwedî kirine’
Serpereşta derûnî û civakî Fehîme El-Remedan, dibêje ku ji dîrokê ve her dem dayikan stran û çîrok ji zarokên xwe re gotine, ji bo wan bi aram bikin û baş di xewê de biçin. Dema zarok nexweş dikevin jî hin stranan ji wan re dibêjin da ku êş û westana xwe ji bîr bikin.
Rewşa civakî bi lorika dayikan tê vegotin
Lorîka dayikan, dengê dayikê yê nizim zîz ji bo zarokan di xew de bike gelek baş e. Dayik girîngiyek mezin didin aramkirina zarokên ber şîr, ji bo ku bikaribin di xew de biçin û dayik jî rabin karê xwe yê malê bikin.
Lorîk aramiyê ji bo dayik û zarokan çêdike ji ber ku di wê kêliyê de rewşa dayikê ya derûnî, civakî û malbatî bi riya stranan derdixe. Hin stran wateyên êş û xemgîniya dijwariyên jiyanê vedibêjin, carna jî li ser zordariya ku jinan paşguh kiriye distrên. An jî dayik kesûkarên xwe yên di şer de mirî yan koç kirine bi bîr tînin û bi riya wan stranan hewl didin kela dilê xwe birijînin.