Jina Filistînî kavilên şer veguherand cihê bêhnvedana jinan
Hind El-Xudarî hewl dide ku bi rêya qada bêhnvedanê ya "Li Ser Peravê", hin taybetmendiyên jiyanê li perava Xezayê vegerîne.
REFÎF ISLÎM
Filistîn – Sê sal piştî şerê ku Zîvala Xezayê li Filistînê guherand û beşek mezin ji peravên wê wêran kir, jiyan di nav kavilan de ji bo cihekî ji xwe re bibîne, têdikoşe. Li ber perava ku konên koçberiya li kêleka bermahiyên wêraniyê radiwestin, jineke ciwan a Filistînî pejirandiye ku projeyek bi vîzyonek bêhempa bide destpêkirin.
Hind El-Xudarî da zanîn ku piştî êrîşa sê salan perava li kêleka Kolana Reşîd, tevî xwaringeh û deverên bêhnvedanê bi tevahî wêran bûye. Hind ragihand ku ew û gelek jinên din ji cihên ku havînê vekişin û li ser peravê rihet bibin bêpar mane. Ev yek bû sedem ku qada bêhnvedanê ava bike, navê xwe ji xwezaya cihê xwe digre "Li Ser Peravê."
Li bajarekî wêran jiyanê vedigerîne
Hind El-Xudarî dudilî nekir ku ji nû ve dest pê bike, wê bawer dikir ku jiyana li bajarekî wêrankirî ku hê jî di bin bombebaranê de ye, bi xwezayî xeternak e. Wê bawer dikir ku veberhênana hin pereyên xwe di projeyek ku sûdê dide mirovan de, hêjayî ceribandinê ye. Hind ragihand ku "Li Ser Peravê" ji bo wê şêweyekî taybet ê ji nû ve avakirinê temsîl dike û wiha got: “Heta hilbijartina cihê ku wekî çerxa Nabulsiyê tê zanîn jî bi zanebûn bû. Ji ber ku berê ew mal ji bo wesayîtên artêşa Îsraîlê bû, berî ku îro bibe cîhek tijî jiyan û kêfxweşiyê.”
Ji tunebûnê hebûn afirand
Hind El-Xudarî destnîşan kir ku projeya wê faktorên jîngehê li ber çav digre û wiha pê de çû: “Ez daran, ji qutiyên alîkariya mirovî yên ji nû ve bikar tînim. Di heman demê de ji bo çêkirina banan qurmên xurmeyê ji Deir el-Belah û Xan Yûnis tên peydakirin. Hesin ji kavilên xaniyên wêrankirî tên komkirin. Her wiha piraniya pêkhateyên projeyê ji materyalên herêmî hatine peydakirin. Ji bilî mase û kursiyên plastîk, ku rayedarên Îsraîlê vê dawiyê destûr dane ku bikevin hundir.”
Proje derfetek dide jinan ku ji rastiya dijwar birevin
Hind El-Xudarî zêde kir ku perava deryayê niha bi konên koçberiyê tijî ye û wiha pêl da gotinên xwe: “Em nikarin ji rastiya ku sê sal ji jiyana me diziye birevin. Ji vir fikra qada bêhnvedanê ya "Li Ser Peravê" derket holê. Ji bo ku cîhek peyda bike ku şêniyên bajêr derfetek bide ku ji rastiya dijwar ya jiyane birevin. Li gel konên penaberan li dora herêmê û hewlên wan ên serdestkirina dîmenê, qada bêhnvedanê ji bo mêvanên xwe bûye cihek hezkirî, cihek kombûnê ji bo malbat û hevalan.”
Qada dûrî şer û pevçûnan 'Li Ser Peravê'
Qada bêhnvedanê ya "Li Ser Peravê" her kesê ku dixwaze li ser peravê bixebite, pêşwazî dike. Hind El-Xudarî tekez dike ku ev cih ji bo her kesî vekirî ye û van serdanan pêşwazî dike. Hind dibêje ku tiştê herî zêde kêfxweşiyê dide wê dîtina zarokan e ku bi tabaqên kaxezî dilîzin.
Astengî û zehmetiyên hatine jiyîn
Hind El-Xudarî derbarê zehmetiyên ku pê re rûbirû maye de wiha got: “Her aliyekî projeyê astengiyek pêşkêş kir. Ji veguhestinê û dabînkirina elektrîka pêwîst ji bo çêkirina kursiyên darîn bigre, heya gihandina ava teze ya ji bo cihê bûyerê. Di heman demê de bihayên zêde yên madeyên xav, vexwarinên nerm û xwarinên sivik jî barek giran li ser projeyê ava kir.”
Hewlên pêşxistina projeyê
Îro, Hind El-Xudarî hewce ye ku projeya xwe bipêş bixe. Bi taybetî ji ber zêdebûna hejmara mêvan û betlaneyan. Di heman demê de çavkaniyên wê yên darayî ji destpêkê ve sînordar in. Ji ber vê yekê, ew niha hewl dide ku bi veberhênana qezencên xwe hêdî hêdî projeyê berfireh bike. Hind dipirse çima daketina şezlong qedexe ye ku bikevin Zivîla Xezayê.
Hind El-Xudarî destnîşan dike ku proje niha deh karkeran dixebitîne, ev tê vê wateyê ku ew niha berpirsyarê dabînkirina debara deh malbatan e. Hind hêvî dike ku ev hejmar di serdema pêş de zêde bibe, ji bo ku ew bikaribe hêviyê bide mirovan.