‘Jin di qada sînemayê de rastî cihêkariyê tên’

Sînema li Misrê yek ji hunerên herî diyar e ku bandorê li civakê dike û wêneya jinê tê de yek ji wan mijaran e ku di van demên dawî de di nav derdorên hunerî û çandî de bûye sedema nîqaşan.

ASMAA FATHI

Qahîre – Qada xebata sînemayê jî wekî qadên din jin tê de rastî tundî û cudakariya zayendî tên û çi di asta dabînkirina derfetan de û hem jî di asta mûçeyan de rastî gelek zehmetiyan dikşînin. Jinên ku di vî warî de dixebitin hewildanên xwe zêdekirin da ku xwe îspat bikin û piştrast bikin ku ew di şiyana serketinê de ji mêren ku di vî warî de dixebitin ne cûda ne.

‘Di dramayê de rolên xirab didin jinê’

Derbarê rola jinan a di sînemayê de derhênerê fîlmên belgeyî Esma Nûr wiha got: “Dramaya Misrî derbarê rola jinê ya di civakê de gelek stereotipên xerab hilgirtibû. Ev stereotipa pir xirab piştî Şoreşa Çileyê zêde bû. Di dramayê de gelek caran dihêlin ku rolên ne baş bilîzin weke rolên fahîşe, derewker firoşkara narkotîkê an jî yê ku ji bo firotina laşê xwe dixebite.”

‘Divê mufredatên perwerdeyê di dibistanan de werin guhertin’

Esma Nûr da zanîn ku guhertina stereotipên xirab ên jinan di sînemayê de bi giranî bi wan kesên ku nivîsandinê dikin ve girêdayî ye, ji ber ku ew bi xwe hewcedarê hişmendiya çandî zêdetir in û divê bên perwerdekirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Guhertin zû bi zû çênabe, di nav civakê de xebateke demdirêj lazim e. Divê mufredatên perwerdeyê jî di dibistanan de werin guhertin ji ber ku gelek ji wan li ser  rolan jinan di metbexê de ye û di şûna wan de rola jinên bi bandor ên di asta zanistî, çandî û civakî de were bi cih kirin. Nêrîna civakê ya li ser rola ku jin leyîstiye, pêdivî bi guhertin û xebateke bêwestan ji hêla saziyên civaka sivîl ve heye da ku çanda rêzgirtina ji jinan re were pêşxistin.”

‘Di van demên dawî de xebatên jinan ên bi hêz hebûn’

Li ser guhertina îmaja ku fikreke xirab dide jinan Esma Nûr eşkere kir ku ji bo guhertina vê yekê pêwîstî bi hebûna îradeya siyasî û civakî heye û wiha pê de  çû: “Nîşanên baş hene ku hêviyek ji pêşerojê re didin, di nav de Festîvala Jinan a Aswanê, ku derfetek mezintir peyda kir ji bo naskirina qeyranên jinan. Hemû fîlmên ku ji bo festîvalan tên amadekirin, xwedî pêkhateyên pêşkêşiyeke baş in, wek deng, wêne, raman û her wekî din. Di van demên dawî de xebatên jinan ên bi hêz hebûn, bi riya wan jinan xwe îspat kirin. Di qada derhêneriyê de jin qet tune bûn, lê di van salên dawî de ev yek gelek guherî. Di sînemaya belgeyî de hejmareke zêde ya derhênerên jin hene ku li ser mijarên jin, civak, zarok û gelek mijarên din dixebitin.”

‘Di qada sînemayê de jin ji ber zextên civaka baviksalarî êşê dikişînin’

Esma Nûna destnîşan kir ku xebata di qada sînemayê de ji yên din ne cudatir e û jin tê de ji ber zextên civaka baviksalarî êşê dikişînin û wiha got: “Sedemên vê yekê jî ji ber şert û mercên niha yên kar ku karekî berdewam ji 18 heta 36 saetan hewce dike û dibe ku ji bo jineke zewicî ya xwedî zarok û malbat zehmet be, ji ber vê yekê mêran tercîh dikin. Di mûçeyên lîstikvanan de cihêkarî heye û bi gelemperî mêr mûçeyê herî mezin distînin û meaşê jinê ji nîv an du-sê meaşê ku hevkarê wê distîne derbas nake. Rewşa jinan di van demên dawî de bi rengekî guherî, ji ber ku jinan dest bi hilgirtina kamerayan û kişandina projeyên xwe kirin û hin ji wan serî li nîşandana li ser malperên torên dijîtal dan, ku ev yek bû sedema derketina gelek karên jinan. Di heyama vê dawiyê de çend jinan karîn hebûna xwe ferz bikin û şiyana xwe ya xebatê îspat bikin û di çend berhemên hunerî de bi awayekî geş xuya bikin.”