Jin di qada rêveberiyê de pêşengiyê dikin

Ji rizgarkirina Tebqayê heya niha jin mîna hemu qadên civakî, xweparastinê di qada rêveberiyê de jî bi awayekê çalak cih digrin, pêşengiyê dikin.

RENÎM EL-EHMED

Tebqa – Di 10’ê Gulana 2017’an de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêma Tebqa û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Piştî wê bi çend meha di 27’ê Cotmeha 2017’an de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hat avakirin. Piştî 5 salan ji avakirina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li herêma Tebqayê, gavên mezin hatin avêtin. Piştî rizgarkirinê, herêma Tebqayê bûye cihekî ku wateya rast a hevgirtina gelan di nava Rêveberiyeke Sivîl de vedihewîne.

Ajansa me ji bo zêdetir behsa vê salvegerê bike, bi hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê Hind El-Elî re hevdîtinek pêk anî û Hind El-Elî bal kişand ser serkeftinên girîng ên 5 salan û guhertinên mezin di rewşa gel û jinên herêmê de.

Tevî êrişên li ser heremê birêxistinbûna xwe ava kirin

Hind El-Elî ya diyar kir ku di nava 5 salan de Rêveberiya Sivîl gelek projeye pêşkêşî gelê herêma Tebqayê kirin da zanîn ku Avabûna Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ji bo vejandina civakê ya di warê çandî, civakî û jîngehparêzî de kar û xebatê dimeşîne. Hind El-Elî ya qala zehmetiyên ku ew di avakirin û pêşdebirina pergalê de ji ber êrişên li ser heremê rastî hîn zehmetiyan hatine da zanîn ku rûxmê hemu zehmetiyan jî ew bi hêz û îradeya xwe hemû zehmetiyan derbas kirine û got; “Tevî şert û mercên dijwar û gef û êrîşên berdewam ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me karîbû van hemû zehmetiyan derbas bikin. Bi avakirina Rêveberiya Sivîl re gelek komîte, komîn û meclîs hatin avakirin da ku ji hemû aliyan ve xizmeta gelê herêmê bikin.”

Li ser karên ku di pênc salên borî de pêk hatine Hind El-Elî destnîşan kir ku ew bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk karîne plan û xebatên xwe yên xizmetguzariyê pêk bînin û wiha dom kir; “Rêveberiyê bi amadekirina mamosteyan, nûkirina dibistanan û vekirina peymangehan de, giranî da ser aliyê perwerdeyê. Dema ku çeteyên DAİŞ’ê herêm dagirkirbû pêvajoya perwerdeyê bi temamî hatibû rawestandin. Her wiha sektora tenduristiyê ne di asta herî baş de bû, lewma me li ser vekirina Nexweşxaneya Niştimanî, amadekirina hemû beşên wê û vekirina gelek nexweşxaneyan li Tebqa û gundewarê wê xebitîn.”

‘Rêveberiya sivîl rê li ber hemu jinan vekir’

Hind El-Elî ya bal kişand ser rola jinan di van hemû destkeftiyan de destnîşan kir ku Rêveberiyê bi rêya Komîteya Jinan, Meclisa Jinan û saziyên bi pirsgirêkên jinan re eleqedar in û ji bo nîşandana nasnameya jinan dixebite, wiha got; “Rêvebiriya sivîl rê li ber hemû jinan vekir. Koordînasyona Jinê di Meclîsa Rêveber de erk girt ser xwe ku xwe bigihîne hemû beşên civakê û hemû jinan û bi gelek zehmetî û astengiyan re rû bi rû ma, nemaze ji ber berdewamiya gefên dagirkeriya dewleta Tirk ku hewl dide projeya me bi hedefgirtina jinan bike hedef. Jinên herêma Tebqayê bi bername û çalakiyên ku me di van 5 salan de li dar xistine, gavên mezin avêtine. Koma ciwanan hatibû paşguhkirin û di rewşa siyasî û îdarî de ti roleke wan tune bû, lê piştî damezrandina Rêveberiya Sivîl, girîng li ser rola ciwanan di beşdarbûna biryaran de hate kirin.”

Plansaziyên ji bo demên pêş hene

Der barê projeyên xwe yên demê pêş de Hind El-Elî ya got “Em ê ji bo projeyên ku gel ji aliyên xizmetguzarî, tendirustî, perwerdeyî û aborî ve dixwazin, plan û bername bi pêş bixin û ji bo berdewamkirina birêxistinkirina karûbarê rêveberiyê kar bikin” destnîşan kir ku di rojên pêş de ewê plansaziyek amade bikin ku hecedariyên civakê û pêşniyarên gel tê de cih bigrin. Hind El-Elî wiha got; “Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bi saya şehîdên me hatiye avakirin, em soz didin wan ku emê riya wan bişopînin heta ku hemû axa me were rizgarkirin.”