Jin tevahiya salê li dijî tundiyê têkoşiyan

Îsal ji bo sazî û komeleyên ku bi civaka sivîl re eleqedar in, ji ber zêdebûna rêjeya binpêkirinên li dijî jinan, bû sedem ku piraniya kesên ku bi wan mijaran re têkildar dibin bênavber bixebitin.

ASMA FATHI

Qahîre – Xebata rasterast a bi gel re yek ji mekanîzmayên herî girîng e ji bo bandorkirina çanda civakê û dabînkirina domdariyê. Îcar ger ku ber bi bihêzkirina aborî ve rê were vekirin pêşveçûn zêdetir dibe. Der barê bandora saziyan li ser civakê de ajansa em bi rêvebera fînansê û têkiliyên giştî ya Komeleya Pêşketina Berfireh a Misirê Bassant Osama re axivîn.

Bassant Osama da zanîn ku bi riya hin projeyên bi bandor jinan serkeftin bi dest xistiye, di gihandina kesên ku herî zêde hewcedarên piştgirî û pêşketinê ne. Bassant Osama diyar kir ku berfirehiya karê komeleyê bû alîkar ku bandorê li ser gel bike, nemaze ji ber ku ew bihêzkirina aborî wekî mekanîzmayek pejirandî ya sereke ji bo guhertina rastiya malbatên Misrî dibîne.

*Bi encamdana çalakiyên kampanyaya 16 rojan, Komeleya Pêşketina Berfireh a Misirê di mijara tundiya li ser jinan de çi pêşkêş kir?

Komeleya Misirê ji bo geşepêdana berfireh bi giranî li ser mijara şîdeta li dijî jinan dixebite, ji ber ku bandora wê ya rasterast li ser piştgirîkirin û bihêzkirina jinan di warê civakî û aborî de heye. Ji ber vê yekê, em di dema kampanyayê de li ser bêtirî yek mijarê xebitîn ku di nava van xebatan de malperên tora civakî jî hebûn. Bi weşandina hin agahiyan li ser tundîtûjiyê û awayên wê, me çend wêneyên ku vê yekê red dikin belav kirin.

Her wiha em ji bo hişyarkirina jinan dixebitin ku wek xelekek girîng e ji bo jinan, bi taybetî di zelalkirina aliyên tundîtûjiya nava malbatê de, ji ber ku hin ji wan nizanin dikevin nava lepên tundiyê.

Me li dijî hemû kiryarên ku mafên jinan binpê dikin, di serî de tundiya li ser bingeha zayendî, gelek xebat kirin. Ji ber ku rola wê mijarê di astengkirina jinan de zêde ye.

*Rêjeya destkeftiyên Komeleya Misrê ji bo bêşketina berfireh ku yek ji komeleyên kevnar ên bi giraniya civakî tê hesibandin, di heyama salekê de, nemaze yên ku bi hêzkirina aborî ve girêdayî ne, çi ne?

Em ji sala 1995’an vir ve kar dikin, ji ber vê yekê komek bernameyên geşepêdanê yên berfireh hene. Di nav de bernameyeke tenduristî, perwerde û ya sêyem jî bi bihêzkirina aborî ve girêdayî ye. Her wiha piştgirî û alîkariya jinan di rûbirûbûna qeyranên ku rûbirû dibin de dike.

Îsal, me kar li ser 6 projeyan kir ku yek ji wan bi piştgirî û bihêzkirina penaberan ve girêdayî bû. Ramana wê bi armanca têkelkirina penaberan bi civaka Misrê re bû û girîngiyek taybet li ser perwerdeyê heye ji bo bihêzkirina wan û pêşxistina dibistanên wan. Bi riya perwerdeya pîşeyî û birêvebirina projeyê, me ji bo kesên ku rastî felaketê hatin piştgiriya darayî ya rasterast da.

Me bi hevkariya Wezareta Tenduristiyê karwanên pizîşkî bi rê ve birin ku çendîn dîsîplîn in. Her wiha ji bo tesbîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê kampanyayên hişyariyê li dar dixin û jinan ji bo muayeneyê perwerde dikin. Wekî din jî em ji bo hişyarkirina li dijî tawanên sinetkirina jinan kar dikin û em li ser dosyaya zewaca di temenê biçûk de dixebitin.

*Du mijarên bingehîn hene. Yek jê sinetkirina jinan a din jî zewaca zarokên temenbiçûk e. Gelo li gorî we vê rastiyê derfeta çalakiyên sivîl di bandorkirina wan de îsbat kiriye, nemaze piştî lêkolîna vê dawiyê ya nifûsê?

Tevî hemû hewldanên ku di van her du dozan de hatine kirin jî di rastiyê de berdewam dikin. Zewaca zarokên biçûk ji ber xirabiya rewşa aborî ya gelek malbatan hê jî heye. Ji ber vê yekê jî zû dest ji keçan berdidin an jî hewl didin sûdê ji wan bigrin. Zewac mîna ku peymanek be malbatê ji qeyrana darayî derdixe. Xebatên me yên di komeleyê de ji bo hişyarî û hevkariya bi saziyên ku li ser zagonan jî dixebitin berdewam dikin.

Berê me ji bo perwerdekirina jinan tenê di derbarê sinetkirin û zewaca biçûkan de dixebitî, lê di van demên dawî de me mêr weke hêmaneke aktîv tevlî kir û me amaje bi perwerdekirina zarokên biçûk jî di derbarê mafên wan de kir. alîkariya xelkê bikin ku mîrata xwe ya çandî biguherînin û ji bo wan rewşek îstîqrara domdar ava bikin.

*Em ber bi dawiya sala 2022’yan ve diçin. Ji bo pêşketina jinan plansaziyên we yên çalakiyên sala li pêş çi ne?

Projeyên me dê di sala li pêş de berdewam bikin û projeya bi nave "Karama" heye ku em ê di qonaxa duyem de ji bo heyama sê salan li ser bixebitin û ya nû di qonaxa li pêş de dê kar li ser lêkolînkirina zagonên girêdayî tundûtûjiyê bike.

Em ê projeyeke nû ya girêdayî siyaseta parastina zarokan li dibistanan pêk bînin. Du dibistan hatin hilbijartin ji bo cîbicîkirina projeyê ku dê perwerdekirina mamoste û zarokan bi xwe jî bigre nava xwe, her wiha em ê kotaya tevgerê li dibistanan ava bikin û ji bo baştirkirina rewşa jîngehê bixebitin da ku zarok di pêvajoya perwerdeyê de bi ewletir bin.

Biryar ew e ku em li ser bihêzkirina aborî bi riya rahênanên ji bo birêvebirina projeyên heyî yan yên nû xebatên xwe berdewam bikin û di sala li pêş de jî em ê kar li ser tevlibûna darayî zêde bikin da ku li gorî guhertinên aborî li welat bimeşin.