‘Jin bi riya wêjeyê hest û afrîneriya xwe nîşan didin’
Mamosteya Zimanê Kurdî, di heman demê de helbestvan Şama Mihemed girîngiya wêjeya Kurdî û zimanî Kurdî nirxand û diyar kir ku ziman hebûn e û wêje jî dîroka civakê nîşan dide.
VIYAN AMED
Qamişlo- Ziman hebûna gelan e û gelê Kurd bi hezaran salan e ji bo ku bikaribe hebûna xwe zindî bike, gelek têkoşîn û berxwedan raber kiriye. Ji bo ku zimanê Kurdî bê pişaftin, desthilatdaran gelek şer meşandine. Gelê Kurd bi zanîna ziman hebûna mirovan e, her dem çand, ziman û hebûna xwe di bin desthilatdariyê de jî parastine. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek destkeftî bi dest ketin, yek ji wan zimanê Kurdî bû ku niha li hemû dibistanên li Rojavayê Kurdistanê tê dîtin, heta zaningeh jî hatine avakirin. Li ser axa pîroz a şoreşê jinan gelek ked û hewldan dan û dikaribûn di aliyê perwerdekirina zarokan de jî rolên girîng bilîzin û bi hezaran mamosteyên zimanê Kurdî hene. Yek ji wan mamoste her wiha li kêleka mamostetî helbestvan Şama Mihemed e ku di aliyê zindîkirina wêjeya Kurdî de gelek rol lîstiye û hînî xwendevanên xwe jî dike. Şama Mihemed der barê girîngiya wêjeyê û li kêleka wê nivîsandina wê ya helbestan nêrîna xwe parve kir.
Bi riya helbestan êş û kêfxweşiya civakê parve dike
Şama Mihemed behsa helbestan dike û diyar dike ku ew di sala 2013’an de hînî zimanî Kurdî bûye û wiha dibêje: “Huner û helbest zimanekî cîhanê ye, ji lewre min ji zaroktiya xwe ve ji xwendina helbestan hez dikir û dinivîsand. Di sala 2013’an de ez hînî zimanê Kurdî bûm, bi hînbûna xwe re min dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir. Mijarên ku ez dikim helbest, mîna welat, jin û azadî ne. Kesên ku dixwazin helbestan binivîsînin divê li ser ziman serwer bin û hezkirina wan ji ziman û welat re hebe. Dema mirov hestên xwe bi riya hunerê bînin ziman ew kes dibin helbestvan. Dema mirov hestên xwe bi riya zimanê dayikê tîne ziman, hestên bi hêz bi mirov re ava dibin, ji ber ziman perçeyek ji hebûna mirovan e. Dema ez helbestan dinivîsînim, peyam didim jinan û civakê û êşên ku em rû bi rû tên parve dikin.”
‘Gelê Kurd zimanê xwe parastiye’
Şama Mihemed rewşa pêşketinên di warê zimanê Kurdî de nirxand, her wiha diyar kir ku bi pêşketina zimanî Kurdî re wêjeya Kurdî jî bi pêş ketiye û wiha domand: “Ez niha jî di peymangeha amadekirina mamosteyan de, mamosteya zimanê Kurdî me û perwerdeya wêjeya Kurdî didim mamosteyan. Zimanê Kurdî, zimanekî dewlemend e loma ji aliyê desthilatdaran ve rastî qedexeyê hatiye û ev yek bandorek li ser gelê Kurd kiriye. Di wêjeya Kurdî de elbet Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran rolek mezin lîstin e û li kêlek vê yekê jî gelê Kurd dikaribû zimanê xwe biparêze û îro em hatine wê astê hem dibistanên me hem jî zanîngehên me hene.”
Şama Mihemed bal kişand ser helbestvanên jin û wiha nirxand: “Jin afrîner in û hestên wan qewîm in, loma dema dibin helbestvan afrînerî û hestên wan ên kûr derdikevin pêş. Gelê Kurd her dem rastî zor û zilmê hatiye ji lewre jinên Kurd jî para xwe ji van zehmetiyan girtine loma helbestvanên jin jî kêm derdiketin holê. Lê bi şoreşê re jinên Kurd jî dikaribûn xwe di aliyê wêje û helbestên Kurdî de bi pêş bixin û gavên erênî bavêjin.”
‘Çand, huner û wêje dîroka civakê dide xuyakirin’
Şama Mihemed herî dawî diyar dike ku divê ew asta çand, huner û wêjeyê di nava civakê de xurtir bikin û wiha bi dawî dike: “Kurdên ku dîrok û çanda xwe bi zimanê xwe dinivîsandin, ji aliyê desthilatdaran ve dihatin girtin û pêşî li pêşketina zimanê Kurdî digirtin. Ruxmê wê jî nivîskar û wêjewanên Kurd dikaribûn êş û azarên gelê xwe ji dîrokê re binivîsînin. Nifşên niha, ji xwendin û nivîsandinê zêde hez nakin, pêwîst e em hîn bêtir di dibistanan de giranî bidin vê yekê ku zarokên me hînî wêjeya xwe bibin û lêkolîn bikin. Her civakek bi çand, huner û wêjeya xwe tê nasîn, ji lewra hewce ye ku em vê yekê di nava civaka xwe de hîn zêdeti bi pêş bixin, ji ber çand, huner û wêje zanist û dîroka civakê dide xuyakirin.”