Ji sembolên têkoşîna jinên xiristiyan dêra Fibroniya

Dêra Hezretî Fibroniya Nisêbîn yek ji cihên pîroz ên jinên xirîstiyan e. Stargeha tevahî jinan hembêz dike û sembola hêz, bawerî, îrade û têkoşîna jinên Xirîstiyan a li hemberî hemû cureyên tundiyê ye.

 
ROJ HOZAN
Qamişlo – Di cîhanê de her civakek xwedî baweriyên cuda ye. Her çend cureyên baweriyan bên guhertin jî dîsa xaleke wê ya bingehîn li cihê xwe dimîne, ew jî baweriya bi îrade û afrîneriya jinê ye. Dêra Hezreta "Fibroniya Nisêbîn" jî ku li gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo ye, yek ji cihên pîroz e ku bi taybetî jin serdana wê dikin. Cudahiya vê dêrê ew e ku gora jina pîroz Fibroniya lê ye û li kêleka dêrê jî darek ku li gorî baweriyan dema Fibroniya hatiye qetilkirin ji herikîna xwîna wê ev dar çêbûye, heye. Di roja yekşemê de jinên Xirîstiyan berê xwe didin dêra Fibroniya û li ser gora wê dua dikin ku daxwazên wan bi cih werin. Her wiha jin ji gelek deverên cuda yên Herêma Cizîrê serdana dêrê dikin û bi dara wê ve benên daxwazên xwe girê didin.  
Hezretî Fibroniya kî ye?
Di sala 284'an B.Z Fibroniya li Nisêbînê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Li bajarê Nisêbînê jiya ye, ew bajarê ku bi pir rengiya netew û baweriyan tê nasîn. Di wê demê de bajarê Nisêbînê di bin hukmê Rûman de bû û gelê Xirîstiyan bi taybetî rastî zilim û zordariya wan dihat. Dema ku Împaratorê Rûmiyan Silînos hat ser hukum, li bajêr asta komkujiyan zêdetir bû bi taybetî li dijî jinan. Her roj mirovên Xirîstiyan rastî îşkence û kiryarên hovane dihatin, tevî wê jî dest ji baweriyên xwe bernedan. Bilindbûna asta zordariyê hişt ku kesayetên bi nirx li dijî wê derkevin û dîsa jî serkêşiya vê têkoşînê jinên pêşeng bûn. Li gorî çîrokê, Hezreta Fibroniya jineke bi temen biçûk bû lê di sekna xwe de xwedî hêz û îradeyeke pir mezin bû. Febroniya li ber destên meta xwe Bîrona ya ku Dêr bi rêve dibir, fêrî xwendin û şîrovekirina pirtûka Încîlê bibû û jiyana xwe ji bo fêrkirina xwedawendî û xwendina pirtûka Încîlê bi rêk û pêk kiribû.
Îşkenceya li ser îradeya Hezretî Fibroniya
Her tim ji bo mafên bindestan li dijî desthilatdaran xwedî sekneke bi têkoşîn bû. Bandora kesayeta wê li ser civakê hebû, xwedî gotin û cihê rêzdariyê bû. Li kêleka têkoşîna li dijî zilmê parastina baweriyên gelê Xirîstiyan dikir û civak hînî exlaq, wekhevî û hezkirinê dikir. Dema ku Împaratorê Rûman Silînos navê wê bihîst, xwest koletiya xwe li ser bide ferzkirin û bi zorê pê re bizewice. Fibroniya li hemberî ferzkirina koletiyê teslîm nebû û li dijî wê li ber xwe da. Dema Fibronya perwerde dida malbatan, artêşa Roman êrîşî Dêrê kirin, Fibronya girtin, qirika wê bi zincîrên giran girêdan û birin qadeke fireh da ku wê lêpirsîn bikin. Piştî bidawîkirina lêpirsînê, bi biryara fermandarê Roman Slînos cilê Fibronya hemû qetandin û wê xistin nav agir, diranê wê rakirin û ling, dest û pêsîrên wê jî jêkirin. Fibroniya bi hewldanan tevî birînên xwe, xwe xelas dike û digihîje gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo. Lê ji ber tu kes tunebû ku wê derman bike, di 305'an de B.Z li Hîmo jiyana xwe ji dest dide. Li gorî çîrokê dema xwîna jina pîroz Fibroniya herikî ser rûyê erdê li şûna wê şînahiyek derket bi demê re şeklê darê girt. Bi salan e cureya vê şînahiyê ji aliyê zanistvanên wî beşî ve nehatiye naskirin. Mirovên civakê heya roja îro baweriya xwe bi îradeya vê jinê tînin û her roja yekşemê, bi taybetî jin diçin serdana gora wê dikin û ji xwe re dua dikin. Dêra Fibroniya ne tenê jinên Xirîstiyan serdana wê dikin, jin ji gelek deverên herêma Cizîrê tên serdan dikin û bi şaxên dara Hezreta Fibroniya ve benên spî weke daxwaz girê didin. Jin bi hêza hev bawer in, ji bo wê hemû xwestekên xwe bi hev re parve dikin.
Dêra Fibroniya sembola têkoşîna jinên xirîstiyan e
Dem derbas bû gelek tişt hatin guhertin lê hê gora vê jina pîroz û dara ku ji xwîna wê derketiye li cihê xwe mane. Li ser vî esasî weke rêzdayîna ji têkoşîna Hezreta Fibroniya re dêrek li derdora gora wê hatiye avakirin. Her wiha berî mirov derbasî dêrê bibe çîroka têkoşîna wê li ser tableteke ji kevirên Spî bi dîwarê dêrê ve hatiye daliqandin. Hundirê dêrê bi wêneyên Hezreta Meryem El-Ezra û wêneyên Hezreta Fibroniya xemilandiye. Dema ku mirov derbasî dêrê dibe mirov dizane ku ev cih destnîşaneya pîrozbahiya jinan dike. Her wiha dema mirov nexweş dikevin û nexweşiyên wan pir taybet bin ji hezreta Meryem El-Ezra û Hezreta Fibroniya şifayê dixwazin, wisa bûye çandek ku baweriyên wan bi cih tên. Dêra Hezreta Fibroniya stargeha tevahî jinan hembêz dike û sembola hêz, bawerî, îrade û têkoşîna jinên Xirîstiyan e li hemberî hemû cureyên tundiyê.