Ji evîndariya tîpên Kurdî ber bi xwendina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ve

Rodîn Mihemed di 12 saliya xwe de bi meraq û hezkirineke mezin fêrî tîpên Kurdî bû. Ew bi îsrareke mezin li pey hezkirina xwe çû, niha jî li ber derçûna ji Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat bi xwe re hinek xeyal, daxwaz û armancên gelê Kurd ku bi salan ji bo wê têkoşiyan pêk anî. Yek ji qadên ku bi sedan wêjevan, rewşenbîr, rojnamevan û xwendekarên Kurd pêşketinên ber bi çav di nav de afirandin, qada xwendin, fêrbûn û perwerdeyê ye. Bi sedsalan e gelê Kurd hewl dide van berhemên di warê ziman û wêjeya Kurdî de veguherîne hebûneke ku bi rengekî fermî di bibistan û zanîngehan de were xwendin.

Têkoşîna ku bi salên dirêj tê meşandin, Kurdan hewl dane bi riya rojname, kovar, medyayên civakî, stran, helbest, çîrok, perwerdeyan û hwd. berhemên xwe biteyisînin, bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re veguherî rastiyeke ku di roja îro de zarok ji asta baxçeyan ber bi refa 1 û heta zanîngehan bi zimanê xwe yê zikmakî dixwînin, fêr û perwerde dibin.

Li kantona Kobanê ya herêma Firatê zanîngeha Kobanê di Îlona 2017'an de hat avakirin. Di zanîngehê de beşên zanistî, fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî û Erebî hene. Beşa fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî, cara yekemîn e ku di dîroka gelê Kurd de têk pêkanîn. Ji 2017'an ve heta niha ji fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî du kom derçûn û komek li nêzî derçûnê ye.

Xwendekarên ku vê carê derbiçin bi coşeke mezin li benda şahiyê ne. Lewre ajansa me li gel xwendekar Rodîn Mihemed a 24 salî serpêhatiya wê ya xwendin û ezmûna di warê Ziman û Wêjeya Kurdî de pirsiyar kir.

'Ez di 12 saliya xwe de bi meraqeke mezin fêrî tîpan bûm'

Rodîn Mihemed wiha behsa pêvajoya zaroktiya xwe û fêrbûna tîpên Kurd dike: "Ez di nava malbateke ku li ser bingeha nirxên welatparêzî, hezkirin û girêdana bi çand û zimanê zikmakî bû ji dayîk bûm. Lewre ev yek bandoreke mezin li ser min ava kir ku tevî em li bajarê Reqayê bûn jî em nehatin pişaftin. Min heta qonaxa navîn li dibistanên rejîma Baasê xwendiye ku xwendina me bi zimanê Erebî bû. Ev mijar li pêşiya min nebû asteng ku ez zimanê xwe jî nas bikim û bixwînim. Wê demê ez 12 salî bûm, tê bîra min ku di mala me de weke dibisteneke biçûk ango perwerdeyên zimanê Kurdî hatin vekirin. Di wan perwerdeyan de mamoste dihatin fêrkirin da ku ew jî li di nava malên din de waneyên ziman bidin. Van waneyan gelekî bala min kişandin ku meraqeke mezin bi min re ava kir da ku ez jî fêr bibim. Ji bo vê jî min her dem nakokî jiya, heta gelek caran ez di waneyên xwe yên dibistanê de amade nedibûm û mêjiyê min zimanê Erebî, dîroka ne rast ku em pê dixapandin, erdnîgariya ne rast qebûl nedikir. Gava min ya yekemîn ku ez dikarim bêjim bi saya xwişka min bû min ji fêrbûna tîpîn Kurmancî dest pê kir."

'Piştî hatina me ya Kobanê min armanca xwe nas kir'

Rodîn Mihemed bal kişand ser koçberiya ji bajarê Reqayê  ber bi Kobanê û wiha got: "Di 2011'an de aloziya Sûriyeyê dest pê kir û êdî pêlên wê gihîştin Reqayê jî. Ji ber vê em neçar man di 2013'an de vegerin bajarê xwe yê resen Kobanê. Ez çawa gihîştim Kobanê, min xwest fêrbûna xwe ya tîpên Kurdî kûrtir bikim, ji bo vê min astên Kurdî xwendin ku wê demê Saziya Zimanê Kurdî dida. Min çawa ast bidawî kirin, êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê dest pê kir ku di encamê de em derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Piştî serkeftina berxwedana Kobanê, em di 2015'an de vegeriyan Kobanê û êdî rêwîtiya min a ber bi xwendin û derçûna ji zanîngehê dest pê kir. Jixwe min zemînê xwe yê naskirina zimanê Kurdî kûr kiribû lê bi xwendina refên 9, 10, 11 û 12'an re min fam kir ku êdî armanca min çi ye û ez ê berê xwe bidim kîjan beşî."

'Nakokiyên ku min ji zaroktiyê de jiyan kir zelal bûn'

Rodîn Mihemed di domandina axaftina xwe de nakokiyên ku di qonaxa xwendina metryalên Rêveberiya Xweser de jiyan kir wiha bilêv kir: "Di qonaxa navîn de beşa zanistî û wêjeyî li gel hev tên xwendin lê di ya amadehî de êdî xwendekar hildibijêre ka dê beşa wêjeyî yan zanistî bixwîne. Ez derbasî beşa wêjeyî bûm, gelek caran ez bi xwe difikirîm bi taybetî jî di warê waneyên dîrokî û erdnîgarî de. Di waneyên dîrokê yên rejîma Sûriyeyê de, tenê behsa pêkhateya Ereb û destkeftiyên wan dihat kirin. Weke mînak jî Selahedîn Eyûbî ku bi eslê xwe Kurd e weke Ereb dihat nîşandan. Her wisa erdnîgariya Kurdistanê Mezopotamya nedihat ziman, her dem navê Bîlad El-Rafîdeyn dihat bikaranîn. Mirov dikare bi hezaran mînakan jî bide ji berovajîkirina dîroka gelê Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê dijîn. Bêguman jî dema ku min dest bi xwendina materyalên Rêveberiya Xweser kir, ez ketim ferqa mijarên ku min anîn ziman. Bi vê yekê re min hestên gelek bi wate jiyan ku vaye em jî dikarin dîroka xwe demdirêj, ziman û wêjeya xwe ya dewlemend bixwînin û fêr bibin."   

'Em gelek bi şans in ku me xeyal veguherandin rastî'

Rodîn Mihemed dirêjî da axaftina xwe û di nav de bal kişand ser asta ku dibistan û zanîngeh gihîştinê: "Min ji zaroktiya xwe ve xeyal dikir ku ez rojek beşa ragihandinê bixwînim û weke rojnamevan bixebitim. Dema ez mezin bûm û di hîn mijaran de têgihîştim, bi taybetî ketina min a  nava deryaya wêjeya Kurdî min armanca xwe nas kir. Ji bo vê min di qonaxa amadehî de biryara xwe girt ku ez beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bixwînim. Vekirina dibistan, peymangeh û zanîngehên bi zimanê Kurdî, ji bo gelek nifşan mijareke xeyalî bû. Em gelek bi şans in ku me şahidiya van gavên dîrokî kir, îro xeyal veguherîn rastiyê. Ji bo vê jî gotin têrê nakin mirov van hestan dirbirîne û vê coşê bîne ziman. Her wisa ez dixwazim balê bikşînim ser pêvajoya masterê jî ku ev pileya herî bilind a xwendinê ye. Ev destkeftiyên dîrokî û bi nirx ku me behs kir, berhemên şoreşa 19'ê Tîrmehê ne ku divê em xwedî li wan derkevin û pêşvetir bibin."

'Min nêzî 60 waneyên cuda xwend û nas kir'

Rodîn Mihemd şêwaz û waneyên ku di 4 salên xwendinê de birin wiha bilêv kir: "Xwendina min 4 sal bûn, heta ez dikarim bibêjim ji ber ku hîn destpêk bû di hinek aliyan de kêmasî çêbûn ku ji bo xwendekarin din bûn ezmûnek bihêz. Di sala me ya yekemîn de pêvajoya nexweşiya COVID-19 derket ku di encamê de gelek betlane hebûn. Ji bo vê me pergala xwendina zindî bikar anî ku di wir de jî hinek pirsgirêk hatin jiyîn. Di sala duyemîn de waneya derbirînê hebû ku li ser bingeha du qonaxan xwend. Her wiha wergerandin hebû ku di her 4 salan de jî hat xwendin. Her wiha zimanê Erebî, Îngilîzî û Wêjeya Klasîk. Di sala sêyemîn de nasîna perwerdeyê, rêbazên wanedayînê, perwerdeya giştî û zimannasî. Di sala 4'an de waneyên rêbazên wanedayînê û zimannasî 3-4 berdewam kirin, li aliyekî din xwendekarên ku wane dîtibûn berdewam dikirin û roman, rexneya wêjeyî û hevrûkirina wêjeyî jî hatin xwendin. Bi gelemperî di her 4 salên ku me xwendin de nêzî 50-60 waneyên cuda der barê beşên ziman û wêjeyê de hatin xwendin."

'Bi derçûna ji beşa ku ez hez dikim re keda bi salan tacîdar dibe'

Xwendekara fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî Rodîn Mihemed di dawiya axaftina de hestên xwe yên derçûnê wiha parve kir: " Projeya derçûnê di bingeh de belge û kurteyeke ji berhemên xwendina 4 salan e. Mijara projeya min dengbêjiya jinan a herêma Kobanê û Efrînê ye. Min xwest di nava vê projeyê de balê bikşînim ser heqîqeta ku jinên dengbêj jî hene, gelek berhem afirandine. Heyvek maye ku ez bawernameya xwe ya derçûnê bigrim û xwendina xwe ya qonaxa zanîngehê bi dawî bikim. Ji bo vê mijarê ez gelek kêfxweş û serbilind im ku ez armanca xwe ya bi salan e ji bo vê ked didim pêk tînim. Kêfxweşiya min ne tenê di çarçoveya derçûna min de ye her wiha ez bi van gavan gelek şad im ku em  weke jinên Kurd bi ziman, çand, dîrok, wêje, nasname û rastiya xwe dixwînin û derdiçin. Gav û rojên gelek bi wate û pîroz in ku wê ji di pêşerojê de di warê çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên di civakê de bibin zemîn û bend."