“Ji eniyên parastinê heta kuçe û kolanan jin rêxistinê mezin dikin”

Endama Rêvebera Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê a Kantona Hesekê Zindan Hiso da zanîn ku di nava gurbûna êrîşan û gefên dewleta tirk a dagirkerde jin xwedî li axa xwe derdikevin û xwe birêxistin dikin, pêre jî çanda şerê gelê şoreşgerî di xwe de mezin dikin.

Endama Rêvebera Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê a Kantona Hesekê Zindan Hiso da zanîn ku di nava gurbûna êrîşan û gefên dewleta tirk a dagirkerde  jin xwedî li axa xwe derdikevin û xwe birêxistin dikin, pêre jî çanda şerê gelê şoreşgerî di xwe de mezin dikin. 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Li hember hemû rengê êrîşan, jin bi gelek rê û rêbazan xwedî li axa xwe derdikevin û sîstema xwe ya parastinê xurt dikin. Derbarê vê mijarê de jî Endama Rêvebera Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê a Kantona Hesekê Zindan Hiso axivî û behsa vê mijarê kir. 
Zindan got ku ji ber şoreşa me şoreşa jinê helbet wê êrîşên li ser wê jî dijwar bin û wiha dom  kir: "Yên ku hember êrîşan derdikevin û rojan e li kolanan in û vê dagirkeriyê şermezar dikin jin in, ji ber şoreşa me şoreşa jinê her rastî êrîşên dijwar tê. Sedema ku dewleta tirk êrîşî jinan dike, ji vê yekê tê ku Rêber Abdullah Ocalan jî gotiye; Projeyên ku nîvçoyî man, wê jin temam bike û bi ser bixînin. Ji lewra barê me giran e di vê şoreşê de. Dewleta tirk jî di rêya hedefgirtina sîstema jinan dide, hewl dide vê projeyê têk bibe."
“Jinên Kurd bi projeyên xwe çareseriya aloziyan dide”
Zindan da zanîn ku nasnameya siyasî a jinan hedefdigre û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi qetilkirina Hevrîn Xelef re, nasnameya jin a siyasî hedefgirtin. Hewl dan ku bi qetilkirina Hevrîn re, gavên ku jinan avêtiye û şoreşa ku pêk anîn e têk bibin. Xwestin ku ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bêjin ger ku we jî cihê ku di sazî û partiyên bi bandor de girt, wê çarenûsa we wekî Hevrîn Xelef be. Îro jin li ser maseyan rûdinên û nîqaşên siyasî dikin. Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser maseyan rûdinên û nîqaşa çareseriya pirsgirêkan û aloziya Sûriyê dikin. Welatên ku heya roja îro, heyrî mane ku çareseriyeke çawa bibînin, îro jinên Rojava bi projeyên xwe li welatan digerin û hewla çareseriyan didin."
“Şervan li eniyan û dayik li kolanan hev temam dikin”
Zindan da xuya kirin ku jin hember êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker xwe birêxistin dikin û wiha pêl da gotina xwe: "Şev û roj, jin li kolanan û ser piyan in û vê dagirkeriyê şeremzar dikin. Her wiha jin di warê giştî û xweser de rolekî pir girîng dilîze. 2021'an de ji bo jinan û destkeftiyên bi dest xistine, pir cûda bû. Gel êdî gihiştiye wê astê ku çanda şerê gelê şoreşgerî di xwe de çandiye. Hêzên Parastina Civakî-Jin jî di vê salê de dikarîbûn hîn bêtir xwe bidin avakirin, tîmên xwe xort kirin û ji bo berxwedaniyeke pir mezin xwe amade dikin. Şervan li eniyên şer û dayik jî li kolanan parastina ax û rûmeta xwe dikin. Parastina dergûşa mirovahiyê dikin."
Zindan bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku hemû jin ji wiha zêdetir xwe birêxistin bikin her wiha asta têkoşîna xwe bilind bikin, da ku em bajarên xwe yên hatine dagirkirin rigarkirin. Em hêzên xwe yên leşkerî xort bikin, ji ber ku em hemî xelekek in. Xelekek kêm be, nabe ji ber wê jî divê ku em hemû xwe ji bo rojên giran amade bikin. Parastina şoreşê erkê me tevahî ye."