‘Ji bo xwendekarên ku xwendina xwe dawî dikin derfetê kar kêm e’

Li Başûrê Kurdistanê derfetê kar ji bo xwendekarên ku zanîngeh û peymangeh temamkirin gelek kêm e. Mamostaya zanîngehê Tara Fayîq dibêje: “Hersal hêjmarek zêde xwendekar dibîstanê temem dikin, lê belê derfetê kar ji bo wan peyda nabin.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê hersal bi hezaran xwendekar ji bo xwendina bilind temam bikin û ji bo di pêşerojê de derfetê karek baş bi destê wan bikeve berê xwe didin zanîngehên hikumetê. Lê belê ji ber nebûna derfetê kar, hêjmarek zêde bê kar dimînin. Hikumet jî ji sala 2014’an ve bi fermî tayînkirina xwendekarên zanîngeh peymangeh temam kirin rawestandiye û di heman demê de jî derfetê kar ji bo wan ava nekirine. Ji derveyî wê jî ji sala 2017’an ve bi fermî tayînkirina xwendekarên pileya yekem jî rawestandine.

‘Her sal bi hezaran xwendekar xwendinê temam dikin’

Mamostaya Koleja Teknîkî Tedirûstî ya Bijîjkî Tara Fayîq da zanîn ku sal bi sal bejdarbûna xwendekaran di xwendina bilind, zanîngeh û peymangehan zêde dibe û got: “Hêjmarek zêde zanîngeh û peymangeh li herêma Kurdistanê hene ku bi salan bi hezaran xwendekar tê de ji hemû beşên cûda xwendina xwe temam dikin û dikarin di beşe xwe de di asta jor de kar bikin. Ji ber wê salane rêjeyek zêde xwendekar dibîstanê temam dikin û derfetê kar ji bo wan kêm e, beşek ji wan derfetê kar bi destê wan dikeve û beşek jî her tim bê kar dimînin.”

Xwendekar di beşa ku xwendine de derfete kar nabînin

Tara Fayîq destnîşan kir ku gelek caran xwendekar ji ber nebûna derfetê kar a li qada ku lê dixwînin, bê kar dimînin û wiha dom kir: “Niha malbat heta astekê xwedî hîşyariye û piştgiriya xwendekaran dikin da ku xwendina xwe temam bikin û derfetê kar peyda bikin. Beşek ji malbatan jî  zextê li xwe dikin, da ku zarokên wan beşekê temam bikin. Hebûna malbatê sedemek serekeye ji bo serkeftina xwendakar, rênîşanderên wê rêyêne ku xwendekar bikarin beriya xwendina bilind gavan bavêjin. Mixabin di civakekê de hebûna diplomeya bilind û xwendina li kolejên bilind bûye şert, ji ber civak wisa difikire ku  ger pileyek bilind bigre û biçe beşek bilind wê di dawiyê de karek baş bi dest bikeve. Ji ber wê gelek caran kesê ku beşekê dixwîne ne li gora daxwaza wê kesê ye. Ev jî hestek wisan çêdike ku gelo ew kesê ku beşek wisa di hilbijêre dikare di pêşerojê de kar bike. Ji ber wê pêwîstiya me bi asta rewşenbiriya kes û malbatê heye.”

‘Jin di karkirina qada xwendî de cidîne’

Tara Fayîq destnîşan kir ku ev rewşa nedîtina derfetê kar herî zêde bandorê li jinan dike û wiha domand: “Du beşên derfetê kar heye. Ya yekem ew karê ku ji bo dahata jiyana xwe dabîn bikin da ku jiyanekê ji bo xwe baş bidest bixin û pêdawistiyên xwe dabîn bikin. Ya dûem ew karê ku di qada xwe de dike ku bawerî dide me û bikarin ji civakê re xizmetê bikin. Xwendekarên wisa hene her dû cûrên karan dikin, lê belê hinek malbat heta astekê rêgirî ji zaroktî lê dikin heta ku xwendinê temem dike. Jin bi awayek berçav beşdarî pêvajoya xwendina bilind dibin û di piraniya beşê tendirûstiyê de rêjeya zêde a xwendekaran jinin bi rêjeya ji sedan 75-80 karkirina di qada xwendina jinan de zêdetir e û serkeftîtir e. Niha di cihana ji derve de jin zêdetir kar dikin û diwestin. Di mamosta û xwendekaran de rêjeya jinan zêdetir e, ji ber wê divê derfetê kar ji bo jinan hîn zêdetir be.”

‘Divê hikumet projeyên kar zêde bikin’

Tara Fayîq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê malbat piştgiriyek baş ji bo xwendina zarokên xwe bikin. Ger hikumet jî pirojeyên kar zêde bikin û berbi pêş ve bibin, bê gûman wê derfetê kar jî zêde bibe. Hemû kes divê li pey derfetên kar bikevin û her kesek ji qada xwe hez bike. Herçendî di destpêkê de kar westandinê çêdike lê belê di encam de bingehekê dide avakirin û mirov têde xwe dibîne.”