“Ji bo vegera Serêkaniyê em bi israr in”

Jinên ji Serêkaniyê yên li kampa Waşokanî dimînin destnîşan kirin ku ew ji bo vegera Serêkaniyê bi israr in.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019`an de DAIŞ’ê tune kir, gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve dest pê kirin. Piştî danûstandinên 3 rojan di navbera Amerîka û Tirkiyê de, di 7`ê Tebaxa 2019`an de ragihandin ku ew gihîştine lihevkirinekê û dê kaşo heremek bi navê “herêma ewle” ava bikin. Li gorî lihevkirinê, dê herêma ewle were avakirin, odeyeke operasyonan a hevbeş a herdu aliyan bê avakirin, dê dewriyeyên hevbeş ên Amerîka-Tirkiyê li herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de bi kûrahiya ji 5 heta 9 km, werin meşandin. Ew lihevkirin di 8`ê Îlona 2019`an de ket meriyetê û yekemîn dewriyeya hevbeş li gundewarê bakurê rojhilatê Girê Spî bi beşdarbûna 12 wesayitên leşkerî yên Amerîka û artêşa Tirk, hat meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişeke berfireh li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Di êrişên dagirkeriyê de balafir, tank, panzer û hemû cureyên çekan li ser gel bikar anîn.

Piştî berxwendaneke efsanewî ya ji aliyê şervanên QSD`ê ve, ku tê de artêşa Tirk heta çekên kîmyewî yên qedexekirî jî bi kar anîn, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Li kêleka wê bi hezaran welatî ji bo xelasiya zarokên xwe neçarî koçberiyê bûn. Rêvberiya Xwseer ji bo bi cih kirina Koçberan kampa Waşokanî û Serêkaniyê da avakirin. Têkldarî vê mijarê koçberên kampa Waşokanî ji ajansa me re axivîn.

Daxwaza vegera Serêkaniyê

Melika Mehmûd Dawûd yek ji Koçberên Serêkaniyê ye, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker aramiya herêmê kir hedef û wiha anî ziman: “Jiyana me pir xweş bû me di ewlehiyê de jiyan dikir. Lê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê me, em neçarî koçberiyê bûn. Me bi zorê xwe ji tang û balafirên dewleta Tirk xilas kir. Rêvberiya Xweser kampek ji bo koçberan da avakirin me berê xwe da kampê û niha em lê dijîn. Ji bo vegera Serêkaniyê em jiyan dikin.”

“Dewleta Tirk berpirsa têkçûna tenduristiya min e”

Melika Mehmûd Dawûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker berpirsyarê nexweşiya min e û wiha got: “Piştî ku em koçber bûn ji qehra ez nexweş ketim. Nexweşiya penceşêrê di mîdeya min çêbû. Ji bo vê nexweşiya xwe û xerakirina tenduristiya min dewleta Tirk berpirsyar dibînim. Mirovekî dûrî mal, tax û bajarê xwe biçe ne tiştekî hesan e. Keda bi hezarê salan ya dapîr û bapîrê me bi darê zorê ji me hat standin. Ez bang li rêxistinên mirovî dikim ku em tiştek naxwazin, em vegera Serêkaniyê dixwazin. Eger rêxistinên mirovî cihanê gişî bide me em rehet nabin, rehtiya me li ser xaka me ye.”

“Em miletek bi hevgirtina xwe bihêz in”

Hesna Xidir Beqara yek ji koçberên Kampa Waşokanî ye balkişand li ser keda ku li Serêkaniyê hat dayîn û wiha got: “Li ser bajarê xwe me kedek mezin danî, qelaşê di destê me de şahidê keda me ye ku me danîbû. Îro dewleta Tirk bi çi mafê tê mal û bajarê me dagir dike. Em xwediyê erdê ne, me li wir xwêdan rijandiye û bi zorê me jê qut kirin. Eger îro dibêjin mafê mirovan ka mafê mirovan, mafê mirovan kor e nabîne nabhîze. Kon ji bo me cihê xewê, cihê mêvan, cihê xwarinê û her tiştî ye. Em vê êşê tehmûl dikin hemû jî ji bo em vegerin ser xaka xwe, cihê ku me çavê xwe lê vekir. Û em bi israr in em ê vegrin ji ber ku mafekî ku li dû wî daxwaz hebe winda nabe. Em miletekî bi hevgirtina xwe bi hêz in û kes nikare li hemberî hêza me bisekine.”

“Em ê li ber xwe bidin heya em dagirkeriyê têk bibin”

Hesna Xidir Beqara di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev sê sal li ser dagirkeriyê derbas dibe û em her tim banga rêxistinên mirovî dikin ku xwedî li mafê me derkevin û hesab ji dewleta tirk bixwazin. Lê mixabin kes naxwaze guhdar bike. Bêdengiya wan destekdayîna wan dide diyar kirin. Lê bila her kes bizanibe ku îro em bi hezaran li kampê jiyan dikin û bi yek rihî li ber xwe didin ji ber ku êşa me yek e. Em ê li ber xwe bidin heya em dagirkeriyê têk bibin.”