Ji bo jinên Xezayê kampanya hat destpêkirin

Li Xezayê bi armanca parastina jin û zarokên keç, ji hemû cureyên tundiya zayendî ya civakî kampanyaya "Haydariya ji xwe min diparêze" hat destpêkirin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Foruma Pêşketina Civakî ya Xezayê bi hevkariya Weqfa "EducAid" a Îtalyayê, di medyayê dijîtal de dibin hashtaga "Haydarbûna ji xwe, min diparêze" kampanyayek da destpêkirin. Koordînatora Foruma Pêşketina Civakî Zayoun El-Abadî diyar kir ku armanca kampanyaya dîjîtal jin û zarokên keç di mijara tundiya zayendiya civakî hişmendî kirin û der barê mafê wan de agahdarîkirin e. Zayoun El-Abadî wiha got: “Bi taybetî hinek jin ne di ferqê de ne ku rastî tundiyê tên. Ev ji jinan re bi armanca parastina maf perwerde dide. Armanca me ya li vir ew e ku em jinan di mijara tundiyê de bikin xwedî hişmendî.

‘Bandora kampanyayê zêde bû’

Zayoun El-Abadî diyar kir ji ber zêdebûna rêjeya tundiyê kampanya hatiye destpêkirin, anî ziman ku kampanyaya tê meşandin hevbandorî çêkiriye. Zayoun El-Abadî wiha axivî: “Dema di lêkolînkirina naveroka kampanyayê de, hinek encamên em gihîştin çêbûn, têgeha zayendiya civakî, cudahiyên di navbera jin û mêran de wek civakî û çandî hatiye avakirin îfade dike. Li gorî çand, bend û nirxên civakê, zayendiya civakî û tevgerên rolê tên fêrkirin. Bi vî awayî di civakê de ji jin û mêran re berpirsyariyên cuda yên civakî tên barkirin. Ji ber newekheviya zayendî û rolên civakî jin bi gelek pirsgirekan re rû bi rû dimînin.”

‘Gelek cureyên tundiyê hene’

Zayoun El-Abadî da zanîn ku girêdayî zayendiya civakî awayê cuda yên tundiyê hene,wiha got: “ Êrîşên li dijî bedenê dikeve cureyê tundiya fizîkî; gef, dûrxistin, biçûkxistin, cureyên tundiya derûnî; destdirejî û kedxwariya zayendî jî dikeve cureyê tundiya zayendî. Ji bilî vê cureyên tundiya aborî, zewaca bi darê zorê, zewaca zarok, sinetkirin û tundiya civakî jî mewcûd e.”

'Tecrube hatin vegotin’

Zayoun El-Abadî diyar kir ku ji ber hesasiyeta termînolojiyê û agahiyan, beriya naveroka kampanyayê bê weşandin, ji bo kontrolkirina tiştên hatine nivîsandin, bi psîkologek re hatiye pêşxistin, cureyên tundiyê yên jin rastî tên û di kîjan navende de dimînin bi riya vîdeo pêşkeşê temaşevanan dike. Zayoun El-Abadî, wiha got: “Di mijara mexdûrên rastî tundiyê tên çi dijîn, çawa ev tiştê bi ser dixin û çawa bi awayekî tenduristî jiyana berdewam dikin de, serî li tecrubeyên wan hat dayîn.”

'Îstatîstîk rastiyan nîşan nadin

Zayoun El-Abadî bal kişand ku ji aliyekî ve hejmarên nakok ên saziyan, ji aliyê din ve jî gelek çîrokên ku jin red dikin eşkere bikin, tên veşartîn û wiha got: “Bi destxistina sedî sed û îstatîstîkên der barê bûyerên tundiyên navbera jinan pir zehmet e. Li gorî îstatîstîkek ya ji Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî hatine bidestxistin, tenê ji sedî 7’ê jinan tundiya ku dîtine vegotine.” Zayoun El-Abadî anî ziman ku li seranserî cîhanê ji her sê jinan yek rastî tundiya fizîkî yan jî tundiya zayendî tên, destnîşan kir ku divê bi gavên pratîk ev jin bên piştgirîkirin.

‘Kampanya dê berdewam bike’

Li gorî Zayoun El-Abadî kampanya, ji bo peydakirin û rastkirina zanyariyên cudayên der barê tundî û rêjeya wê, sedemên wê, çawaniya kêmkirina wê û çawaniya rûbirûbûna bûyeran de, dê bi heman etîketa "Haydarbûna ji hebûna min, min diparêze" li ser qada dîjîtal berdewam bike.”