Ji bo hînbûyîna antrenoriya kişikê sînorê temen tune ye!

Dilara Gun a ku 4 sal in antrenoriya kişikê dike, bi hînkirina birayê xwe dest bi vî karî kiriye. Dema ku ew bi dayik û xwişka xwe re diçe kursan tê, meraqa wê ji kişikê re çêdibe. Niha dayika wê jî 43 salî ye û wisa xweş hîn bûye ku dikare bibe antrenora kişikê.

 
ZEYNEB BEHLIVAN
Îzmîr-  Dema ku em li rolyefên li ser pîramîdên Misrê dinêrin, dibînin ku dîroka kişikê herî kêm digihîje 4000 salan. Dîsa jî li gorî raya giştî kişik, piştî zayînê di nava 3 sedsalan de li Hindistanê belav bûye. Li Ewropayê ev lîstika pir taybet ku wekî "Lîstika Qraliyetê" tê binavkirin, ji 1886’an û vir ve li seranserê cîhanê bi cur be cur şampiyonî, pêşbirk û bûyeran re bersivek dibîne. Bi vedîtina bandorên erênî yên kişikê re li ser hunerên hizirandinê, motîvasyon, jixwebawerî û hişmendiya analîtîk, temenê lîstina kişikê her ku diçe kêmtir dibe.
Malbatên ku hay ji gelek sûdên kişikê hene, zarokên xwe ji temenê biçûk ve hînî kişikê dikin. Di van demên dawî de li Tirkiyeyê di vî warî de tevgerek cidî heye. Daxuyaniya herî dawî ya federasyona kişikê ya Tirkiyeyê ragihand ku di sala 2021’ê de milyonek werzîşvanên xwedî destûr û 5 milyon xwendekarên dibistana navîn hînbûna lîstina kişikê ji xwe re kirine hedef. A girîngtir ew e ku ji sala 2021-2022’an pê ve dê li dibistanan kişik wekî derseke bijarte were xwendin.
Dilara Gun yek ji wan. Ez dixwazim niha wê bi we bidim nasîn. Wê xwe hînê lîstina bi kişikê ya ji bo zîhn û zekayê gelek baş e kir û di nava zarok û ciwanên Îzmîrê de wê ev yek kiriye navenda jiyana xwe.
Ji zarokatiya xwe ve bi kişikê dilîze
Dilara ya 22 salî, 16 sal in kişikê dilîze. Gava ku em hemû bandorên erênî yên kişik li ser hişê mirov dike bifikirin, ne hewce ye ku mirov bibêje Dilara di temenê guncaw de kişikê nas kiriye. Dilara difikire ku zarok şansek wisa heq dikin û ew wekî hîndekarên kişikê ji bo pêşketina bi sedan zarokan alîkariyek girîng dike. Ka em ji nêz ve li çîroka nasîna Dilara ya kişikê binêrin:
“Ez hêj 6-7 salî bûm, wê demê hevjîna mamosteyê min a dibistana seretayî mamosteya kişikê bû. Wan ji refan xwendekar hildibijartin ku dest bi perwerdeya xwe ya kişikê bikin. Cara destpekê navê kişikê min li wir bihîst. Berê haya min ji kişikê tunebû. Ez heta 9 saliya xwe bi domdarî bi vî mamosteyî re xebitîm. Gelek caran me dibir tûrnûvayan. Wekî din, me piştgiriyek ji derve negirt. Piştî ku fêm kirin ez di tûrnûvayan de baş im, dayik û bavê min, ez şandim kursa kişikê. Bi mirina mamosteya min a li kursê ez demek ji kişikê dûr mam. Di lîseyê de de, min ji çend mamosteyên taybet ders girt. Di vê navberê de, min xwişka xwe ya  ji min 10 sal biçûktir fêrî kişikê kir. Min fêhm kir ku ez hez dikim birayê xwe yê 4-5 sal ji min biçûktir fêrî kişikê bikim. Dûre me bi zarokên hevalên dayika min re jî dest bi perwerdeya kişikê kir. Dema ku min dest bi zanîngehê kir, xwesteka min a hînkirin û fêrkirina kişikê gelek zêde bû. Mamostehiya kişikê ya ku min bi kêfî dikir, niha karê min e. Nêzî 4 sal in ez li Îzmîrê di klûbeke kişikê de dixebitim.” 
"Gava ku ez kişikê dilîzim, diçim alemeke din" 
Dilara diyar dike ku dema wê di temenê pir ciwan de, dersên kişikê dida, dayik û bavê min dema didîtin şaşwaza diman. Lê dema ku tevli dersan dibe, ji ber ku karê xwe bi hezkirin dike, fêrbûn û rêzdayîna dayik û bavê wê zû jê re çêdibe û wiha didomîne:
"Wan bi rastî fêm kir ku têkiliya perwerdeyê bi temen re tune ye, ez dikarim di vî karî de baş bibim. Di destpêkê de, tenê 6-7 xwendekarên min hebûn. Piştre, bûn 30-40 xwendekar. Dema ku ez kişikê dilîzim, hîs dikim ku ji cîhana derve veqetiyame. Di nava 64 kareyan de çi dibe nizanim ha ku dibînim, piştî demekê, ez xwe parçeyek di nava kişikê de hîs bikim. Hin dem hene ku em 2-3 saetan li ber rûdinên. Di tûrnûvayan de, hosta zêdetir rûdinên. Mirov hîs jî nake ku di wê gavê de dem çawa derbas dibe. Dema ku ez herî kûr bi tiştek re mijûl dibim, dema ku bi kişikê dilîzim e. Rahênera kişikê ji min re; ji bilî kêfa pêşkêşkirina perwerdeyê, di heman demê de serxwebûna aborî jî zêde kir. Ji ber ku ez ji gava yekem a ketim zanîngehê ve, bi rêkûpêk antrenoriyê dikim. Ez serxwebûna aborî ya jinan li Tirkiyeyê wekî rewşeke pir hêja dibînim.” 
Pirsgirêkên fikar û adaptebûnê çareser dike 
Bandorên îsbatkirî yên kişikê li ser performansa akademîk piştrast dikin ku bêtir bi pergala perwerdeyê re têkildar e. Gelek welatên li seranserê cîhanê tercîh dikin ku kişikê bi bernameya xwe ya perwerdeyê re bikin yek. Rastiya ku ev pêvajo dê sala pêş li Tirkiyeyê dest pê bike di heman demê de ji hêla Dilara ve wekî antenorekî kişikê wekî gavek pir erênî tê nirxandin.
"Di nav xwendekarên ku tên ba me û yên ku bala wan dikişîne de xwendekarên bi nexweşiya otîzmê hene. Hinek xwendekar jî hene ku tenê ji bo dersên wan dibe alîkar. Hatiye îspatkirin ku kişik pirsgirêka adaptebûnê çareser dike. Ew bêguman hem di tûrnûvayan de hem jî di dersên xwendekaran de lêhûrbûnê zêdetir dike. Mînak, xwişka min heya derengiya şevê xwe ji şampiyoniyên Tirkiyeyê re amade dikir. Roja din dema ku li dibistanê ezmûnek wê hebûya jî di fikar an jî tengasiya adaptasyonê nedikişand. Jixwe kişikê ev yek fêrî wê dikir. Di heman demê de fêdeya wê ji bo plankirin û motîvasyonê heye. Her çendî ne hewce be jî mirov dixwaze bi plan be." 
Temenê fêrbûnê tune ye!
Wekî di gelek werzîşan de, kişik jî di qada mêr de tê dîtin. Ji bo ku vê bişkînin; Dilara 16 sal in bi rêkûpêk bi kişikê re mijûl dibe, bêguman wekî perwerdekarek pir hêja ye. Ji ber ku mixabin di rahêneriyê de hejmara rahêner û werzîşvanan pir kêm e.
“Di kişikê de serdestiyek mêr gotina mijarê ye; lê belê, serokê federasyona me jinek e. Ev ji bo me avantajek girîng e. Karên federasyonê hene ku jinan teşwîq bike. Wekî din, kategoriyên di şampiyoniyan de ew organîze dike; li mêr û jinan hatine parvekirin. Heke di tûrnûvayê de pileyek tevlihev hebe jî ji jinan re xelatên din dikarin werin dayîn da ku wan teşwîq bikin. Di kursa min bi xwe de, dibe ku ji 10 xwendekaran 2-3 kes keç nin. Bêguman, niha hejmar pir hindik e; lê li gorî zarokatiya min, ev hejmar îro pir zêde bûye. Ev rewşeke pir bi hêvî ye. Dema ku min dest bi kişikê kir dayika min 26 salî bû. Ez û ew pir ciwan bûn. Dayika min em birin tûrnûvayan û dema ku me xelatên xwe girtin her dem li cem me bû. Ew weliyeke kişikê bû. Bi demê re, ew bi xwe jî hînî kişikê bû. Niha jineke 43 salî ye û hindik maye ku antrenoriya kişikê bike. Ji ber ku mînakeke wiha li ber çavên min heye ez dibêjim ku bêguman temen ji bo fêrbûn an jî antrenoriya kişikê ne sînor e!”