Ji bo dermankirina ajalên birîndar beşa lezgîn a seyar

Komek dostên ajalan bi projeya beşa lezgîn a seyar xizmeta ajalên birîndar dikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Xema herî kêm a hikumeta herêma Kurdistanê û şaredariyan li hemberî ajalan bi giştî li hemberî seyan bi taybetî bûne sedema êşkişandina seg û ajalên ji aliyê hemwelatiyan ve. Nehişyarî û kêmasiya hestên mirovahiyê bi mirovan re wisa dike ku her dem êşê bi ajalan bidin kişandin û di nava kolanan de henekan bi wan dikin û bi wan dilîzin, beşek zêde ji wan birçî ne, rojane ji bo xwarinek bi destên wan bikeve tax bi tax û mal bi mal digerin.

Lê belê hemwelatî xwarinê nadin wan û hinek ji wan canê wan diêşînin, ev jî wisa dike ku ev se ji bo parastina canê xwe li ber xwe bidin, ne hikumet û ne jî şaredarî dengê xwe dernaxe û pêwîstî û cihê guncaw ji bo wan amade nake.

Piştî vê rewşê komek dostên ajalan rêxistina bi navê “Hanî Ajalan” ew ajalên ku mirovan zirarê dane wan û birîndar kirine, bîrçî mane bi riya ambûlansa taybet ji bo wan li çareseriyê digerin.

“Ev çend sal in em ji bo ajalan karê xwebexş dikin”

Karmend û damezrînera rêxistina Hanî ajalan Şadî Elî diyar kir ku rêxistina wan di sala 2022’a de hatiye avakirin lê belê destpêkê ev 8 sal in karê xwebexşî dike, ev rêxistin ji 10-12 xwebeşxan pêkê tê û weke karek mirovane rojane dema jiyana xwe ji bo xizmeta ajalan veqetandine û der barê karê rêxistinê de wiha got: “Damezrandina rêxistinek bi vî awayî ji ber nebûna xizmetek ji bo ajalan e. Me dît çawa rojane ajal ji aliyê mirovan ve rastî êşan tên. Ji bo wê rêxistina me alîkariya ajalên ku di dema êşê dikşînin û di riyan de wasayîd li wan dide dike.”

“Em karê hikumet û şaredariyê dikin”

Şadiye da zanîn ku destpêkê dema wan dest bi kar kirin ji ber nebûna ambulansê, wesayîdên endaman an jî bi wesayîdên kirê çareseriya ajalan dikirin û wiha got: “Me gelek caran destên xwe rakir û texsiyan da sekinandin ji bo em ajalên birîndir bixin hundirê wan. Ji ber wê me biryar da ku ambulansek taybet a me ji bo tedawîkirina ajalan hebe. Ji derveyî rakirina ajalên birîndar rêxistina Hana rojane xwarin û goşt li ajalan belav dike her wiha di nava parka Hewarî şar de me heşt qutiyên avê ji bo ajalan daniye. Hemû pêwîstî û aşîkirina wan em pêk tînin. Tenê hinek deman hinek xêrxwaz alîkariya me dikin, ew jî bi rêjeyek gelek kêm e. Hikumet û şaredarî alîkariya vê rêxistinê nakin, her dem astengiyan ji bo me derdixin û rê nadin em karê xwe bikin. Karê ku rêxistina Hanî ji bo ajalan dike erka hikumetê ye lê xwe berpirsyar nabîne û her dem rexne li me dike ji me re dibêje ‘we ajal xistiye pêşiya mirovan’ rastî bi vî awayî ye divê mafê wan ajalên bêziman bide nabe ku mirov ajalan ji bîr bike divê her dem xizmeta wan were kirin.”

“Ajalên di malan de diavêjin ber derî”

Şadî Elî der barê çareseriya klînîkan de wiha got: “Gelek klînîkên ji bo çareseriya ajalan hene lê belê yên ku alîkariya me dikin gelek kêm in. Sedema alîkariyê nehişyariya hemwelatiyan a li hemberî ajalan e. Ji bo hişyarikirinê perwerde û çareseriya yekem pêwîst e û bi riya perwerdeyan hişyarî dikare were belavkirin. Ji bo ku di demên pêş de her kes hişyar be û êdî zirarê nede ajalan, em di nava hewldanan de ne. Hemû endamên me hejmarek ew ajalên ku ji destên mirovan rizgar kirine xwedî dikin, hinek ji wan nabînin, lingê wan şiketine yan jî bêhêz in û nikarin bi xwe bijîn. Ew kesên ajalên malan dikirin, piştî demekê bêzar dibin û wan davêjin derve, ew ajal hêza wan nîn e ji derve li hemberî hemû êşan bijîn.” 

“Mirov hêza xwe li ser ajalan diceribînin”

Şadî Elî destnîşan kir ku civaka Kurd hêza xwe li ser ajalan diceribîne û her wiha hemû jiyana wan li gorî berjewendiyên wan in û wiha got: “Hinek ji ber dîmenên di torên civakî de êşê didin û bi wan dikenin. Ji ber wê ji bo kêmkirina van bûyerên li taxan divê cihekî taybet ji bo ajalan were dabînkirin, ji ber nikarin weke her car nêz bibin. Ya ku em rexne dikin dayina xwarina ji bo ajalan e. Sedema zêdebûna ajalan, ji ber dagirkirina zeviyan e ku hemû kirine sîte û bînahî, li wan deveran jiyan û xwarin ji bo ajalan nemaye. Girîng e hemû kes ajaldost bin, nabe ku dema ziyan bigihîje ajalan, çavên xwe bigrin divê em hewl bidin kêm û kurtiyên wan çareser bikin.”