‘Ji ber rewşa Başûrê Kurdistanê ciwan koç dikin’

Mamoste Şine Elî diyar kir ku ji ber qeyrana aborî ya li Başûrê Kurdistanê û boykota xwendinê ciwan bêhêvî bûne û got: “Ger rewş wisa bidome, ciwan wê dest bi koçkirinê bikin. Li cihê ku hikumet di pirskirêka ciwakê çareser bike bi xwe qeyranan çêdike.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Qeyrana aborî li Başûrê Kurdistanê bandorê li perwerdeyê kiriye û bêkariyek zêde belav kiriye. Xwendekar û ciwan ji vê rewşê bêhêvî ne û aliyên peywendîdar ji bo daxwazên gel tiştek nakin. Mamoste û çalakvan Şine Elî di dema nerazîbûna mamosteyan de li qadan bû, diyar kir ku ji ber bêhêvîbûna ciwanan metirsiya destpêkirina koçberiyê heye û bal kişand ku ger wiha bidome dê ciwan dest bi koçberiyê bikin.

‘Di aliyê perwerdeyê de em di rewşeke xirab de ne’

Şine Elî wiha got: “Niha li Başûrê Kurdistanê qeyrana aborî, siyasî û perwerdeyê heye. Ev jî rewşek ku nayê xwestin e û divê rêgirî lê were kirin û dawî li vê rewşê were anîn. Ji bo çareseriya vê jî divê em hemû hev bigrin û ji bo dabînkirina jiyana nû, hê bixebitin. Nifşê niha yê li ber destên me tu pêşeroja wan li Başûrê Kurdistanê nîn e. Ger weke mamosteyekê ez behsa rewşa herêma Kurdistanê bikim di aliyê perwerdeyê de bingehek û pirtûkên baş nîn e. Li gel wê jî xwendekar her dem ji me dipirsin dibêjin em ji ber çi bixwînin? Di demeke wisa de ne ku tu pêşeroja wan nîn e. Em çi hêviyê ji vê xwendinê bikin, di demeke ku bi xwe bersiva wê dizanin û yên ku xwendin temam kirine û nehatine tayînkirin dibînin ku çiqas bêkar in û her wiha mamosteyan jî boykota xwendinê kirine.”

‘Berdewamiya vê rewşê qeyaran ciwanan ava kiriye’

Şine Elî da zanîn ku pirsgirêka aborî, bi xwe re ya civakî tîne û malbat ji hev belav dibin û wiha got: “Divê kesên ku xwe weke berpirsyar dibînin çavekî li vê rewşê bigerînin. Niha ciwan di rewşa derûniyek ne aram de ne û difikirin ku tu pêşerojeke wan nîn e, tenê şêwazê jiyanê hatiye guhertin. Ji ber ku difikirin ku derfeteke kar nîn e û nikarin jiyanê ji bo xwe ava bikin. Niha ji ber zêdebûna qeyran û bêxemiya aliyên pêwendîdar koça ciwanan dest pê dike. Divê ji vê bitirsin da ku di pêşerojê de qeyrana ciwanan çênebe. Li welat tu tiştek erênî nîn e ku ciwan tê de bimînin. Bêguman li welatek wêran û bê aram ciwan ji bo jiyana bi aram berê xwe didin welatên din. Ev jî ji ber vê desthilatdariya ku ji gel û civakê dûr ketiye ye.”

‘Ji bo guherîna vê rewşê divê dengê me yek be’

Şine Elî destnîşan kir ku ger niha çareseriyek ji bo vê qeyranê nebînin wê rewş ber bi xirabûnê ve biçe û got: “Li cihê ku hikumet di derdê civakê de be, bi xwe qeyranan çêdike û bi pirsgirêkan civakê re mijûl nabe. Ji ber wê em dibînin vê yekê wisa bêbazariyê çêkiriye ku kesên xwedî firoşgehan nikarin kar bidin ciwanan. Ji ber dabînkirina dahata jiyanê ji bo wan zehmet bûye. Diyar e hikumet ji bo ciwanan tiştek nake. Çi dibe bila bibe divê ji bo ciwanan em hewl bidin divê ciwan dengê xwe bikin yek û xwedî helwest bin, hewl bidin bi hev re vê rewşê biguherînin. Xwendekar, mamoste, dayik û bavên xwendekaran divê ji bo çarenûsa ciwanan bi hev re bin.”