Ji ber êrişên dewleta Tirk çandinî bi xeteriyê re rû bi rû ye

Hevseroka Desteya Çandiniyê ya herêma Firatê Sewsen Daban derbarê bandora êrişên dewleta tirk yên qada çandiniyê got: “Armancgirtina binesaziyê û qûtkirina ava Firatê yekser bandor li ser çandiyê kir ku lewazî xist tevahî mewsimê.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji sedî 70 debara xwe bi çandiyê dikin, ji ber êrîş û bombebarana dewleta tirk gelek astengiyan dijîn.

Şêniyên herêma Firatê di çandiyê de ava çemê Firat û bîran bikar tînin. Lê bi qûtkirina dewleta tirk ji ava Firatê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Çileya 2021’an de, cotkarên ku avdana xwe dispêrin ava Firatê astengiyan dijîn, bi taybet jî ku qûtkirina ava Firatê bandor li ser bîran kiriye ku asta wan ya avê daketiye û gelek jî zuha bûn. Dewleta tirk ku di 4’ê Cotmehê de bi êrîşeke berfereh binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir, di encamê de bi dehan stasyonên petrol, av û kehrebe wêran bûn. Dîsa ev êrîş bandor li çandiyê kir ziyanên mezin hatin jiyîn.

Hevseroka Desteya Çandiniyê ya herêma Firatê Sewsen Daban têkildarî bandora êrîşan li ser çandiyê û bi taybet li Kobanê, ji ajansa me re nirxand.

Sewsen Daban destnîşan kir ku herêma Firatê yek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji bo çandiyê xwedî stratejiyeke mezin e û got: “Li herêma Firatê werza çandiniyê destpêkiriye ku cotkar îcazeyên xwe ji Desteya Çandiniyê digirin da ku tovên çandiniyê werbigirin. Herêma Firatê yek ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku niştecihên wê ji sedî 90 debara xwe bi çandiyê dikin, bi taybet jî çandina genim. Ev mijar ji aliyê Rêveberiya Xweser ve jî tê destekkirin  ku pilana îsal de jî derbas bû. A niha jî em bi van mijaran re mijûl dibin ku sala nû ya çandiniyê destpê kiriye.”

‘Êrîşên dewleta tirk mewsima çandiniyê lewaz dike’

Sewsen Daban bal kişand ser bombebaran û qûtkirina ava Firatê ji aliyê dewleta tirk û got: “Weke tê zanîn kantona Kobanê deverke ku piraniya erdîngariya wê li ber sînorê di navbera me û dewleta tirk de ye. Ji ber vê ji qadê zêdetir çandinî rû bi rûyê astengî û lewaziyan tê. Lewra em dibînin ku gelek caran şêniyên Kobanê neçar dimînin ku zeviyên li ber sînor neçînin, ango nikarin biçin nava zevî û darên xwe de. Ji ber ku dewleta tirk bi rengekî raste, rast gel hedef digre û heta di dema bombebaran de jî zeviyên gel bê ser û ber tên bombebarankirin ku ziyanên madî û canî jî tên jiyîn. Pirsgirêk û heta mirov dikare weke alozî jî bi nav bike ku ev çend sal in çandinî ji ber qûtkirina dewleta tirk ji ava Firatê re lewaziyê jiyan dike. Cotkarên li ber peravên ava Firatê dijîn, zeviyên avî diçînin ku genim û hemû beşên çandiniyê bi ava Firatê av didin.  Qûtkirina dewleta tirk ji ava Firatê re asta avê kêm kir û bandor li seatên kehrebeyê jî kir. Li aliyekî din cotkarên ku zeviyên xwe bi bîran av didin,  heman pirsgirêkê dijîn. Ji ber ava bîran kêm bûye û heta gelek jî zuhabûn. Lewra di van salên dawî de zeviyên bejî ji yên avî zêdetir dibin ku ev yek jî xwe dispêre qûtkirina dewleta tirk ji ava Firatê re.”

‘Wêrankirina bineseziyan yekser bandor li ser çandiyê kir’

Sewsen Daban ya got “Di pêvajoya dawî ya êrîşan de ku di 4’ê Cotmehê de dewleta tirk tevahî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir û di encamê de bi dehan stasyonên av, kehrebe, petrol û heta deboyên genim  derketin derveyî ximzetê” wiha berdewam kir:

“Bi taybet hedefgirtina deboyên genim tê wateye armancgirtina çavkaniyên jiyanî yê gel ku em nanê xwe ji genimê herêmê werdigirin. Her wiha wêrankirina santesyonên petrolê bandoreke mezin li ser cotkaran kir. Gel mewsima garis, kuncî, pembû û hwd çandiye, lê ev êrîş bûn sedema ku cotkar baş av nedin. Li aliyekî din dê bandorê li ser belavkirina mazota çandiniyê jî bike ku îsal em vê astengiyê jî bijîn. Tevî pirsgirêk û aloziyên me anîn ziman, gelê herêma Firatê dest bi çandiyê kiriye ku me weke Desteya Çandiyê jî  hemû defertên xwe xistiye seferberiyê da ku em berhemên têrker û baş bi dest bixin.”

Bîrên 34 salî zuha bûn

Her wiha Oweyş Elî ku ji gundê Êdiqê yê li Başûrê Kobanê ye, astengiyên ku dijîn wiha bilêv kir: “Dibêjin; heger dijmin bû ax jî pêlê nekin. Ev gotin ji bo dewleta tirk jî derbasdar e ku dijminekî wiha ye bi hemû rêbazên herêma me hedef digre.  Di vê mehê de hemû cihên ku pêdiviyên me yên jiyanê bi cih tînin xirab kir. Bi taybet jî em niştecihên gundan ku debara xwe bi çandiyê dikin, me ziyanên mezin dîtin. Ji xwe ev çand sal in baran kêm e, bi van êrîşan re jî mewsim wêran bû. Temenê bîra min ya avê 34 sal in, min bi salan bîstan li ser çandiye, dar û hawîrdor av kiriye û heta têra hemû gund jî dikir. Lê ev çend sal in ku em bi hesreta dilopek av in ji vê bîrê. Bîr zuha bûn ku darên min hişk bûn û em nikarin bîstanan biçînin. Dewleta tirk ji ber ku ava Firatê qûtkir, bîrên me jî zuha bûn. Av û mazot tûne ne, gelo dê gel çandiyê çawa bike. Tê bîra min zeviyên li Rojhilatê Gundê hemû avî bûn, lê di van salên dawî cotkaran zeviyên xwe veguherîn bejî ku gelek caran jî berhem jê nagirin.”

‘Mirin û mayîn wê li warê me be’

Oweyş Elî helwesta xwe li hember êrîşan wiha anî ziman: “Em dizanin dewleta tirk çima wiha dike, ew dixweze ku bi van rêbazan me neçarî koçberiyê bihêle û ew bikevin cihê me û dagir bikin. Lê emê biçin ku derê gelo, ma ev axa em tê de dijîn ya me ye. Heger em mirin yan jî man, emê li warê xwe bin.”