Ji ber bihayê zêde li Yemenê mercên jiyanê zortir dibin

Jinên li Yemenê ji ber buhayê zêde yê her tiştî zehmetiyên mezin dikşînin û nikarin pêdiviyên xwe yên sereke bi cih bînin. Jinên ku ji ber vê rewşê nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bikirin diyar kirin ku ev êş êdî nayê kişandin.

RANIA ABDULLAH

Yemen- Şerê Yemenê, bandora xwe ya giran roj bi roj zêdetir nîşan dide. Ne tenê bombebarana beriya 8 salan a bi sedema mirinê, ji ber bilindbûna bihayê pêdiviyên jiyanî jî gelek zehmetî çêbûne bi taybetî jinên ku malbatên xwe birêve dibin ji vê rewşê bi gazin in.

Yekane berpirsiyara malê ye

Amîna Ehmed li ser vê rewşê bi van gotinan balê dikşîne ser rewşê û dibêje: “Ji ber van mercên zor û buhayê giran, ez nikarim pêdiviyên herî bingehîn ji bo pênc zarokên xwe peyda bikim.”

Emîna Ehmed diyar dike ku êş û azarên wê ji destpêka şerê li Yemenê ve di sala 2015’an de dest pê kirine, piştî ku hevjînê wê di teqînê de jiyana xwe ji dest da her tişt xirabtir bûye.

Emîna dibêje ku piştî mirina hevjînê xwe, ew ji mûçeya xwe ya kêm bêpar ma ku yekane riya debara malbata wê bû û didi zanîn ku wê li dibistaneke taybet li bajarê Taizê, yê li başûrê rojavayê Yemenê kar dikir.

Amîna Ehmed dibêje ku pereyê digre ji pêncî hezar riyalî derbas nabe. Bi qasî 50 dolarên Amerîkayê ye, tenê têra kirîna cilên zarokek wê jî nake û wiha got: “Meaşê min pêdiviyên herî bingehîn ên zarokên min dabîn nake. Di cejnan de û dema vebûna dibistanan de xem û derdên min zêde dibin lewre di betlaneyê de neçar dimînim pere deyn bikim da ku zarokên min xwe di nava hevalan de kêm nebînin û ji bilî mamostehiya xwe ez di karê neqşên li ser cilan de jî kar dikim ji bo ku ez hin kêmasiyan dagirim.”

Emîna El-Ehmed wiha li peyvên xwe zêde kir: "Bihabûna nirxan bi giranî ji aliyê bazirganên şer ve pêk tê û hikûmetê xwe eleqedar nabîne ku pêşî li van kesan bigre. Biha li gorî salên borî pir zêdetir bûye û destwerdaneke cidî ji aliyê rayedarên têkildar ve nayê kirin. Em nikarin tiştên herî hêsan peyda bikin û alîkariyên ji bo me dihatin kirin demek e hatine qutkirin. Em nikarin cil û bergan ji zarokên xwe re bikirin û pêdiviyên herî hêsan bi dest bixin heta bihayê sebzeyan jî gelekî zêde bûye."

Koçberî û bihabûn

Nada Ebdullah û malbata xwe ne tenê astengiyê ji ber bihayê tiştan rast dibînin, şer û teqînên ku çêdibin wan neçar kir ku terka malên xwe bikin û herin xanî li cihekî metirsî lê kêm be kirê bikin.

Nada wiha dibêje: “Bihayê xwarin û cil û bergan jî pir zêde ye, nemaze bi hatina cejna Qûrbanê re. Em nikarin pêdiviyên bingehîn peyda bikin û carna neçar in deyn bikin, carna jî tiştên xwe bifroşin. Ji bo em bikaribin li vî welatî bijîn divê em ji bo jiyana bi rûmet têbikoşin."

Zêrên xwe firot

Jina bi navê Îman El-Sermî jî behsa rewşa zor û zehmet dike û tîne ziman ku ji ber bihayê xwarinê yê zêde, di bin siya şer û teqînên li watê wan de pir zehmetiyê dikşînin. Îman dibêje: “Ji ber tunebûna ewlehiyê û ji ber bihayê zêde em rojên zehmet derbas dikin em nikarin hewcedariyên herî hêsan ji zarokên xwe re peyda bikin. Bihayê cil û bergên zarokan jî pir zêde bûye, em nikarin pêdiviyên bingehîn ên cejnê bikirin."

Eşwaq Ebdulqawî jî bal kişand ser rewşê û wiha got: “Ji ber bihabûna tiştan li gorî rewşa niha, hinek malbat neçar bûn deyn bikin yan jî eşyayên xwe bifroşin. Jin zêdetir dikevin bin bandora şer û bihayên zêde. Bi taybetî jinên ku zarokên wan hebin, dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn û pêwîst û lêçûnên cejnê, bandorê li derûniya jinan dike.”

Pêdiviyên sereke jî tune ne

Ji aliyê din ve, dermansaz Emel Seîd Qaid diyar kir ku jin ji ber vî şerî fatûreyek mezin dane û bihayê dermanan ku ji girîngtirîn pêdiviyên jiyanê ye bi awayekî berbiçav bilind bûye û got: "Jin nikarin pêdiviyên xwe yên nan, xwarin û yên rojane peyda bikin û ji ber şer jinan hevjînê xwe winda kirin. Di van şert û mercan de jin bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên bingehîn peyda  bikin, ji ber ku buhabûn ne tenê girêdayî dermanan e, di heman demê de di warê xwarinê û cilan de jî zêde bûye.”

Wekî ku Amal Seîd dibîne hikûmet rola xwe bi cih nayne û çareseriyek radîkal an jî hêsan ji bo buhayê bilind nabîne.

Di warê derûnî de bandora bihayê zêde çi ye?

Li gorî seroka beşa civaknasiyê Zikra El-Ereeqî, ji ber şerê heyî jin bûne berpirsyarên debara sereke ya malbatê û gelek rol dikevin ser milên wan. Di heman demê de berpirsiyariya mal, zarok û kar, bi kedeke mezintir ji berê zêdetir e û jin jî di warên curbecur de kar dikin. Ji bo peydakirina pêdiviyên malbata xwe ji berê bêhtir hewl didin, ji ber ku bûne berpirsyarên malbatê.

Zikra El-Eraîqî got ku zêdebûna bihayê tiştan, bandorê li jinan dike, ji ber ku pereyê digrin, pêdiviyên herî kêm pêk nayne loma jin neçar dimînin gelek karan bi hev re bikin ji bo pêdiviyên bingehîn ji zarok û malbatên xwe re pêk bînin.

Zikra wiha got; "Jin gelek kar û erkên xwe pêk tînin û mafên xwe yên herî bingehîn bi dest naxin. Ji ber bihayên pir giran, di bin siya bihabûna bilind de bi awayekî din zêdetir dibe. Ev êş di demsala cejnê de bi bihayên giran zêdetir dibe loma jin neçar dimînin zêdetir bixebitin an jî deyn bikin.”

Zikra El-Ereeqî daxwaza pêşxistina çareseriyên pêwîst ji hikûmetê û rêxistinên navdewletî kir. Ji bo sivikbûna êş û azarên welatiyan, bi taybetî jinan, ji ber xerabûna rewşa diravê neteweyî li hemberî diravê biyanî û bihabûna nirx û kelûpelan bandorên neyînî li welatiyan dike.