Hîlala Zêrîn ji bo çandê bingehek xurt ava dike û diparêze

Hîlala Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vejandina çand û dîroka jinan û gihandina wê ji nifşan re li ser bingeha jiyana hevbeş û wekhev dixebite.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Hîlala Zêrîn ji destpêka damezrandina xwe ve di sala 2016’an de li ser pêşxistina çand û hunerê kar kiriye û hewl daye jin û zarokan di warê rewşenbîrî û çandî de bi pêş bixe. Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo vejîn û parastina çandê gelek çalakî li dar xistine.

"Em çanda xwe zindî dikin"

Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn Mizgîn Culaq diyar kir ku eleqeya ji bo çand û folklora ku jinan her dem parastiye kêm bûye û wiha pê de çû: “Em di Tevgera Hîlala Zêrîn de dixebitin da ku çanda xwe vejînin û bigihîjînin nifşên paşerojê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê qirkirina çandî didome. Em rastî êrîşên ku dixwazin me tune bikin, çand û dîroka me ji holê rakin û çandê ji civakê qut bikin tên. Jin û çand her dem dibin hedefa dijminên herêmê. Jinên herêmê bi şoreşa xwe ev hewldan pûç kirin û çanda gelê xwe parastin.”

Mizgîn Culaq da zanîn ku di sala 2022’an de tevî êrîş û dijwariyên berdewam ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xebat zêde bûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di vê salê de me karê xwe bi pêş xist ji bo ku li ser projeyên serkeftîtir bixebitin gelek kes tevli me bûn. Yek ji projeyên ku em li ser xebitîn, perwerdekirina hemû beşên civakê ye. Ger em nikaribin civakê azad bikin û endamên wê bi pêş bixin, ew ê girîngiya çanda xwe nas nekin û bi vî awayî wê neparêzin. Di nava salekê de sê dewreyên perwerdeyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin û beşdaran bi çandên cihêreng ên herêmê nas kirin.”

"Pêşxistina civakê"

Mizgîn Culaq eşkere kir ku Hîlala Zêrîn ji bo xurtkirina çalakiyan dixebite û wiha anî ziman: “Me heftane li hemû kantonan şahiyên çandî li dar dixist û vê carê şahiyên me li kolan û parkan yanî di nav xelkê de bûn, ji bo ku her kes bikaribe tevli bibe. Di nava şahiyan de xwarinên folklorî yên ku bi destên jinan hatibûn amadekirin hatin pêşkêşkirin. Di festîvalên mayî de hunerên destan, stran, şano û dîlanên folklorî hebûn. Zarok pêşeroja me ne, ji ber vê yekê em wan li ser bingeha jiyana azad û wekhev perwerde dikin û jêhatiya wan ji zaroktiyê de li ser muzîk, dîlan û şanoyê bi pêş dixin. Ji bo ku em şoreşa jinê bigihîjînin cîhanê, çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi li Rojhilatê Kurdistanê û herêmên din, me kar li ser çêkirina çendîn stranên şoreşgerî kir.”

Naskirina çandan

Rêvebera Hîlala Zêrîn a Kantona Qamişloyê Rûken Mihemed anî ziman ku Hîlala Zêrîn li kantona Qamişloyê li navenda Şehîd Newîla dest bi karê xwe yê yekemîn kir û wiha got: “Di warê rêxistinî de em bi Rêveberiya Çand û Hunerê re koordîne dikin. Navenda Newîla li bajarê Qamişlo gelek beşên stran, şano, govenda folklorî û çîrokan dihewîne. Ji bilî perwerdeya hunerî, em endamên jin û mêr perwerde dikin û girîngiyê didin ciwan û zarokan û em dixebitin ku wan rahênan bikin û bi çand û mîrata wan bidin nasîn. Li herêmê li gorî projeya Rêveberiya Xweser çanda civaka demokratîk gelekî bi hêz bûye û em hewl didin hîn bêhtir bi pêş bixin.”

“Em jêhatiyan keşf dikin”

Rûken Mihemed got ku her pêkhateyek xwedî mafê xwe ye ku bi zimanê xwe biaxive û çanda xwe pêk bîne û wiha axivî: “Hîlala Zêrîn di warê hunerî û çandî de destkeftiyên jinan ronî dike. Festîval bi giştî ji bo jinên xwedî jêhatinî derfetek e. Em serdana dibistan û komînan dikin û der barê hunerê û girîngiya wê de ders didin û li gundan gelek dersên cihêreng jî didin. Em li ser avakirina kesayetên ku dikarin di pêşerojê de li akademiyan dersên huner û muzîkê bidin dixebitin. Huner di parastina destkeftiyên li herêmê de xwedî roleke girîng e. Amadekariyên akademiyek hunerî ya mezin ku jêhatî tê de hene, tên kirin. Dê arşîva hemû şehîdan were berhevkirin û tranên taybet bên çêkirin.”