Hezkirina wê ya xwendinê hişt ku tevî temênê xweyî mezin pirtûkxaneyekê veke

Tevî ku temenê wê zêdetirî 60 salî ye, lê hezkirina Salha Heydorî ya ji bo xwendinê û belavkirina zanînê, hişt ku ew bi alîkariya parêzvana mafên mirovan Lîna Bin Mihenî pirtûkxaneyekê veke.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Malbata Salha Heydorî ew ji xwendinê mehrûm kirin, nekarî mîna xwişkên xwe biçe dibistanê û hesreta xwendinê di dilê wê de ma. Navendek ji bo jinavbirina nexwendewariyê ji bo kesên temen mezin li herêmê hate vekirin, Salha Heydorî jî tevlî wê navendê bû da ku hînî xwendin û nivîsandinê bibe, lê navend piştî salek vebûnê hat girtin. Salha Heydorî zarokên xwe teşwîq dikir ku bixwînin, da ku karibin perwerdehiyek ku qederê ew jê bêpar kiribû bi dest bixin. Salha Heydorî bi parêzvana mafên mirovan Lîna Bin Mihenî re hevdîtin kir. Dema ku Lîna Bin Mihenî hezkirina Salha Heydorî ya ji bo xwendinê dît, pêşniyar kir ku ew pirtûkxaneyekê ji bo ciwan, jin û zarokan ava bikin û Salha Heydorî bi vê yekê pir kêfxweş bû û li herêmê bi armanca belavkirina çanda xwendinê pirtûkxaneyek ava kirin. Di derbarê pirtûkxaneya xwe de Salha Heydorî ji me re axivî.

"Jin bi rêya pirtûkxaneyê dikarin xwendina xwe bi pêşbixin"

Salha Heydorî diyar kir ku armanca sereke ya pirtûkxaneyê ew e ku her kes bikaribe bixwîne, jinên ku dev ji xwendinê berdane û jinên ku hesreta xwendinê di dilê wan de maye û dixwazin bixwînin bi rêya vê pirtûkxaneyê dikarin asta xwe bi perwerdehiyê û bidestxistina zanînê bilind bikin û xwe pêşbixin û wiha got: "Em zarokên biçûk jî teşwîq dikin ku pirtûkan bixwînin. Zêdetirî 60 xwendekar, 13 jinên ji gundan û 18 ciwan tên pirtûkxaneyê. Di pirtûkxaneyê de 530 pirtûkên bi naverokên cuda, cîrokên ji bo xwendekarên amadekariyê, çîrokên ji bo xwendekarên seretayî bi zimanê erebî û fransî, pirtîkên dîrokî, pirtûkên olî û kovarên hiqûqî, civakî û çandî hene. Daxwaza vekirina navendên ji bo jinavbirina nexwendewariyê ji bo kesên temen mezin dikim."