“Heya ku êriş û dagirkerî bidawî nebe, mirov nikare qala aştiyê bike”

Jinên ku li herêma Firatê dijîn bi munasebata Roja Aştiyê ya Cîhanê destnîşan kirin ku ew nikarin ji ber dagirkerî û şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aştî û aramî bijîn.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Şerê cîhanê yê duyemîn di navbera salên 1939`an û 1945`an de rû daye ku di encamê de bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest dane. Ev şerê ku bi salan berdewam kir di 1`ê Îlonê de bi dawî bû. Meclisa Ewropayê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku şerên bi vî rengî rawestîne 1`ê Îlonê weke Roja Aştiyê ya Cîhanî ragihand.

Jinên ji herema Firatê der barê Roja Aştî ya Cîhanî de axifîn û dan diyarkirin ku heyanî dagirkerî bidawî nebe mirov nikare qala aştiyê bike.

"Dewletên ku Roja Aştiyê ya Cîhanê pejirandin aştiyê nas nakin"

Hevseroka TEV-DEM’ê Hedle Hesen bal kişand ser rewşa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Dema mirov naveroka vê rojê şîrove bike aramî, ewlehî û îstîqrar tê bîra mirov. Li erdnîgariya ku em lê dijîn, mixabin aştî qet tune ye. Bi salan e em hewl didin jiyana bi aram û ewle bijîn lê ji ber gef, êrîş û lihevkirinên dewleta tirk û hêzên hegemon ev yek pêk nayê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojev her dem dagirkerî, êrîş û gef in. Herêmên me Efrîn, Serêkanî û Girê Spî li ber çavên dewletên ku Roja Aştiyê ya Cîhanî pejirandin tên dagirkirin. Her wiha gelên vê herêmê her dem bi mirinê re rû bi rû ne. Bi taybetî mirov dikare balê bikşîne ser rewşa zarokan. Zarokên me li şûna ku li pêşerojeke xweş bifikirin, ew bi şer re mezin dibin. Em gelekî pê bandor dibin ku em dibînin xeyalên zarokan tenê bûne jiyana bi ewle, aram û aştiyane."

"Em dixwazin hemû rojên me bi aştî bin"

Hedle Hesen bal kişand ser binpêkirinê li ser mafên mirovan û got: "Qaşo ev roj ji bo rawestandina şer û pevçûnan hatiye ragihandin. Lê mixabin ev rastî jî heye ku şer bi tu rêbazî nehatiye rawestandin, ev yek jî ji aliyê hêzên ku hevpeymana Roja Aştiyê ya Cîhanî îmze kirin  pêk tê. Ne tenê ev roj lê ev hêz tevahî zagon û hevpeymanên di çarçoveya parastina mafên mirovan de binpê dikin. Hêviyên me yên di vê rojê de ew in ku bi rastî jî ev roj pratîka wê jî were jiyîn, tenê rojek be û derbas bibe. Lê divê ku tevahî rojên me bi aştî û aramî bin."

"Ez di welatê xwe de penaber im ma ez ê behsa kîjan aştiyê bikim"

Fîdan Omer ku ji bajarê Efrînê yê di 2018`an de ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin e, bilêv kir ku ew di welatê xwe de penaber e û got: "Divê mirov bi vê rojê kêfxweş be û şahiyan li dar bixe. Lê li Rojavayê Kurdistanê em bi dengê top û balafiran dijîn gelo ev aştiya ku hemû cîhan behsa wê dike û ji bo wê pîrozbahiyan çêdike li ku ye? Em di welatê xwe de penaber in, ez ji herêma Efrînê me lê bajarê min di bin navê aştiyê de ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Em ji ber terora dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûn û li Kobanê bi cih bûn. Lê li Kobanê jî heman atmosfer heye, rojane topbaran, êrîş û gef hene. Ji ber vê li tevahî deverên Rojavayê Kurdistanê aştî û armanî tune ye, em çiqas hewl didin bi rengekî aştiyane bijîn ev yek bi tu şêwazî ne pêkan e."

"Dema daxwazên me bi cih werin em ê kêfxweşiya vê rojê bi cîhanê re parve bikin"

Fîdan Omer bi munasebeta vê rojê hêviyên xwe wiha anîn ziman: "Roja Aştiyê ya Cîhanî tenê li ser kaxezê ye, zagon û karê wê ne cidî ye. Bêguman gelek hêvî û daxwazên me hene di vê rojê de, di serî de ez dixwazim bajarê min ê dagirkirî rizgar bibe da ku ez bikaribim bibêjim ez bi aştî li ser axa xwe û di mala xwe de dijîm. Her wiha ji bo bajarên din jî heman tişt derbasdar e divê ku li şûna em bi van êrîşan re mijûl bibin bikaribin li ser rêbazên misogerkirina aştî û aramiyê bihizirin. Em tenê dikarin di vê rewşê de kêfxweşiya vê rojê bi cîhanê re parve bikin û şahiyan li dar bixin."