Hewildana "Hêvî û Jiyan" piştgirî dide jinan

Navenda Tenduristiya Jinê ya Komeleya Ramana Azad ji bo teşhîsa zû ya penceşêra pêsîrê bi kampanyaya "Hêvî û Jiyan" ji bo pêşxistina tenduristiya jinan û zêdekirina hestyariya civakê ya der barê pirsgirêkên jinan de dixebite.

NAGHAM KARACA

Xeza – Kampanyaya hişyarkirina penceşêra pêsîrê ya di meha cotmehê de rayedarên tenduristiyê û saziyên civaka sivîl li Xezayê dest pê kiribûn berdewam dike. Kampanyaya bi navê "Tiştekî şermkirinê nîne” armanc dike ku têgeha şerm ya civakî bişkîne û ji bo teşhîskirina zû kontrolkirinê belave bike. Kampanyaya Navenda Tenduristiya Jinê ya Komeleya Ramana Azad a bi navê "Hêvî û Jiyan" heta dawiya mehê berdewam bike jî, jin û zarokên keç di mijara teşhîskirina zû de hay jê hebûn dike.

"Kampanya berpirsiyariyek civakî ye"

Koordînatora Projeya Navenda Tenduristiya Jinê ya Komeleya Ramana Azad Îman Khuwaihî der barê hewildana "Hêvî û Jiyan" de wiha got: "Em her sal meha Cotmehê ji bo jinan û zarokên keç xizmet û derfetan misoger bikin her curê hewl didin nîşan dan û ji van re rêbazên gihîştinê çeşîd dikin. Em bidestpêkirina kampanyayên xwe yên bi zanîn kirin û perwerdeyê re û fealiyetên ku hejmarek pir zêde mirovan armanc digre ku derbase jiyanê bikin, armanc dikin ku van bigihîn tenduristek ku hawîrdorek bi tendurist û ji nexweşiyên xeternak wan xilas bûne. Ev kampanya berpirsiyariyek civakî ye."

“Piştgiriya derûnî û civakî tê misoger kirin”

Îman Khuwaihî anî ziman ku navend di heman demê de ji jinan re di qada derûnî û civakî de jî piştgirî dide û wiha axivî; “Em  ji bo teşhîskirina zû ya penceşêra pêsîrê û ji bo nexweşên bandor dibin re piştgiriya derûnî û civakî were pêşkêş kirin cebatên atolyeyan li dar dixin.  Em di çarçoveya bihêzkirina jinan û aktîvkirina rola wan di civakê de xebatên perwerdeyê pêktînin. Her wiha xebatên xwe yên di warê peydakirina lênerîna tenduristî û yasayî jî zêde dikin.”

"Gelek xebat hatin meşandin”

Îman Khuwaihî der barê kampanyaya penceşêra pêsîrê de wiha got: "Kampanyayên me 6 rojan bi xebitandina otobusa şifîk ya li hemû zanîngeh û dibistanên Şerida Xezayê dest pê kir. Em bi armanca jin û zarokên keç hay jê hebûn avakirine broşurên perwerdehiyê belav kir. Me li gelek deverên Şerida Xezayê der barê penceşêra pesirê de semînerên perwerdeyê li dar xist. Di van semîneran de ji bo parastina ji nexweşiyê girîngiya muayenekirina zû û piştre jî daxuyaniyen ku di mijara girîngiya muayenekirina zarokên keç ya bi cîhazan ji aliyê personelên tenduristiyê ve hay jê hebûn zêde dike pêkanî. Jin û zarokên keç dikarin pêşiya xetereya penceşêra pêsîrê bigirin."

"Em ê çalakiyên kêyfxweşiyê pêkbînin”

Îman Khweihî ya behsa planên pêşerojê kir, wiha got: “Planên pêşiya me, beşên nexweşên penceşêrê ya li nexweşxaneyan bi rengê şifîk bê xemilandin, ji wan re diyariyên sembolîk bê dayîn, moralê wan bilind bikin û bi rihekî hêvîdar ji nû ve jiyanê re girêbidin. Em dixwazin bi armanca piştgirî dayîna van çalakiyên kêyfxweşiyê pêkbînin.”

“Serkeftin hat bi dest xistin”

Îman Khweihî ya balkişand li ser serkeftinên navendê ya sala borî, wiha axivî: “Me di çarçoveya çalakiyên kampanyaya herêmî de ji bo zêdekirina hay jê hebûna penceşêrê pêsîrê, xebatek binavê ya " Di navbera maf û rastiyê de penceşêra pêsîrê ya li Şerîda Xezayê" li dar xist. Li gorî makaleya lêkolînê ya bi sernavê 'Faktorên ku li Xezayê di jinan de semptomên penceşêra pêsîrê dereng dikin” de, konvoya û otobûsa sifîk  di nava çalakiyên her sal tên kirin da cih digre.”

“Pêwîste piştgiriya aborî bê misoger kirin”

Îman Khweihî diyar kir ku nexweşên penceşêrê gelek zehmetiyan re rû bi rû ne, ya herî diyar jî bi berdewamî rawestandina dermanan û demek dirêj ji bo bidestxistina van dermanan bende sekînandine û axaftina wiha domand: “Hejmarek zêde jinên ku mexdûr bûne heye. Ev rewş derûniya jinan xirab bandor dike û dibe sedema belavbûna nexweşiyê. Lewma pêwîstiya nexweşan bi piştgiriya aborî jî dibe.”

Li Şerîda Xezayê hezar nexweşên pençeşêrê yên hatine diyar kirin hene. Ji sedî 53% nexweşên penceşêrê jin in. Û zêdetirî sedî 32 ji van nexweşan penceşêra pêsîrê ye.