Hevpeyvîna kolanan: Jin 'ewlehiyê' dixwazin, li dijî bêcezabûnê serî radikin
Me di kolanên Stenbolê de mîkrofona xwe derbarê 8'ê Adarê Roja Jinan de dirêjî jinan kir.
ELÎF AKGUL
Stenbol- Me beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li kolanan ji jinan pirsgirêk û peyamên wan ên 8’ê Adarê pirsîn. Bê îstîsna, bersiva yekem a her jinê “ewlehî” bû. Jinan diyar kirin ku dema li kolanan dimeşin xwe ewle nabînin. Bêcezabûna tundiya mêr vê hesta bêbaweriyê xurtir dike. Jinên ku em pê re axivîn, gotin ku kiryar li ber edaletê "bi hejandina dest û milên xwe digerin." Ev rewş wan ber bi bêhêvîtî û bêpêşerojiyê ve dibe. Pirsgirêkek din a xala yekem a jiyana rojane debara xwe nekirine. Yên ku xizaniyê destpêkê dijîn jin in. Jinên li kolanan ji ajansa me re wiha axivîn:
“Kujerên jinan piştî 3 mehan serbest tên berdan”
Şengul Ozyigit: “Em rêz ji jinan re dixwazin. Bila jin nemirin û dest ji cînayetên jinan berdin. Bi rastî jî giyana gelek jinan şewitî. Ger gengazbe be em ji mirina jinan re bibêjin êdî bes e. Bila qanûnên nû derdikevin. Êdî kes nayê sûcdarkirin. Mirovan bibaweriya vê yekê sûc dikin. Sûcên tên cezakirin pir kêm in. Em mirina jinan dibînin. Kujer piştî sê mehan dîsa li derva dibe. Mîna kuştina mirîşkan jinan dikujin.”
“Dinava rojê de jinê tacîz kiriye”
Esnaf Şehnaz Unsal: “Me hêj duh hev dît. Jinek hat dikana min. Got ‘em dikarin li dîmenên kameraya we binêrin?" Normal, jineke wek min bû. Merêkî ji hundirê wesayîtê, dinava rojê de tacîz kiriye. Jinik ewqas aciz bûyî, hêrs û tirs bûbûki.. Hevjinê wê hatiye, li benda hevjinê xwe bû û berê ew jî min pirsî ku ew kolan kîjan kolan e. Diyar bû ku ew xerîbê kolanê ye. Ev tiştekî çawa ye? Li welatekî bi vî rengî, tu bi kijan cesaretê dinava rojê de vê yekê diki?
“Qîmetê jinê tune ye”
Azadiya me ya derketina kolanan, xebitin, azad bigerin nîne. Ji ber ku heta niha wiha hatiye gotin, bi temaşê kirina cil û bergan pêşdaraziyên wekî 'bêedep, bêexlaqî' hene. Jin bi rastî yek ji hêbûnên herî xweşik e ku ji hêla Xwedê ve hatî afirandin û divê were ser dest girtin e. Lê mixabin ez li vê roja me dinêrim, divê demê dinêrim, tu qîmeta wê tune ye. Çend ji yên ku hatin derp kirin, yên ku rastî zilme hatin…Ez pir zêde rû bi rû dimînim û naxwazim ev yek pêkbên.
"Sûcdarên rast li derve ne"
Ji ber ku tedbîrên pêwîst nayên girtin tundî her ku diçe zêde dibe. Edalet bi rêk û pêk nayê birêvebirin. Mêr hevjina xwe dixe û zilmê li hevjina xwe dike. Li dadgeh ji reftarên baş, ji sekna xwe, vî an jî wî tê berdan. Sûcdarên rast li derva bi hêjandina dest xwe milên xwe digerin. Yek ji sedemên tundûtûjiyê bêperwerdehi ye. Perwerde ji malbatê dest pê dike. Zarok perwerde li kuderê dimîne? Di malbatê de dibîne. Di dayik û bav de çi dibîne ew e. Bi taybetî zarokekî kur ji bavê xwe çi dibîne destpêke ev distîne. Lê mixabin, niha lê dinêrîn dijûn di hundirê malan de kêm nabe. Heqaretan li hevjina xwe dike. Ma dema zarok mezin bibe heman tiştî neke?
“Cezayên tên dayîn ne pêximker in”
Ji aliyê qanûnî ve, cezayên pêximker hewce ne. Bêyî pêximkerî, sûcdar bikaranîna tundiyê didomînin. Her wiha divê dewlet di vî warî de zêdetir destekê bide jinan. Pêwîste ji bo jinên ku mafên jinan diparêzin alîkarî bê kirin ku teslîmî vê neheqiyê nebin û hişyariya xwe bilind bikin. Ez bawer nakim jinên ku ev zîrarê dîtine têra xwe piştgirî wergirin. Dewlet rojek du roj xwedî derdikeve, paşê dihêle. Ew jin biçe ku derê? Dê dîsa biçe heman cihî. Ne tenê ev. Divê saziyên ku karibin çareseriyên misoger avabikin derdikevin holê, karibin bi awayekî teqez alîkariya wan bikin û pergala wan saz avabikin. Mixabin, li welatê me jin wek rêya xelasî neçar dimînin bizewicin. Divê ev bi berfirehî werin lêkolînkirin û bi berfirehî werin çareser kirin.”
"Ez hevjinê xwe gilî dikim, piştî saetekê berdidin”
Mutlu Sivlim a ku li perava Kadikoyê kulîlkfiroş e, wiha dibêje: “Tişta ku jin di malên xwe de dixwazin aramî ye. Ez aramiya malê dixwazim, qet nikarim bi hevjinê xwe re li hev bikim. Hevjinê min madeyên hişbir bi kartîne, ez dixwazim ew ji vê xilas bibe û li me xwedî derkeve. Bila jin ji hevserê xwe tundiyê nebinin, bila hevserên wan xwedî li wan derbikeve. Bila herî zedê jin nexebitin. Bar hemû li ser pişta me ye, paqijkirina malê, xwedîkirina zarokan, lêdan xwarin...Ez dixwazim ev hemû bên rakirin. Herî zêde bila hevjînên me tundî karneynin, alkolê venexwin û madeyên hişbir bikar neynin. Piştgiriyek jî tune ye. Ez ji bo hevjinê min madeyên hişbir bi kartîne û îşkence li me dike gilî dikim. Polîs digrin û piştî saetekê berdidin. An jî rojekê digrin û roja din dihêlin. Bila nehêlin bavêjin girtîgehê. Bila ji hin tiştan bitirsin. Jin vê yekê dixwazin.”
"Em Stenboleke ku bi rihetî têde bigerin dixwazin"
Koma din a ku em pê re rû bi rû hatin komek jinên ciwan ên 19 salî bûn. Ew naxwazin dîmena wan were kişandin. Herçiqas hevokên xwe yên yekem bi "Pirsgirêkek min tune" dest pê dikin jî, piştrê ew ji heman pirsgirêkan rêz dikin:
Dibêjin, “Em Stenboleke ku bi rihetî têde bigerin dixwazin”. Li Ataşehirê qetilkirina Başak Cengîz ji aliyê Can Gotug Boz ve bi şûrê samûrayî gelek bandor li wan kiri bû. Dibêjin, "Em nikarin di rê de bi berguhk bimeşin, em ditirsin." Her çend di destpêkê de bi gotina “divê dayik zarokên xwe bi rêkûpêk mezin bikin” dest pê dikin jî, dibêjin “Keç kur tên cuda kirin. Dema zarokên keç bi tirsonek tên mezinkirin, ji ber zarokên kur bi êrîşkar tên mezinkirin, ew wêrekiyê dibînin” û wiha li axaftina xwe zêde kirin: “Divê hem dayik hem jî bav zarokên kur hişyar bikin.”
"Kiryar yên herî nêz in"
Jineke din a ciwan ku xwest bi kamerayê re biaxive, bi van gotinan bêhêvîbûna xwe tîne ziman: “Ez xwe ewle hîs nakim. Bi rastî ez bi taybetî ji ber van tecawîz û çavnêriyên ku ev du sê salên dawî zêdebûne xwe rehet hîs nakim. Nizanim wê baş bibe yan na” û bi van gotinan bêhêvîbûna xwe tîne ziman:
“Mirov êdî ne alîgirê zewacê û avakirina malbatê ye, tenê xwe diparêzin. Êdî kes zarok jî çênake. Yanî nikarin xwe biparêzin ku karibin zarokên xwe biparêzin. Dema ku ez derdikevim derve em dipirsin, 'Gelo tiştek serê me were, kesek gotina bavêje me, dibe ku tiştek were serê me?', dema ku em gava xwe davêjin malê, em dibêjin, 'şukir ji Xwedê re, îro jî tiştek bi min nehat û ez hatim malê.’ Nizanin me ji kê biparêzin. Kiryar yên herî nêzî jinan in, ez nikarim bifikirim ka kesên xerîb ew e çi bikin.
Daxwaza min a 8'ê Adarê ev e; hêvî dikim ku mirov dil xweşbin, kesayetek baş bin, di hundurê xwe de kîn û nefretê xwedî nekin. Bi taybetî ji bo mêran. Dixwazim jiyan pir xweş bibe... Hêvî dikim ku mirov ne bi awayekî aqilekî xerab, bi xweş li hev binerin, bi hezkirin û ji dil li hev binerin.”
“Divê hilbijartina pêşwext were kirin”
Fatma Akçabay a ku em herî dawî pê re axivîn mamostek polê ya teqawîtbûyî ye. Bi gotina “Peymana Stenbolê betal kirin” dest pê dike û birêzkirina rewşa aborî, têkçûna perwerdehiyê, girêdayîbûna bi derve, ango rewşa “debara xwe nekirin” dike:
“Kuştinên jinan êdî di asta herî tund de ye. Xwezî hikûmet hatina guhertin. Edalet tuneye, qediya ye. Azadî qediya. Her tişt qediya ye. Fabrîqa hatine firotin. Me hemûyan girêdayê derva kirine. Ji ber şert û mercên aborî azadiya me ya rêwîtî qediya. Ez mamosteyekî malnişîm û hevalê min jî mamosteyekî malnişê. Em gelek salan xebitîn. Bi rastî jî em pir zehmet debara xwe dikin. Em hem li dibistanên dewletê hem jî di dibistanên taybet de xebitîn. Ji ber ku me li dibistaneke taybet dixebitîn, hinek perê komkir û teqwiye kir. Lê ew jî êdî qediyan. Her tişt qediya. Ji ber ku em mamostene hinek şanse me heye, lê gelê me pir belengaz e. Cotkarî qediya. Tenduristî qediya, perwerde qediya. Bogaziçi bifikirin, ODTU’yê bifikirin. Hemî zanîngehên me yên sereke dest bi paşvemayînê kirin. Ji ber ku pergala yek zilamî her tiştî birêve dibe. Em gelekî xirab tên birêvebirin. Bi rastî divê ew di zûtirîn dem de hilbijartinek bikin."